Sevgul Karadaş: Ji bo cenaze dernevin divê deng bidin dengê girtiyan
Hevseroka TUAY-DER'ê Sevgul Karadaş a bal kişand ser mirinên li girtîgehan tê dijîn, diyar kir ku ji bo ji girtîgehan cenaze dernekevin divê deng bidin degê girtiyan û da zanîn ku çalakiyên ew dane dest pê kirin dê bidomin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Li gorî daneyên 2022’an ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Dema berdana girtiyan bi hinceta înfaz şewitandinê û raporên ATK'ê yên "dikare di girtîgehê de bimîne" nayên kirin, di pêvajoya dawî de hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibe. Li gorî daneyan di 8 mehên dawî de 44, di hefteya dawî de jî 3 nexweş di girtîgehên ku lê dihatin ragirtin de jiyana xwe ji dest dan. Dema Wezareta Edaletê der barê mirinên tên jiyîn de bêdengiya xwe diparezê, hemû serlêdanên tedbîr û kontrolkirinê yên ji bo girtiyên nexweş tên kirin jî bê encam dimînin.
Girtî rastî muameleyên xerab tên
Hevseroka Komeleya Piştevanîyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê Sevgul Karadaş a der barê di 5 rojên dawî de mirina 3 girtiyên nexweş de axivî, diyar kir ku ew ê ji bo li dijî zêdebûna mirinan dengê xwe bilind li qadan bin. Sevgul Karadaş a ku di heman demê de ew jî xizma girtiyê, diyar kir ku tevî hevjînê wê yê di girtîgehê de bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê rastî muameleya xerab tên. Sevgul Karadaş a diyar kir li hundir ji girtiyan re li derve jî ji xizmên girtiyan re îşkence tê kirin, da zanîn ku ji bo di pêvajoya tê jiyîn de ji dengê girtiyan re bibin deng dê her cure çalakiyan pêkbînin.
“Dewlet dixwaze Kurd serê xwe bitewînin”
Sevgul Karadaş diyar kir ku ew ê der barê mirina girtiyên nexweş yên tên jiyîn de bêdeng nemînin û wiha axivî: “Ji girtîgehan cenaze derdikevin. Dewlet dixwaze li dijî tiştên tên jiyîn me bêdeng bike û dixwaze em bêdeng bimînin. Lê em ê bêdeng nemînin. Dewlet dixwaze Kurdan serê xwe bitewînin û çi bixwaze bikin. Ji ber ku gelê Kurd vê qebûl nake, îro ji çaraliyê rastî îşkenceyê tê. Em li derve girtî jî li hundir rastî îşkenceyê tên. Lê em ê li hemberî tiştên tên jiyîn re bêdeng nemînin. Girtiyên nexweş her roj jiyana xwe ji dest didin. Hêj li girtîgehê girtiyên nexweş hene û tevî rewşa wan girane jî nayên berdan. Li gel nexweş in û nayên tehliyekirin, rastî îşkence jî tên. Em vê yekê qebûl nakin.”
"Em ê li dijî mirinan bêdeng nemînin û li qadan bin"
Sevgul Karadaş agahiya ew ê ji bilî nobetên edaletê bi daxuyaniyên çapemeniyê re jî rewşa girtiyên nexweş bixin rojevê da û banga ji bo ji girtîgehan cenaze dernekevin divê hemû kes ji girtiyan re bibe deng, kir. Sevgul Karadaş wiha got: “Tiştên tên kirin ne însanî ye. Mirovan bi awayekî nexweş di temenên xwe yên 80-90 salî de çawa dikarin li girtîgehê bijîn. Dewlet bi tehliyê nekirina mirovan dixwaze tol hilîne. Em ji pêvajoyeke dijwar û giran re derbas dibin, lê bêdeng mayîn nîne. Em ê hem wek komele hem jî wek xizmên girtiyan li dijî tiştên tên kirin, li qadan bin. Girtiyên nexweş li hundir ji her cure mafên xwe bêpar tên hiştin. Nabîn nexweşxaneyê, dermanên wan nayên dayîn û girtiyên nexweş yên ji hucreyan re tên avêtin jî dibin. Em vê rewşê qebûl nakin. Em ê hem bi nobetên edaletê hem jî bi daxuyaniyên çapemeniyê re li dijî tiştên tên jiyîn deng derbixin.”