Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 35 hezar û 904

Wezaretê Tenduristiyê ya Filistînê, ragihand ku hejmara kesên ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de kesên jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 904.

Navenda Nûçeyan- Êrişên arteşa Îsraîlê ya di 7’ê Cotmaha 2023’an li dijî Zîvala Xezayê pêktînê, ev 7 meh in bênavber didome. Li gorî daxuyaniya Wezaretê Tenduristiyê ya Filistînê, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Tenduristiyê, da xuyakirin ku di şerê 7 mehan de herî kêm 34 hezar û 904 kesan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku di heman demê de 78 hezar û 514 kes jî birîndar bûne.

Îsraîlê, îdîa dike ku ew dixwaze Hamas a ji sala 2007'an û vir ve li Xezayê desthilatdar e 'tine bike'. Tevî nerazîbûnên navneteweyî jî Îsraîl êrîşên xwe didomîne.

Di vê navberê de, danûstandinên neyekser ên li Qahîreyê di navbera Îsraîl û Hamasê de bi rêya welatên navbeynkar (Qatar, Misir û DYE’yê) roja Çarşemê ji nû ve dest pê kirin û hewl dan ku li ser agirbestê li hev bikin û pêşî li êrîşa li dijî Refahê bigirin. Navenda çapemeniyê ya nêzî îstîxbarata Misrê Al-Qahera News ragihand ku di hin xalan de 'lihevkirin' çêbûne.