Siyasetmedara Mexribî: Berxwedana jinên Kurd hêviyê dide me
Siyasetmedara Mexribî Kebîra Şatir bal kişand ser rewşa dawî ya li Sûriyeyê, anî ziman ku bi komên cîhadîst re metirsiyên li ser jinan zêdetir dibe û dibe sedema fikaran. Kebîra got: “Berxwedana jinên Kurd hêviyê dide me.”
HENAN HARIT
Mexrib – Çalakvana mafên mirovan û siyasetmedar Kebîra Şatir ku li ser dozên jinan li herêmên Ereb û Afrîkayê dixebite, li ser rewşa li Sûriyê got ku bi komên cîhadîst re, rewş nediyartir bûye.
Jinên siyasetvan, ekolojîst, femînîst û hemû beşên civakê, metirsiyên xwe yên ji ber tiştên piştî guherîna rejîma Esed derketine holê, tînin ziman. Jin dibêjin ku piştî guherînê ji aliyek ve hêviyên jinan bi QSD’ê zêde bûne, ji aliyê din ve jî rewşa Sûriyê nediyartir bûye. Kebîra Şatir jî yek ji van jinan e. Çalakvana mafên mirovan û siyasetmedar Kebîra Şatir li ser dozên jinan ên li herêmên Ereb û Afrîkayê dixebite.
‘Di krîza li Sûriyê de planên Amerîka û Îsraîlê hene’
Kebîra got ku beriya 13 salan bi hatina bihara Ereban re ya ku di sala 2011’an de li Tûnis, Misir, Mexrib, Lîbya Yemen û cihên din dest pê kir û heta îro didome, çirûska ketina Esed vêketibû. Kebîra wiha got: “Dema ku li Sûriyê welatî li Derayê derketin qadan û dirûşmên li dijî rejîmê avêtin, ji ber gelek ku destwerdanên derve hebûn, leşkeran li hember wan sor kirin û riya nakokiyan hat guhertin. Krîza Sûriyê ya niha, ji ber hebûna çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê bi piştgiriya Amerîkayê û hêzên derve hatin amadekirin e. Planên Amerîka û Îsraîlê zelal û eşkere ne.”
‘Dewleta Tirk bi xeyalên vegera serdema Osmanî êrîş dike’
Kebîra Şatir di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku faktora duyemîn destwerdana Îsraîlê ya li ser xaka Sûriyê û asîmanê wê ye. Kebîra got ku “Binpêkirinên Îsraîlê yên ji lihevkirina sala 1967’an ve, berdewam dikin. Çavên wê li Quneytira ye ji bo rê li berxwedana Filistînê bigre. Faktora sêyem jî girêdayî dewleta Tirk a dagirker e ku dixwaze sînorê xwe berfirehtir bike û Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nikaribin tevbigerin. Dixwaze daxwazên xwe li Helebê pêk bîne. Dewleta Tirk kargehên hesin sabûn û wekî din vekirine û ber bi Tirkiyê ve birine. Armanca wê, vegera serdema Împeratoriya Osmanî ya beriya sala 1923'an e. Li gorî nêrîna min, ez dibînim ku destên hinek dewletên Kendavê jî di krîza Sûriyê ya ku bi salan e didome de heye.”
‘Dezgehên çapemeniyê yên li herêmê di bin xizmeta tevliheviyan de ne’
Kebîra Şatir bal kişand ser helwesta çapemeniyê ya li herêmê jî û axaftina xwe wiha domand: “Hinek dezgehên çapemeniyê li herêmê hene wêneyan belav dikin, hewl didin ku nefret û hesûdiyên beriya sala 2011’an nîşan bidin. Ev dezgeh, daxuyaniyên berpirsên kendavê belav dikin, dibêjin ku wan fermanên Emerîkayê bi cih anîne û behsa belavkirina pere û çekan jî dikin. Her wiha rê vedikin ku kesên ji nasnameyên cuda, ji cîhanê ber bi sînorê Tirkiyê ve werin. Piraniya dewletên biyanî ceza li berpirsên mezin ên li Sûriyê birîn. Ev harmoniya bi fermanên Îsraîl û Amerîkayê, bû sedem ku civaka Sûriyê belav bibe. Van dewletan hewl dan hinek welatiyên Sûriyê bixin nava şerê li dijî desthilatdariyê. Armanca wan, talankirina xêr û bêra Sûriyê ye, mîna ku li Iraq, Lîbya, Sûdan û Yemenê çêbû.”
