TAJÊ banga beşdariya daxuyaniyê li hemû jinên Iraqê kir

Endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Hisên bang li hemû rêxistinên jinan ên Iraqê kir ku sibê bên beşdarî daxuyaniya ku li Mûsilê tê dayîn bibin.

Şengal-Sibê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlibûna bi dehan jinên pêkhateyên Iraqê, ji bo bîranîna 19 jinên ku di sala 2016’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi saxî hatin şewitandin, li Mûsilê cihê ku 19 jin hatin şewitandin, daxuyanî bê dayîn. TAJÊ bang li hemû jinên Iraqê kir ku tevlî daxuyaniyê bibin.

‘Êşa jinan yek e sibê bila dengê me jî yek be’

Têkildarî armanca daxuyaniyê Endama Koordînayona TAJÊ Ehram Hisên axivî û wiha banga beşdarbûnê kir:

“Me weke Tevgera Azadiya jinên Êzidî pêwîst dît ku sibê daxuyaniyekê hevpar bidin û dengê xwe bighîjînin hemû jinan. Bangawaziya me ji hemû jinan re ew e ku sibê li Mûsilê bên beşdarî daxuyaniya me bibin. Di 3’yê vê mehê de 19 jinên Êzidî ku di destên çeteyên DAIŞ’ê de dîl hatibûn girtin li Mûsilê di nava qefesekê de hatin şewitandin. Ew jinan mirin ji bo xwe qebûl kirin lê ji ola xwe gav paş ve neavêtin. Xweseteka me jî weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ew e ku em hemû jin sibê li Mûsilê bi yek dengî daxuyaniya xwe bidin. Êşa hemû jinan yek e divê em sibê bi hev re wê êşê parve bikin.”