‘Tacîz û zexta li dijî parêzvanên mafên mirovan rawestînin’

Parêzvanên mafên mirovan bertek nîşanî tacîza polîsan a li hemberî Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş hatî pêkanîn, dan.

 

Navenda Nûçeyan – Hate diyarkirin ku polîsan Hevseroka ÎHD’ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş şopandine, tacîz kirine û gef lê xwarine. Li ser vê yekê li Îzmîrê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi civîna çapemeniyê bertek nîşanî vê rewşê dan. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li civîna ku li ÎHD’ê hate lidarxistin bûn. Di civînê de destpêkê Rêvebera ÎHD’ê ya Îzmîrê Gulay Bîlîcî axivî.

‘Hewldana çewisandin û bêdengkirinê ye’

Gulay Gun Bîlîcî, diyar kir ku Gumuş bi hinceta xebatên komeleyê di demeke nêzîk de gelek caran hatiye şopandin û tacîzkirin, herwiha anî ziman ku Gumuş li ber ofîsa xwe mala xwe li qadên ku jiyana xwe ya taybet dimeşîne tê şopandin û wiha got: “Dema li wesayîta veguhestina komî siwar bû hate şopandin û peya bû, pêşiya wê hate girtin û zext lê hatin kirin û gef lê hatin xwarin. Ev tacîza polîsan a li Zîlan Gumuş ji ber xebatên wê yên komeleyê û têkoşîna wê ya mafên mirovan pêk tê. Ev tacîz ji bilî bêdengkirina parazvanên mafên mirovan ên jin û çewisandina têkoşîna mafên mirovan tiştekî din nîne.”

Gulay Gun Bîlîcî, destnîşan kir ku ji roja ÎHD hatiye avakirin ve weke binpêkirinên mafên mirovan, darizandina adil, aştî, îşkence û mirinên biguman ên li girtîgehan di gelek mijaran de têkoşiyan e û anî ziman ku di dema van xebatan de 23 endamên ÎHD’ê û rêveberên wê di cînayetên “kiryarên ne diyar” de jiyana xwe ji dest dane.

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Gulay Gun Bîlîcî diyar kir ku ji bo naskirina maf û azadiyên gelên li Tirkiyeyê dijîn dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Zext û tacîzên li ser parazvanên mafên mirovan bidawî bikin. Divê tacîza polîsan a li dijî hevala me Zîlan Gumuş demildest bi dawî bibe. Em diyar dikin ku em ê pêvajoya meşandina lêpirsîna îdarî û edlî ya pêwîst a li dijî polîsan û eşkerekirin û cezakirina berpirsyaran bişopînin. Zîlan Gumuş ne bi tenê ye.”