Ji xizmên windayan banga edaletê û darizandina kujeran
Navenda Nûçeyan- Xizmên Windayan û rêveberên Şaxên ÎHD’ê ya Amed, Êlihê û Colemêrgê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin vê hefteyê jî domandin.
Amed
Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 917'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHD’ê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê ku di 4'ê Îlona 1993'yan de li Êlihê hat qetilkirin, pirsîn.
Di çalakiyê de endamê ÎHD'ê ya şaxa Amedê Yakûp Guven, hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar axivîn.
Yakup Guven diyar kir ku Mehmet Sîncar siyasetmedarekî Kurdistanê û parlamenterê wan bûye û wiha got: “Ew nûner û endamê xeta azadiyê bû. Mehmet Sîncar hem ji aliyê kiryarên wan nediyar ve hat qetilkirin, hem jî ji ber ku Kurdekî welatparêz bû û dixwest gelê xwe biparêze hate armancgirtin. Tevî van hemû zextan, li ser malbat, heval û zarokên Mehmet Sîncar jî zordarî hate kirin û zimanê me hate qedexekirin.”
Cîhan Sîncar jî anî ziman ku serê wan bilind e û wiha domand: “Em di pêvajoyekê de derbas dibin ku mirovên 33 sal in parlementerî kirine jî tune tên hesibandin, dîroka wan tê şewitandin û birîndarkirin. Mafên van mirovên ku dihat xwestin fikr û navên wan di nav dîrokê de bêne şewitandin, hê jî nedane wan. Ez jî wekî miroveke vî welatî ji bo zimanê xwe, azadiya xwe û gelê xwe daxwaza edaletê dikim. Di doza Mehmet Sîncar de ku zêdetirî 30 sal in nehatiye çareserkirin, êdî bila edalet rûyê xwe nîşan bide. Hem di sersaxiyên me de hem jî di bîranînên me de daxwazeke me tenê heye, hemû mafên me yên ku hatine binpêkirin, axa me û nasnameya me bi edaletê re bibin yek.”
Piştî axaftinan çîroka windakirina Mehmet Sîncar ji aliyê nûnerê herêmê yê ÎHD'ê Tahîr Saçakli ve hat xwendin.
Tahîr Saçakli jî diyar kir ku lêgerîna parêzvanên mafên mirovan a ji bo edalet û rastiyê dê qet bi dawî nebe.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 753'yemîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin" li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê aqûbeta Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç ên ku di 4'ê Îlona 1993'yan de li Kuçeya Elmayê ya ku li sûka Êlihê hatibûn qetilkirin hat pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD’ê û Xizmên windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan.
Rêveberê ÎHD'ê ya Êlihê Îhsan Onel çîroka qetilkirina Mehmet Sîncar, Metîn Ozdemîr û Hatîp Kiliç xwend.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 243'yan de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di vê hefteyê de parazvanên mafên mirovan aqûbeta 5 şivanên ku di 24'ê Tebaxa 1996'an de li gundê Xenanisê yê girêdayê Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin û windakirin, pirsîn.
Daxuyaniya ÎHD'ê ji aliyê Hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihand ku ev 30 sal in kujerên 5 şivanan nehatine dîtin û darizandin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.