TAJÊ ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên fermanê li Şengalê şêwirek li dar xist
TAJÊ bi beşdariya jinên ji destê DAÎŞê hatine rizgarkirin û saziyên jinan re şêwerek li dar xist. Di şêwirê de hate gotin ku azadiya civaka êzidî bi azadiya dîlgirtiyan ve girêdayî ye û bang li her kesî hate kirin ku xwedî li têkoşînê derkevin.
Şengal – Di çarçoveya hemleya TAJÊ ya bi dirûşma “Ji bo edalet û azadî tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê” de, li salona ‘Bi Hevrejiyanê’ ya di navbera Xanesor û Sinûnê de, bi beşdariya dîlgirtiyên jin ên hatine rizgarkirin, endam û rêveberên TAJÊ û endamên saziyên jin ên Şengalê re çalakiyek bi rê ve çû. Di şêwirê de xwedîderketin û bilindkirina têkoşîna ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên fermanê derket pêş.
Şêwra ku bi pêşengtiya TAJÊ hat li dar xistin bi yek deqe rêzgirtin destpêkir. Piştre bi peyam û nirxandinên girîng ên saziyan ve şêwir berdewam kir.
‘Mijara dîlgirtiyên fermanê ji bo me stratejîk e’
Axaftina vekirinê ji aliyê berdevka TAJÊ Rîham Hesen ve hate kirin. Di şexsê Cîlan, dayê Gulê de hemû şehîdên fermanê bibîr anî û got: “Hatina we ya vê derê ji bo me gelekî girîng e. Weke tê zanîn ev dosyaya dîlgirtiyan ruxmê 12 sal ser re derbas bûye nehatiye çareserkirin. Ev kûl 12 sal e di dilê me de ye. Dijmin dixwest di şexsê jinê de Êzîdî tûne bike. Lê belê di şexsê jinê de berxwedan pêş ket, ferman vala hate derxistin. Dîlgirtiyên di destê Daîş’ê de ji bo me mijareke stratejîk e. Em dixwazin dîlgirtiyên xwe rizgar bikin, nedin jibîr kirin. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev nîqaşên ku li vê derê bên kirin layiqî şehîd, êsîr, ax û welatê me be. Çawa ku me weke tevgera jin ji bo hemû jinên Êzidî heta niha kar û xebat daye meşandin em ê ji vir û şûn de jî berdewam bin. Ji ber em nasnameya hemû jinên Êzidî ne.
Rîham Hesen anî ser ziman ku ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan divê her kes destê bixe bin bar û wan dîlgirtiyan vegerînin nav civaka Êzidî û got: “Azadiya me bi azadiya êsîrên me ve girêdayî ye.”
‘Cara yekem piştî fermanê jinên Êzidî xwedî rêxistinbûneke bi vî rengî ne ku xwe diparêzin’
Yek ji fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Viyan Hebabî di axaftina xwe de balkişand ser rola şehîdan a bidestxistina destkeftiyên civaka Êzidî û got: “Ger îro em li ser gelek mijar û pirsgirêkên xwe nîqaş dikin ev bi saya şehîdên me ye. Dijmin pir bi zanebûn di fermanê de êrişî jinan kirin. Di dîrokê de jî di şeran de jinên Êzidî her tim bûne qurbaniyên yekem. Ji ber ku jin û dayikên me bingeha civaka me ye. Di şexsê jin de dijmin xwest civaka me ji holê rake.”
Viyan Hebabî anî ser ziman ku wê êşa ku jin û dayikên Êzidî ku ji destê çeteyên hov yên DAÎŞ’ê kişandine neyê jibîrkirin û got: “Lê belê cara yekem e ku piştî fermanê jin rabûye ser xwe. Bi xwe biryara xwe didin. Berê keç û jinên Êzidî nedikarîn wisa werin ba hev. Bi berxwedana jinên Êzidî ev hat şikestin. Bi xêra tekoşîn û berdelên me daye em gihîştin wê astê. Kes êdî nikare li ser îradeya me bibe xwedî biryar. Em ne ew jinên beriya fermanê ne. Me xwe ji tunebûnê rizgar kir. Dijmin hebûna xwe di tunebûna me de didît. Lê em ê vê tunebûnê qebûl nekin. Hebûna me ya vê derê jî îspata vê ye. ji bo hemleya hatiye destpêkirin jî; hemû jin ji rizgarkirina êsîran berpirsiyar in. Ji ber ev mijareke exlaqî û wîcdanî ye.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Viyan Hebabî balkişand ser rola dîlgirtiyên ku hatine rizgarkirin û got: “Îro herî zêde divê dîlgirtiyên me daxwaza mafên xwe bikin, divê bibin dengên Êzidiyan. Em ji Iraqê dixwazin li dosyaya dîlgirtiyan xwedî derkeve. Em jî îro li ser axa Iraqê dijîn.”
