Li girtîgeha mezin a Tehranê krîza av û tendurustiyê

Krîza ava vexwarinê û paqijiyê ya li Beşa 1’emîn a Girtîgeha Mezin a Tehranê, rê li ber karesateke tendurustiyê vekir. Ji ber nexweşiya gûrîbûnê çermê girtiyan birîn bûye û daxwaza karantîna û dermankirina lezgîn tê kirin.

Navenda Nûçeyan – Raporên ku ji beşa 1’emîn a Girtîgeha Mezin a Tehranê hatine weşandin, balê dikşînin ser krîzeke kûr a di şert û mercên girtina girtiyan de. Kêmasiya giran a avê, belavbûna nexweşiya gûriyê û cudahiya berçav a di navbera beşên cuda yên girtîgehê de, tendurustî û rûmeta hezaran girtiyan bi giranî dixe bin rîskê. Parêzerekî ev rewş wekî "binpêkirinek eşkere ya mafê gihîştina av, paqijî û dermankirinê" bi nav kir û daxwaz kir ku rayedar tavilê gavan bavêjin û saziyên serbixwe girtîgehan kontrol bikin.

Her çend dabînkirina tendurustî û ewlehiya girtiyan berpirsiyariya yasayî ya dewletê be jî, agahiyên ji beşa 1’emîn a Girtîgeha Mezin a Tehranê wêneyekî metirsîdar derdixin holê. Xirabûna avahiyan a pir kevin, kêmasiya berfireh a avê, nebûna îmkanên bingehîn ên paqijiyê û belavbûna nexweşiyên vegirtî balê dikşînin ser xwe. Di heman demê de, cudahiya mezin a îmkanan a di navbera beşan de, di mijara wekhevî û rêzgirtina li rûmeta mirovî de pirsên giran derdixe pêş.

Beşa 1’emîn bê av e

Li gorî çavkaniyeke ji hundirê girtîgehê, di beşa 1’emîn de av nagihîje gelek serşoyan û tiwaletan; heta di beşa ku wekî "salona tendurustiyê" tê binavkirin de jî heman pirsgirêk heye. Girtî neçar dibin ku ava hewce bi satilan ji beşên din hilgirînen û ji bo serşûştinê firaxên plastîk bi kar bînin; ev rewş pêkanîna herî kêm a qaîdeyên paqijiyê hema hema bêîmkan dike.

Belavbûna nexweşiya gurî

Ji ber kêmasiya avê, şert û mercên xirab ên paqijiyê, nexweşiya gûriyê di beşa 1’emîn de bi berfirehî belav bûye. Gelek girtî bi mehan e ku bi xwirîna giran, birînên çerm û bandorên din ên nexweşiyê re rû bi rû ne. Ji ber kêmasiya derman û îmkanên dermankirinê, zincîra belavbûna nexweşiyê berdewam dike.

Gûrî, nexweşiyeke çerm a pir vegirtî ye ku bi taybetî di hawirdorên qerebalîg û bêpaqijî de zû belav dibe. Pispor hişyariyê didin ku eger ev rewş wiha berdewam bike, dibe ku tendurustiya bêtir girtiyan bikeve metirsiyê.

Cudahiya di navbera hûcreyan de

Dema ku girtiyên di vê beşê de ji av û hewcedariyên bingehîn bêpar in, rapor nîşan didin ku beşa 5’emîn a Girtîgeha Mezin a Tehranê —ku bi gelemperî girtiyên sûcên darayî (maddî) lê ne— xwediyê şert û mercên paqijî û jiyanê yên pir baştir e.

Ev cudahiya eşkere, pirsên giran li ser awayê dabeşkirina îmkanan li girtîgehê û sepandina prensîba wekheviyê di navbera girtiyan de derdixe holê û li gorî çavdêran, ev yek mînaka cudakariyê ye di hawirdora girtîgehê de.

Bangawaziya ji bo destwerdana lezgîn

Tiştên ku îro di beşa 1’emîn a Girtîgeha Mezin a Tehranê de diqewimin, êdî ne tenê şaşiyeke birêvebirinê ya hêsan e. Dema ku girtî nikaribin bigihîjin ava têrker û di heman demê de nexweşiyên vegirtî belav dibin, ev yek tê wateya krîzeke giran ku tendurustî û rûmeta mirovan dixe bin rîskê. Berdewamiya van şert û mercan dikare tendurustiya civakê jî bixe metirsiyê.

Parêzer daxwaz kir ku hemû girtiyên ku bi nexweşiyên çerm ketine tavilê werin kontrolkirin, dermankirin û ji bo rêgirtina li belavbûna nexweşiyê, girtiyên bi gûriyê ketine werin îzolekirin.

Her wiha destnîşan kir ku divê şandeyên serbixwe serdana girtîgehê bikin, li cihê bûyerê lêkolînan bikin, encaman bi awayekî zelal eşkere bikin û destûrê bidin kontrola saziyên mafên mirovan û civaka sivîl. Wî diyar kir ku divê malbat û parêzerên girtiyan jî bikaribin bêyî tu fişar an gefên ewlehiyê şert û mercên girtîgehê bişopînin û daxuyaniyê bidin raya giştî.

Belgekirina vê rewşê û gihandina wê ji saziyên mafên mirovan û mekanizmayên Neteweyên Yekbûyî (NY) re jî xwedî girîngiyeke mezin e. Sûc an cezayê wan çi dibe bila bibe, hemû girtî xwedî mafên bingehîn ên mirovan in û dewlet berpirsyar e ku gihîştina wan a ji bo av, paqijî, xizmetên tendurustiyê, şert û mercên jiyanê yên mirovî dabîn bike.