Roja 528’emîn: Ji bo bûyîna dengê qêrîna edaletê ya dayikekî, em li vir in

Ji bo nobeta edaletê ya ji aliyê malbata Şenyaşar ve hatiye destpêkirin piştgiriyan didome. Îro jî Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jinê bi malbatê re tevlî nobetê bû.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 528’emîn. Dayik û lawê xwe ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê. Polîs ji 8’ê Tebaxê heta niha nahêlin malbat di têketina edliyeyê de li ber siyê bisekine. Dayik û kurê wê nobeta xwe di “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” de bi Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jînê re da destpêkirin. 

 “Êşa dayika Emîne êşa me ye”

 Emîne Şenyaşar ji jinan re qala pêvajoya qetlîamê û têkoşîna xwe ya edaletê kir. Endama Komeleyê Serpîl Geyîk têkildarî daxwaza edaletê ya malbatê axivî û wiha got: “Me jî xwest em piştevaniya nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar bikin. Ji bo em jî bibin dengê qêrîna edaleta malbatê, li vir in. Meh û sal derbas bûn, lê hê jî tiştek neguheriye. Lê em di wê baweriyê de dê rojek edalet were. Em wek jinên hatine piştevaniyê dibêjin êşa dayika Emîne êşa me ye. Emîne Şenyaşar li cihek feodal wek Rihayê li ber deriyê edliyeyê disekine. Em wek jinan her dem li ba ‘dayika edalet’ in. Em ê îro li gel malbatê nobedê bigirin.” 

“Em ê edaletê bi hev re bînin”

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê jî ev parvekirin kir: “Dayik di têkoşîna edaletê de piştgiriya herî mezin ji jinan girt. Wekî dayikekê ji bo her kesî edalet dixwaze. Em îro bi Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jinê ya Rihayê re nobeta xwe di roja 528’an de didomînin. Em ê edaletê bi hev re bînin."