SOHR: Li Sûriyeyê di hefteyekê de 54 kes hatine kuştin
Bîlançoya hefteya yekem a meha Tîrmehê nîşan dide ku li Sûriyeyê tu ewlehiya jiyanê nîne. Tundî û kuştin her diçe zêde dibe. Li herêmên cûda bi dehan mirin hatine tomar kirin.
Navenda Nûçeyan – Li herêmên cuda yên Sûriyeyê, ji ber zêdebûna bûyerên ewlehiyê û zêdebûna çavkaniyên aloziyê, hema hema rojane dibe sedemê mirina. Ev rewş lawaziya rewşa giştî û xetereyên berdewam yên li hember sivîlan radixe ber çavan.
Bîlançoya hefteya yekem a Tîrmehê nîşan dide ku rewşa ewlehiyê her diçe xirab dibe û bûyerên tundiyê yên cûrbecûr li deverên cuda yên Sûriyeyê zêde dibin.
54 kes mirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di nav de 49 sivîl, mirina 54 kesan belge kir. Di nava van bûyeran de pevçûnên herêmî, kuştin, darvekirinên mezhebî, gulebaranên bêserûber, teqînên ji ber bermahiyên şer û bombebarana li Şamê cih digre.
SOHR, diyar kir ku ev hejmar nîşan dide ku sivîl hîn jî bedela herî zêde didin û rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê hîn jî bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye, bîlanço li herêmên cûda û ji ber sedemên cûda têne tomar kirin ku pêwîstiya xurtkirina parastina sivîlan û kêmkirina sedemên bingehîn ên tundiyê ku hema hema rojane jiyana xwe ji dest dide, destnîşan dike.