Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

Tedawiya şoreşgera Kurd Zeneb Celaliyan tê astengkirin û tê gotin rewşa wê ya tenduristiyê ne başe.

Navenda Nûçeyan – Roj bi roj binpêkirinên mafên mirov ên rejîma Îranê yên li dijî jinên Kurd zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan tevî ku rewşa wê ya tendirustiyê nebaşe, lê heta niha rê nehatiye dayîn ku were dermankirin û di jêr çavdêriya pizîşkan de be.

Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaşe û metirsî li ser jiyana wê heye.

Hate gotin ku piştî 24 saetan emeliyatê, bê ku tedawiya Celaliyan dawî bibe wê vegerandine girtîgehê. Li gorî heman çavkaniyê ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê ya pêwîst, nebûna xurek û bê dermaniyê, rewşa Zeyneb ya tenduristiyê nebaşe.

Hêjayî bi bîrxistinê ye Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.