‘Armanca me yek e: Avakirina siberojeke ewle û xweser a civaka Êzidî’
Di berdewamiya şêwirê de Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Rîham Hico peyama Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) xwend. Di peyamê de ev xal derketin pêş: “Hûn tenê ji êş û azarên dijwar rizgar nebûne. Hûn bûne parêzvanên bîranînê, dengê rastiyê û berxwedanê. Li ser axa pîroz niha hûn vê tekoşîna bi nirx dimeşînin. Em baş dizanin ev berxwedan û tekoşîna we pêşengtiyê ji tevahî jinên Êzidî re dike. Ji bo gelê me li ser axa pîroz a Şengalê bigihîje mafên xwe, bi hêza xwe ya cewherî xwe bi parêze, xwebixwe birêve bibe, xwedî statûya siyasî be we gelek berdêlên mezin dan.”
Dîsa di peyamê de girîngiya nasîna jenosîdê hate ser ziman û ev hate gotin: “Piştî 12 salan naskirina jenosîdê divê ne tenê di gotinan de bimîne. Ji vê naskirinê divê tevgera siyasî û berpirsiyariyeke berbiçav û berdewam derkeve holê. Dewletên ku ferman naskirine divê naskirina xwe bi kiryarên pîvanbar nîşan bidin. Ji bo rizgarkirina kesên winda, darizandina sucdaran, parastina mafên rizgarbûyan û avakirina siberojeke ewle û xweser a civaka êzidî. Armanca me yek e, ronîkirina rastiyê, pêkanîna edaletê, piştgiriya bê şert û merc a civaka Êzidî. Di vê tekoşînê de roleke taybet a jinên êzidî divê hebe. Pêwîst e em wek saziyên jinên Êzidî di hemû qadên xebatê de xebat bimeşînin, li ser maseyên siyasî dibe rewşa dîlgirtiya derxin pêş.”
‘Em wek YPJ ji bo dîlgirtiyên Êzidî dinav hewldanê de ne’
Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemed jî ji bo şêwirê peyameke bi dîmen şand. Ruksen di peyama xwe ya bi dîmen de wiha dibêje: “Dema jin li hev dicivin, ji bo çarenûs, dîrok û azadiya xwe gavên gelekî mezin in. Dema em xwe rêxistin dikin, hebûna xwe nasdikin û dibin ciyê biryarê ev bûyereke mezin e. Jin dikare roleke girîng ji bo ax û civaka xwe bilîze. Me ev li Şengal û Rojava dît. Em wek YPJ’ê li ser esasê ku jin ji xwe hezbike, xwe rêxistin bike, ji bo civaka xwe xwedî rol û berpirsiyar be tekoşîn daye meşandin û me ev yek bi tecrûbeyên xwe piştrast kir. YPJ’ê ne tenê ji bo jinên Rojava ji bo tevahiya jinan xwe rêxistin kir û parastina wan kir. Me wek berpirsiyartiya xwe hewl da ku jinên Êzidî biparêzin, rizgar bikin. Jin li ku di be bila be yek e û ev naye parçekirin. Ji bo wê jî me hewldanek mezin da da ku jinên êzidî rizgar bikin. Ji vir û şûn de jî em ê vê ji bo xwe wek erkekê bidomînin.”
Piştî axaftin û peyaman sînevîzyona di derbarê ferman û berxwedana jinên Êzidî de hate nîşandan.
Di berdewamiya şêwirê de berdevka dîplomasiya TAJÊ Rîham Hico, Endama Akademiya Jineolojî ya Şengal Cîhan Celo û Rojnamevan Bêrîvan Çiya li ser siyaseta dîlgirtî, bandora fermanê li ser pîsokolojiya êzidiyan û dîlên rizgarbûyî runiştinek li dar xistin.
