Jinên Kurd 112 sal in rojnamegeriyê dikin
Jinên Kurd ên rojnameger, li dijî girtin û hedefgirtina rojnamegerên jin bi nivîsên xwe bûne dengê berxwedanê û ruxmê tepeserkirina rastiyê jî bi biryardarî di şopa hevalên xwe yên li pey rastiyê jiyana xwe ji dest dane de dimeşin.

LAVA KURDE
Navenda Nûçeyan – 7’ê Cotmehê mîna Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd tê bibîranîn. Ev roj, roja jinên ku ji bo çapemeniya azad dixebitin, li dijî tarîtiyê li pey heqîqetê dimeşin û bi nivîsên xwe di manşetên rojnameyan de cih girtine ye. Ji pêvajoya ku bi hedefgirtina Gurbetellî Ersoz dest pê kir heta roja îro, rojnamegeriya jinan, bi berdewamî hat hedefgirtin lê belê rojnamegerên jin qet dev ji têkoşînê bernedan û xeta têkoşîna xwe domandin.
Ev xet bi mîrateya ku bi Gurbetellî Ersoz dest pê kir didome. Gurbetellî Ersoz, di sala 1993’an de di rojnameya Ozgur Gundemê de kar dikir û li Tirkiyeyê yekem edîtora jin e. Gurbetellî Ersoz, di sala 1997’an de jiyana xwe ji dest da lê belê mîrateyek mezin hişt. Îro her roja 7’ê Cotmehê mîna Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd tê bibîranîn.
Zêdeyî 112 salin jin karê rojnamegeriyê dikin
Jinên Kurd, zêdetirî 112 sal in di qada rojnamegeriyê de dixebitin û ev pêvajo bi gelek dijwarî û astengiyan tijî ye. Ji bo jinên cîhanê tenê cudakariya zayendî astengtiyek e lê ji bo jinên Kurd jî hem zextên zayendî hem jî yên li ser bingeha neteweyî û nasnameyê van astengiyan dijwartir kirine. Ruxmê vê yekê jî bi têkoşîna çapemeniya azad re hatine heta vê rojê. Ger li welatekî şer, pevçûn û înkar hebe, li wir jiyana jinan jî di ewlehiyê de nîn e û jin tên hedefgirtin.
Ev rewş ji bo rojnamegerên jin du qat zêdetir e. Ji ber ku dema rojnamegerek jin heqîqetê dişopîne û eşkere dike, bala hemû aliyên ku ewlehî û aştiyê têk dibin dikşîne û dibe hedef. Ji ber ku her hevok rûyê rast ê bûyeran û eşkerekirina sûcan e. Lewma, ji bo veşartina rastiyê û bêdengkirinê, rojnamegeriya jin tê hedefgirtin. Li seranserê Kurdistanê, înkar, redkirin û zext li ser jinan hene lewma hem rol û hem jî karê rojnamegerên jin zehmetir bûye.
Dîroka rojnamegeriya jinên Kurd tê dizîn
Rojnameya jinan a ewil, li Împeratoriya Osmanî di 4’ê Nîsana 1913’an de bi navê “Cîhana Jinan” ji aliyê Nuriye Ulviye Mevlanzade ve li Stenbolê hat weşandin. Çawa ku dagirker axê dagir dikin, dîrok jî tê dagirkirin. Dîroknasên Tirk Nuriye Mevlanzade mîna Tirkek didin naskirin û rojnameya wê mîna rojnameya ewil a jinên Tirk dihesîbinin. Lê belê, Nuriye Xanim bi eslê xwe Çerkez bû. Çerkez gelên xwecihî yên Qefqasyaya Bakur in. Di şerê Rûs-Tirkiyeyê de li dijî Rûsan berxwedaneke mezin nîşan dan. Lewma, hinek Çerkez ji aliyê Rûsan ve hatin sirgûnkirin, hinek jî koçberî axa Osmanî û Sûriyeya niha bûn.
Jinên Kurd nivîskarên rojnameyê bûn
Rojnameya "Cîhana Jinan" ji bo hemû jinên di nava sînorên Osmanî de bû lewma, jinên Kurd jî bi awayekî çalak di vê rojnameyê de cih digirtin. Di nava jinên ku bi gelemperî têrkarî didan de Meziyet Bedirxan, Fahriye Bedirxan û Mesadet Bedirxan hebûn. Mesadet Xanim, di kadroya nivîsandinê ya rojnameyê de cih digirt. Mixabin, der barê van her sê rojnamegerên jin de agahiyên zêde tunene.
