"Êrîşên dagirkeriya Tirk nikare îradeya me têk bibe"

Jinên Minbicê destnîşan kirin ku rêbazên hovane yên dagirkeriya Tirk nikare îradeya wan têk bibe, îradeya wan a ji bo parastina projeya neteweya demokratîk a ku hemû pêkhateyên gel hembêz kiriye, zêdetir dike.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Dagirkeriya tirk êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya netewî, sûcên herî hovane li dijî gelê herêmê pêk tîne. Sûcê dawî yê hovane ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat kirin roja 18’ê Tebaxê bû, dema ku dibistana keçan a di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye, ku dikeve ser rêya di navbera Til Temir û Hesekê li gundê Şemoka topbaran kir û di encam de 4 keç jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Jinên Minbicî û gundewarê wê bi dirûşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê, werin şerê azadiyê" xwepêşandanek li dar xistin. Jinên bajarê Minbicê yên beşdarî xwepêşandanê bûn, daxwaza ferzkirina ambargoya hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û tekez kirin ku êrîşên dewleta Tirk wê îradeya wan lawaz neke, îrade û hêza wan a berdewamkirina têkoşînê zêdetir dike.

“Dewleta Tirk projeya Netewa Demokratîk hedef digre”

Di dawiya xwepêşandanê de li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyek hat dayîn û êrîşa dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me şermezar dikin. Armanca dewleta Tirk a dagirker lêxistina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e. Ji ber ku faşîzma Tirk asta ewlekarî û ewlehiyê ya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştiye baş dizane, em her tim dibînin ku bi balafirên bê mirov sivîlan dike hedef."

Daxwaza girtina qada hawayî

Endama Meclîsa Xet El-Xerbî Şemsa Bergil binpêkirinên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: "Em daxwaz dikin ku ambargoya hewayî li ser herêmên me bê ferzkirin da ku Tirkiyê komkujiyên din li dijî me pêk neyne."

Hevseroka Meclîsa Ebû Qelqel Hacir El-Elî jî wiha anî ziman: "Armanca dagirkeriya tirk ji van êrîşan qelskirina vîna gel e. Êrîşên dewleta tirk wê îradeya me lawaz neke, îrade û hêza me ya berdewamkirina têkoşînê zêdetir dike."

“Êriş nikarin îradeya me têk bibin”

Hevseroka Meclisa Tel Hûzanê Îmtîsal El-Tan hedefgitina pêşengên jin û şervanên jin ji aliyê dewleta tirk ve şermezar kir û wiha got: "Em daxwaz dikin ku dawî li van binpêkirin û sûcên li dijî gel bên. Rêbazên hovane yên dagirkeriya Tirk wê îradeya me kêm neke, îradeya me ya ji bo parastina projeya neteweya demokratîk a ku hemû pêkhateyên gel hembêz kiriye, zêdetir dike."