‘Deruniya civakên ku ferman jiyankirine ji civakên din cudatir e’
Endama Akademiya Jineolojî ya Şengalê Cîhan Celo anî ser ziman ku divê êş bêne ser ziman da ku jê re çareserî jî peyda bibin û got: “Êşa nehatiye gotin wê bi xwe re çareseriyê jî neyêne. 74 ferman bi serê me de hat. Em ê îro bandora fermanê ya li ser psîkolojiya Êzidiyan biaxifin. Êsîr nasnameya fermana li ser serê me hatine. Jina ji destê dijmin derketiye û hatiye nav civaka me ji bo me mirovên herî pîroz e. Îro yên ku li vir hazir in jî dibêjin: em hene.
Divê însan rastiya xwe bizane. Psîkolojiya însan li gor şert û mercan têşe digre. İnsanek ku ji fermanê xilas bûye, nabe psîkolojiya wê bi civakek din re were muqayese kirin. Derûniya wan kesên ku ji fermanê xilas bûne cuda ne. Her yek ji me êşeke me ya cuda heye.”
Cîhan Celo balkişand ser derûniya dîlgirtiyên ku hatine rizgarkirin jî û wiha got: “Yên ku ji destê DAÎŞ rizgar bûne, yan jî rastî fermanê hatin nedikarîn êşa xwe bînin ser ziman. Ji bo em pêşiya fermanê bigrin divê em bikaribin xwe bînin ziman. Tenê ne 6 hezar însan hatin kuştin di fermanê de, di heman demê de civakeke ku bi psîkolojiya fermanê jiyan dikin dan avakirin.”
‘Dijmin dema dît ku binket vê carê bi rêbazên cuda û qirêj dixwaze dest bavêje civaka me’
Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Rîham Hico di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser hêa civaka Êzidî û dibêje: “Civaka Êzidî civakeke bihêz e. Hêzên derve her tim xwestine me ji van axan dûr bixin. Ji ber heta em li ser vê axê bin ew ê nekaribin desthilatdariya xwe li vir bimeşînin. Ji bo wê jî ji bo tunekirina me her tişt kirine. Lê bi ser neketine. Ji ber wê jî em dikarin îro li vir kom bibin. Hedefên komkujiyan heye; em bi zanebûn hatin kuştin. Weke bawerî me kirin hedef, dîsa di civaka me de jin û çanda me kirin hedef. Dema jinên me girtin beriya her tiştî cilên me jê kirin û cilê xwe lê kirin. Xwestin çanda me biguherin. Nehiştin em bi zimanê xwe biaxifin. Kurmanciya ku zimanê me yê dayikê ye qedexe kirin. Xwestin me wek xwe lê bikin. Di fermanê de me hemûyan ji hev cuda kirin. Her Zarok li gor xwe perwerde kirin, jin firotin, kal û pîr kirin mijara bazarê. Çima jin bûn hedef? Baweriya Êzidiyan naşibe yên din. Ji ber jin di civaka me de pêşeng e. Li gel civaka Êzidî çawa welat û ax pîroz be jin jî pîroz e. Jixwe dijmin hesabê du tiştan nekir ku têk çû: yek, nedizanî ku jinên Êzidî bi baweriya xwe ewqas girêdayîne, wê li ber xwe bidin. Du, wan hesabê gerîlayên PKK’ê û şervanên Rojava nekirin.”
‘Derveyî me kes me naparêze’
Berdevka Dîplomasiya TAJÊ Rîham Hico jî di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên rojane û bi vê awayî dawî li gotinên xwe anî: “Ruxmê deskeftiyên Şengalê wan her tim xwest xweseriya Şengalê tune bikin. Niha êsîrên me li dijî me bikar tînin. Niha yên rizgar dibin napeyivin, ditirsin. Ma wê ji fermanê wêdetir çi bê serê wan? Lê em dibînin ku ji aliyê hin hêzan ve tên tirsandin. Bi hezaran êsîr rizgar kirin û birin derveyî welat. Gelo nedikarîn wan êsîran li Şengalê bi cîh bikin, tedawî û perwerde bikin? Lê em dizanin ku ev jî parçeyek plana dagirkeran e. Dixwazin bi riya êsîran Şengal vale bikin. Jixwe heta niha her êsîrek bi xwe re bi dehan kes birin derveyî Şengalê. Ger em xwe neparêzin, wê kes me neparêze.”
Wê encamnameya şêwirê piştre were eşkere kirin.