TAJÊ: Heya têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk, em dev ji têkoşînê bernadin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê nivîskî êrîşên dewleta Tirk a li dijî li ser herêmên Bakûr-Rojhilatê Suriyê ku di encama êrişande gelê sivîl tê qetilkirin, şermezar kir.
Navenda Nûçeyan- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaneykê êrîşên dewleta Tirk a li dijî li ser herêmên Bakûr-Rojhilatê Suriyê ku di encama êrişande gelê sivîl tê qetilkirin û bêdegiyê sazî û rêxistinên mafê mirovan, şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li Ser Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê sivîlan dike armanc û qetil dike. Heya ku em dagirkeriya dewleta Tirk li ser vê xakê têk nebin em dev ji têkoşîn û berxwedanê bernadin.”
Daxuyaniya TAJÊ’ê wiha ye:
“Dewleta Tirk ku neviyê Osmaniya ye, dijminê dîrokê yê civaka Êzidî ye. Osmaniyan bi dehan ferman bi serê civaka Êzidî de anîne û xwestiye ku Êzidîyatiyê ji kokê de rake. Ji bo vê yekê jî di serî de pêşengê civaka Êzîdî hedef digre. Lê Di nava civaka Êzidî de tu carî egîd, leheng û pêşeng xilas nebûne. Li hemberî 74 fermanan civaka Êzidî li berxwe daye û tune ne bûye. Civaka Êzidî ya ku piştî 74 fermana xwe bi rêxistin kirî, hêza xwe ya parastinê ava kir û bûye xwedî îrade û li hemberî xeteriya Osmantiya nû li berxwe dide.
Piştî ku DAIŞ li Surî û Îraq di warê fîzîkî de têk çû, dewleta Tirk wek erkdarê temam kirina pirojeya DAIŞ ê, dest bi êrîş û dagirkeriyê kir. Ji sala 2017’an heya roja îro bi sedan caran êrîşên hewayî li ser xaka Surî û Îraqê pêk anîne. Di van êrîşan de bi taybet Rojavayê Kurdistan, Şengal, Mexmûr û herêmên parastina medya kirine hedef.
“Hemû qanûn û yasayên cîhanî binpê dike”
Dewleta Tirk, li Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêşeng û qehremanê ku li bermberî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û tevahiya cîhanê ji xeteriya DAIŞ ê rizgar kirine wan armanc dike. Bi vî awayî tola DAIŞ’ê hiltîne. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK ji bona ku dagirkeriya xwe bi ser bixe bi her awayî êrîş dike, hemû qanûn û yasayên cîhanî binpê dike.
“Sazî û rêxistinên mafê mirovan xwe bêdeng kirine”
Dewleta Tirk a dagirker ji heyva Nîsanê heya roja îro bi dehên caran çekên kimyawî li çiyayên Kurdistanê li beramberî Gerîla bi kar tîne. Her wiha li ser gelê Sivîl komkujiyan pêk tîne. Beriya salekê nexweşxana gundê Sikêniyê bomba baran kir û komkujî pêk anî, îsal jî li Zaxo komkujî pêk anî. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li Ser Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê sivîlan dike armanc û qetil dike. Li beramberî van sucên şer yên dewleta Tirk sazî û rêxistinên mafê mirovan xwe bê deng kirine û çavê xwe girtine.
Dewleta Tirk a dagirker û qirker bi hevkarê xwe PDK’ê re, ji bo na ku civaka Êzidî bê îrade û rêxistin bihêle pêşengên wê hedef digre. Bi vê armancê Mam Zekî, Seîd Hesen, Zerdeşt Şingalî û Merwan Bedel û gelek pêşengê gelê Êzidî kirin hedef.
“Em dev ji têkoşîn û berxwedanê bernadin”
Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) di Şexsê Şehîd Mam Zekî û Şehîd Said Hesen de tevahiya Şehîdên meha tebaxê bi bîr tînin. Em wek gelê Êzidî bi taybet jinên Êzidî emê riya Şehîdên xwe bişopînin û dev ji doz û mafê xwe yê azadiyê bernedin. Heya ku em dagirkeriya dewleta Tirk li ser vê xakê têk nebin em dev ji têkoşîn û berxwedanê bernadin."
Li ser xeta Mam Zekî û Mam Seyîdan em ê li beramberî neviyê Osmaniyan heya serkeftinê li berxwe bidin.
“Dem dema xwedî derketina li axa pîroz û berxwedanê ye”
“Em wek jinên Şengalê êrîşên vê dawiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Em sersaxî ji malbatê şehîdan gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re dixwazin û şifa xêrî ji birîndaran re dixwazin. Em didin diyar kirin ku em wek jin û civaka Êzidî heya dawiyê li pişta gelê xwe yê Rojvayê Kurdistanê ne.
Em wek jinên Êzidî û Ereb banga li hemû kesê welatparêz, azadîxwaz û gelê xwe dikin, bi teybat bang li jin û ciwanan dikin ku li beramberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabin û rê li ber xeteriya Osmantiya nû bigrin, xak û rumeta xwe biparêzin. Dem dema xwedî derketina li axa pîroz û berxwedanê ye.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”,”Bimre dagirkerî û xiyanet”, “Bijî bijî berxwedan” bi dawî bû.