Sîma Alîpûr û 4 çalakvanên din ên Azerî rastî cezayê girtin û sirgûniyê hatin
Sîma Elîpûr jî di nav de 5 çalakvanên civaka sivîl ên Azerî, ji aliyê dezgeha dadweriya Komara Îslamî ve bi tevahî 5 sal cezayê girtîgehê, 10 sal sirgûniya li Zabolê û 10 sal bêparkirina ji xizmetên elektronîkî, girtin.
Navenda Nûçeyan - Pênc çalakvanên civaka sivîl ên Azerbaycanî, Sîma (Ekrem) Alîpûr, Salar Taherafşar, Vahid Ebharî Îranq, Nîma Radmaneş û Huseyîn Îsmaîlî Soumeh, rastî zilma rejîma Îranê hatin. 5 çalakvan, ji aliyê dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tevahî 5 sal bi cezayê girtîgehê, 10 sal rûniştina mecbûrî ya li Zabolê û 10 sal bêparkirina ji xizmetên elektronîkî hatin cezakirin. Li gorî raporên hatine weşandin, her yek ji van çalakvanan bi salek li girtîgeha Zabolê, du sal rûniştina mecbûrî li vî bajarî û du sal bêparkirina ji xizmetên elektronîkî hatine cezakirin.
Ev pênc çalakvan di Cotmeha 2025’an de piştî wergirtina agahdariyan, ji bo Şaxa Sêyemîn a Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Tebrîzê hatin gazîkirin. Tawanên ku di bangnameyan de hatine raberkirin ev bûn: "propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê", "sorkirina raya giştî" û "sextkirina belgeyên hikûmet û fermî ji aliyê rayedarên hikûmetê ve"
Ev ceza di demekê de hatin ku her pênc çalakvan berê rastî girtinê an jî gazîkirina ewlehî û dadweriyê hatibûn. Sîma (Ekram) Alîpour di Hezîrana 2022’yan de ligel hevjînê xwe Davud Shiri (Daraxşan) hatiye girtin û di Adara 2024’an de ji bo Daîreya Îstîxbaratê ya Tebrîzê ve hatiye gazîkirin.
Salar Taher Afşar ku niha li Girtîgeha Evînê cezayê pênc saleyî dikişîne, di Çileya 2025’an de di dozeke cuda de salek cezayê girtîgehê girtibû. Ew di Sibata 2024’an de hat girtin û bi tohmeta hevkariyê pênc sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Vahid Abharî Îranagh jî di Kanûna 2024’an de li Tebrîzê hat girtin û piştî demekê bi kefaleta 200 milyon tûmenî hat berdan. Ew di Sibata heman salê de jî ji bo Daîreya Îstîxbaratê ya Tebrîzê hat gazîkirin.
Nîma Radmaneş û Huseyîn Îsmaîlî Soumeh jî di Kanûna 2024’an de ji aliyê hêzên Îstîxbaratê yên IRGC ve li Tebrîzê hatin girtin. Piştî 15 rojan, her du ji navenda binçavkirinê bo Girtîgeha Tebrîzê hatin veguhestin û di Çileya heman salê de piştî dayîna kefaleta 700 milyon tûmenî ji bo Radmaneş û 400 milyon tûmenî ji bo Îsmaîlî Soumeh, hatin berdan.
Li gorî agahiyên hatine weşandin, biryara dawî ji bo her pênc kesan cezayên wekhev daye; lê belê qeydên wan ên sûcên berê di dozên cuda de ne.