Hejmara 168’an a Kovara Jinê derket

Hejmara 168’an a Kovara Jinê bi berga ‘Ji azadiya jinê ber bi civaka demokratîk ve’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 168’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga ‘Ji azadiya jinê ber bi civaka demokratîk ve’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Kovar di hejmara xwe ya dawî de azadiya jinên, wek zemînê avakirina sosyalîzmê girt dest, bal kişand ser têkiliya di navbera têkoşîna dîrokî ya jinan û avakirina civaka sosyalîst.

Hemû sernavên di hejmara dawî de wihane:

“*Rêya pergalek a sosyalîst di azadiya jinê de derbas dibe- Sebahat Tuncel

*Di ezmûnên sosyalîst de, azadiya jinê- Îlknûr Bîrol

*Li beramberî pergala nû ya dinyayê Kuvarkê Matsutuke: Sosyalîzm- Aylin Karakaş 

* Ji bo jinan hertim şoreş- Denîz Derînyol

* Şehîdên Gulanê: Ji baxçeyê Gulan ê sor- Şadiye Manap”