‘Kurd xwedî Hevpeymana Civakî ne û mafên hemû pêkhateyan diparêzin’
Kebîra Şatir da zanîn ku bi sedema vê rastiyê tevlihevî li herêmê çêbû û wiha dom kir: “Amerîkayê piştgiriya cîhadîstan bi hemû pêkhateyên wan kir. Xewna xwe pêk anî û cihê ku dixwest, dagir kir. Ji bo ku nehêle Kurd serxwebûna xwe bi dest bixin. Kurd xwedî Hevpeymaneke Civakî ne ku dikeve xizmeta mafên hemû pêkhate û jinên ku serxwebûna herêmê dixwazin. Tevî ku ewqas pêkhate li Sûriyê hene û hejmara wan zêde ye jî, bi hev re jiyaneke pirreng dijiyan û pirsgirêk tunebûn."
‘Senaryoya Iraqê tê dubarekirin’
Kebîra Şatir got: “Pêkhateyên li ser tankên Natoyê di nava hev de şer dikin û li gorî navên wan mîna Artêşa Azad an jî Artêşa Niştîmanî yên xwedî rengekî Tirkî Îxwanî bi HTŞ’ê re di nav hev de ne. Parfana kargehên Amerîkayê û kîmyewiya Îsraîlê ketine nav hev. Di rewşa heyî de di demeke ku hikûmet teokratîk e de ewê ne Xirîstiyan û ne jî Behaî xwedî maf bin. Yan dê ferzkirina ola nû li wan bibe yan jî wê bên cezakirin. Îro her kesê xwîner ji hêza Colanî matmayî dibe, ji ber ku di 13 rojan de welat xist bin kontrola xwe û ev yek ji aliyê Amerîkayê ve jî dihat xwestin. Ez ji ber helwesta Amerîkayê matmayî bûm. Em dizanin HTŞ hê di lîsteya terorê de ye. Di vir de berfirehiya piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê xuya dike. Ew jî bi riya qetilkirina zanyar û pêşengên li Sûriyê ye. Senaryoya Iraqê tê dubarekirin. Metirsî hene ev pêvajoya li Sûriyê nakokiyên nû bi xwe re bîne. Dibe ku bigihîje nakokiyên hundirîn û dibe ku şerekî navxweyî yê nû jî çêbibe.”
‘Jinên Kurd li herêmên xwe ne û hemû rêbazên parastinê dizanin’
Der barê rewşa jinan a li Sûriyê de jî Kebîra ev yek anî ziman: “Ez ji bo wan pêşerojê nabînim, ji ber cîhadîstên desthilatdariya xwe ya fikrî li ser destkeftiyên jinan ava kirine. Di dema kontrolkirina DAIŞ'ê de me dît ku jin rastî tecawizê hatin. Îro biroj azadiya çûnhatinê û lixwekirina cilan li wan hatiye qedexekirin. Dibe ku siberojê wan ji xwendinê jî bêpar bike. Jinên Xirîstiyan Durzî û Ermenî zêdetir rastî binpêkirinan tên. Jinên Kurd heta niha li herêmên xwe ne û dikarin parastina Sûriyê bikin, ji ber ku hemû rêbazên parastina azadiya xwe dizanin.”
‘Emê li hember binpêkirinan li ber balyozxaneyan çalakî bikin’
Kebîra bal kişand ser rewşa jinên Filistînê yên li Sûriyê jî û wiha got “Ew bê welat in û her dem koçber dibin, ji welatekî diçin welatekî din. Îro li hinek welatên kendavê nasnameya wan ji wan tê girtin. Divê nasnameya jinên Filistînî hebe.” Kebîra Şatir daxwaza aktîfkirina zagon û lihevkirinên navdewletî yên girêdayî mafên jinan di rewşên wiha de kir û wiha got: “Em ê ji bo daxwaza sekinandina binpêkirinên li dijî jinan, li ber rêxistin û balyozxaneyan xwepêşandanan li dar bixin”
Banga ji bo jinên Sûriyê
Kebîra Şatir di dawiya axaftina xwe de bang û hêviyên xwe bi van gotinan anî ziman: “Hêviya me ji jinên Sûriyê, bi taybetî jinên Kurd heye ku ew ê parastina Sûriyê bikin. Ji ber ku herkesî dît çawa li dijî DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk şer kirin û bi ser ketin. Ji niha ve jî dê li hemberî tevgerên wiha serî rakin, lewre baş dizanin ku hebûna van tevgeran li ser azadî û ewlehiyê gefek mezin e.”