TAJÊ: Doza Axînê doza bi hezaran jin û zarokên Êzidiyan e

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê derbarê kuştina zaroka bi navê Axîn a li kampên başurê Kurdistanê de daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê her li pêy doza bi hezaran zarokên Êzidî yên weke Axînan bin.

Şengal - Li kampên başurê Kurdistanê di 4’ê mehê de bav û zaroka wî ya 6 salî Axîn winda bû. Piştî çend rojan bi agahiyekî cenazeya bavê Axîn hate dîtin. Piştî çend rojên din cenezeya zarok Axîn ya 6 salî hat dîtin û li ser laşê wê şopên destdirêjî hat dîtin. Piştî vê bûyera hovane heya niha jî ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ragihandina vê bûyera hovane çênebûye, lêpirsîn nehatiye destpêkirin, sûcdar nehatine dîtin û bicezakirin. Derbarê mijarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyanî da û da diyarkirin ku ewê li pêy doza Axînê bin.

Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Jin ya bajarê Şengalê ji aliya Endama TAJÊ’ê Wedha Şengalî ve hat dayîn.

“Ev fermanek e nû ye li hemberî civaka me”

Wedha Şengalî di destpêka axaftina xwe de sersaxiyê ji malbata Axîn re xwest û got: “Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê em sersaxî ji malbata Axîn re dixwezin. Eger îro zarokekî Êzidî ya 6 salê tê revandin û destdirêj li wê zarokê tê kirin, tu hesab ji tecawizkar û kujer nayê xwestin, tê wateye ku fermana 75’an li ser civaka me rabûye. Civaka me ya li kampên başurê Kurdistanê de jiyan dikin bila bes e serê xwe bitewînin. Bes e bê rumetiyê ji xwe re qebûl bikin.”

“Pêwiste kujer bê dadgehkirin”

Wedha Şengalî diyar kir ku buyerên bi vê awayî şikandina rumeta civaka Êzidî hedef digre û wiha pê de çû: “Jin û zarokên me yên Êzidiyan bi salan e tên revandin û tecawiz kirin. Ev jî hemû ji ber baweriya me ye. Ev buyera bê exlaqî û dijmirovî berdewamiya zihniyeta DAIŞ’ê ye. Dixwazin vîn û rumeta me bişkînin. Lê em weke dayîkên Şengalê tu car serî tewandinê qebûl nakin û ji civaka xwe re jî serî tewandin qebûl nakin. Dibe ku kujer hatiye girtin lê  em dîroka PDK’ê baş nasdikin ku hesab ji kujeran naxwezin bi taybet eger li dijî civaka me pêk hatibe. Lewma em dibêjin ew kesên ku vê buyera bê exlaqî kirine lazime bên cezakirin.”

“Em dev ji doza Axîn bernadin”

Di dawiya daxuyaniyê de hate teqez kirin ku weke TAJÊ wê her li peyî doza bi hezaran jin û zarokên Êzidyan bin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dibe ku cîhan  li hember vê buyerê bê deng e, lê em dayîkên Şengalê tu car li hember ne heqî û bê exlaqî bê deng namînin. Em weke dayîk jî her li peyî doza Axîn û Cîlanan in, tu car dev ji berxwedaniya xwe bernadin.”