Armanca rojnameyê, xizmeta ji bo jinan bû. Ji bo jinan mafên mîna xwendina bilind, li cihê kar wekheviya jin û mêr, mafê xwegihandina xizmetên giştî, dihat xwestin. Di heman demê de mafên Kurdan jî dihat parastin û di damezrandina yekemîn komeleya jinên Kurd a bi navê "Komeleya Pêşxistina Jinên Kurd" de roleke girîng lîst.
Li gorî agahiyên heyî, rojnameya Jiyana Jinan, heta sala 1921’ê hatiye weşandin û 600 hejmar derxistiye.
Li Başûrê Kurdistanê dîroka weşanên têkildarî jinan
Rewşen Bedirxan, di sala 1933’an de di kovara Hawarê de xebatên girîng ên ronakbîrî û doza Kurd meşand. Bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî, nivîsên bi alfabeya latînî nivîsand. Rewşen bû yekem jina ku di kovara Hawarê de bi Kurdî nivîsand.
Rehmexanî keça helbestvanê navdar Pîramerd bû. Piştî mirina bavê xwe, di sala 1950’an de mafên weşana fermî ya rojnameya "Jîn" bi dest xist.
Di sala 1952’an de yekemîn kovara "Afretî Azad" (Jina Azad) li başûrê Kurdistanê ji hêla jinan ve dest bi weşanê kir.
Kovara "Tewar" xwedî naverokek çandî û civakî bû. Di sala 1990’an de li herêma Şaxê di dema têkoşîn û serdema Pêşmergeyan de dest bi weşanê kir û îro jî berdewam dike.
"Dengê Jinan", di 8’ê Adara 1996’an de hat weşandin û sê salan domiya. Bi giştî 70 hejmar hatin weşandin.
Rojnameya "Jiyanewê", di 19’ê Hezîrana 1997’an de dest bi weşana xwe ya civakî û ronakbîriyê kir. Ji bo avakirina hişmendiya jin û civakê xebitî. Heta niha 903 hejmar weşandine.
Kovara "Ayinde" di 27’ê Hezîrana 1997’an de dest bi weşanê kir. Midûrê berpirsyar ê nivîsê Kowsar Sencawî û xwedî weşanê jî Bayan Beyan bûn. Heta Nîsana 2022’an 41 hejmar weşand.
Rojnameya "Jiyanî Azad" di 8’ê Adara 1998’an de li Silêmaniyê, bi pêşengiya Meysa Baqî (Şîlan Kobanî) dest bi weşanê kir.
Rojnameya "Newjin" di navbera salên 2016 û 2020’an de li Germiyanê bi awayekî mehane hat weşandin û 45 hejmar derketin. Niha li ser medyaya dîjîtal weşana xwe didomîne.
Kovara "Jin", bi dirûşma "Ji bo jinan azadî, ji bo civakê bextewarî” weşanek siyasî, civakî, çandî û wêjeyî ye û hejmara xwe ya 74’emîn weşand.
Kovara "Tiruske" di sala 2004’an de bi pêşengiya Leyla Walî (Viyan Soran) dest bi weşanê kir û bû kovara jinan a herî dirêj li başûrê Kurdistanê.
Kovara "Jin", projeyeke ku ji aliyê Rêxistina Piştgiriya Medyayê ya Navneteweyî (IMS) ve tê meşandin e. Bi armanca zêdekirina agahdarî, hişyarî û pêşvebirina ya têkildarî jinan tê weşandin.
Rewşenbîr û rojnameger Rewşen Bedirxan ji yekem weşana Kurdî Rojnameya Kurdistanê heta Kovara Hewar û Ronahî nivîskarî kiriye û jiyana civakî ya wê demê gihandiye rupelên rojname û kovaran. Em ê bi beşeke nivîsa Rewşen Bedirxan a di kovara Hawarê de hatiye weşandin, bi dawî bikin:
“Gelê min ên delal, her wekî hûn jî dizanin derdê gelê me yê mezin û xedar nezanî ye. Nezanî nexweşiyek e û dermanê wê zanîn e. Nik gelên xudan hikûmet û teşkîlat vê nexweşiyê di nexweşxaneyên xisûsî de derman dikin û ji wan nexweşxaneyan re ‘dibistan’ dibêjin. Mamoste, bijîşkên wê nexweşxaneyê ne. Gelê me, ne xwediyê wan nexweşxaneyan e, gelê me gelekî bê teşkilat, bê xwedî û serî, gelekî belawela ye û di bin hikmê dijmin de ye. Lê dijminê me yê mezin, ê meztir nezanî ye. Divê em şerê wî dijminê xedar bikin, di vî şerî de ji me ji jinên Kurd re erkek mezin dikeve. Divê em alîkariya gelê xwe bikin, zarokên xwe bidin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweşiya nezaniyê xilas bikin.”