Rojnamevana hatibû binçavkirin: Divê em zêdetir dengê xwe bilind bikin

Parêzer Elîf Tîrenç Îpek, binçavkirina bi hinceta ji girtiyan re pere şandine nirxand û got: "Hewl didin sûcekî derqanûnî biafirînin" û rojnamevan Nurcan Yalçin a ku bi heman hincetê hatibû binçavkirin jî got: “Divê em zêdetir dengê xwe bilind bikin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di van demên dawî de xizmên girtiyan ên ku pere ji girtiyan re dişînin rastî zexta darazê tên. Di 6'ê Gulanê de li Amedê 8 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "binpêkirina qanûnên astengkirina fînansmana rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Di nava kesên ku hatine binçavkirin de rojnamevan Nurcan Yalçin jî hebû û li ser mijarê got: “Ev polîtîkayek çêwisandinê ye divê li hemberî vê yekê em bi girtîgehan re piştgiriyê mezin bikin.”

Hatîce Yildiz jî di meha Adarê de ji ber hinceta pere ji girtîgehê re şandiye hatibû girtin. Girtiya nexweş Hatîce Yildiz a ku bi sedyeyê ji mala xwe hat derxistin 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Cezayê ku hat dayîn ji aliyê hiqûqnasan û di raya giştî de rastî bertekan hat.

‘Bi vê pêkanînê re dixwazin tecrîdê kûrtir bikin’

Nurcan Yalçin a ku hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan diyar kir ku di lêpirsîna dozgeriyê de tenê pereyê ku di sala 2018'an de ji hevalê xwe yê rojnameger re şandiye pirsîne û wiha gotinên xwe domand: “Ji min pirs kirin gotin ‘te çima ev pere şandiye’ em du rojan di binçavan de bi vê pirsê re rû bi rû man. Hem malbata min de hem jî mirovên min ên girtî hene. Ez jî bi rêkûpêk ji girtîgehê re pere dişînim. Pirskirina pereyê ku me şandine û hewldana derqanûnîkirina van pereyan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev polîtîkayek çewisandiyê ye û ev polîtîka di girtîgehan de tecrîda heyî  kûrtir dike.”

‘Dixwazin piştgiriyê asteng bikin’

Nurcan Yalçin di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ev rewş ji rêzê neyê dîtin û wiha pê de çû: “Bi şandina pereyan ji xizmekî xwe yê li girtîgehê re sûc didin nîşandan. Dixwazin gel ji piştgiriyê dûr bixin. Hem dixwazin girtiyan tenê bihêlin hem jî malbatan ji vê pêvajoyê dûr bixin. Divê em serî li hemberî vê polîtîkaya çêwisadinê netewînin. Divê li dijî vê polîtîkayê bi girtigehan re bêhtir em di nava piştgiriyê de bin û zêdetir dengê xwe bilind bikin.”

'Divê hevgirtin zêdetir bibe'

Nurcan Yalçin, diyar kir ku divê di vê pêvajoyê de hevgirtina bi girtîgehan re zêdetir bibe û wiha got: “Divê kesên bi girtîgehan re di nava piştevaniyê de ne, paşve gav navêjin. Ev ne sûc e. Dixwazin sûcekî wiha biafirînin. Lê ev rewşeke ne qanûnî ye, ez qebûl nakim ku ev hevgirtin weke sûc bê nîşandan û mirov rastî zextên edlî bên. Ez ê ji piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan bidomînim. Divê em zêdetir piştgiriyê bidin girtiyan û li dijî vê tacîzê li cem wan bin."

'Dixwazin sûcekî derqanûnî çêbikin'

Parêzer Elîf Tirenç Îpek aliyê hiqûqî yê mijarê nirxand û diyar kir ku sûcekî derqanûnî hatiye afirandin û ev rewş hem li dijî peymanên destûrî, hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye. Elîf Tirenç Îpek axaftina xwe wiha domand:

“Zehmet e mirov bibêje ku lêpirsînên li ser qanûna bi navê ‘Pêşîlêgirtina Fînansekirina Rêxistinê’ ku di sala 2013’an de hat derxistin qanûnî ne. Ji ber ku di tu zagonan de tu rêzikname tune ye ku di girtîgehê de ji bo girtî yan jî mehkûmekî pere ji kê re were şandin an neyê şandin. Ji ber ku li gorî prensîba rewabûna sûc û cezakirinê ku ew jî prensîbeke hiqûqî ya gerdûnî ye, tu kiryareke ku bi qanûnê nehatibe diyarkirin, weke sûc nayê hesibandin.”

‘Tê xwestin ku mafên herî bingehîn ên mirovî werin astengkirin’

Elîf TÎrenç Îpek, diyar kir ku bi pereyên ku xizmên girtiyan şandine gelek pêdiviyên ku ji derve nehatine girtin ji kantînê hatine kirîn. Elîf Tirenç Îpek, anî ziman ku bi pêkanînên derqanûnî armanc ew e ku girtî hewcedariyên xwe yên herî bingehîn ên mirovî jî pêk neynin û gotinên xwe wiha bi dawî kir:  “Bi tu rêgezên hiqûqî ravekirina vê yekê ne pêkan e. Ger ji bo piştgirîdayîna hevjîn, heval an jî xizmên xwe yên di girtîgehê de pere şandin sûc bê dîtin her wiha ji bo armanc û mebestên mirovî nehêlin ku girtî pêdiviyên xwe dabîn bikin, ev şêwazeke din a nîşaneya zext û tecrîda li girtîgehan e.”