Serpêhatiya jinên li Îranê bi penceşêrê ketine û bêderman mane

Belkî çîroka bandora şer a li ser jinên li Îranê dikare di dîmenekê de were kurtkirin: du jin li kêleka nivînek vala, li benda derman, dem û jiyanê ne. Piştî ku mirinê dîtine, hebûna wê hîs kirine, dîsa jî têkoşînê hildibjêrin.

PIRŞANG DEWLATYARÎ

Navenda Nûçeyan – Di nav pevçûnên leşkerî yên berdewam ên li herêmê ku niha di meha xwe ya duyemîn de ne, qada şer êdî bi sînoran ve sînordar nîne, heta laşên kesên bêparastin jî dirêj bûye. Nexweşên penceşêrê û kesên ku ji nexweşiyên din ên giran dikşînin, bi awayekî ketine nav pevçûnê ku ne penageh û ne jî derfet ji wan re dihêle ku şerê xwe yê li dijî nexweşiyan bipaş bixin. Ev rapor hewl dide ku fêm bike ka şer çawa ketiye nav qada jeopolîtîk û qada biyomedîkal, jiyanê veguherandiye qadeke pêşbaziyê ya di navbera hêzan de.

3 jinên bi penceşêrê ketine

Ev çîrok li yek ji nexweşxaneyên Rojhilatê Kurdistanê, di beşeke taybet a ji bo nexweşên penceşêrê de xwedî rûyekî rastîn, navekî û dengekî ye. "Sima.N","Xatûn.B" û "Şilêr.Y" sê jin in ku di demekê de ji rêyên cuda hevdu nas kirin: nivînên li kêleka hev di odeyekê de ku dengê alavên bijîşkî bi dengê dûr ê teqînan re tevlihev dibe.

Çîroka Sîma ya ku pençeşêr li canê wê belav bû

Sîma dayîka zarokek e, bi salan bi pençeşêra malzarokê re şer kir, dermankirinên dirêj ên kemoterapiyê derbas kir û demek başbûnê derbas kir. Lê belê, penceşêr vegeriya û belavî rûviyên wê bû, dubarebûnek bêdeng bû lê xeternak bû. Ew ji bajarekî dûr, bi çenteyek biçûk û bi fikarek ji her dûrbûnê zêdetir ji vê nexweşxaneyê hate veguheztin. Li gorî bijîşkê wê, rewşa wê di onkolojiyê de wekî "dubarebûn an metastaza sînorkirî" tê zanîn, ku eger di cih de neyê dermankirin dikare bibe metastaza berfireh.

Xatûna ku pençeşêra rûvî dikşîne

Xatûn ciwantir e û dayîka du zarokan e. Ew jî pençeşêra rûvî dikşîne û di dema nexweşî û dermankirina wê de sipila wê zirar dîtiye. Sipila ku di parzûna xwînê û şerê li dijî enfeksiyonê de roleke girîng dilîze, êdî bi awayekî normal kar nake, ev yek wê ji enfeksiyonên firsendperest re hesas dike. Her çerxek kemoterapî bêyî piştgiriya dermanan a guncav dikare bibe krîzek giran.

Şilêr ne ji ber teqînê ji qutbûna derman mir

Şilêr ku êdî di wê nivînê de nebû, ji gundekî dûr dihat. Dûrbûna erdnîgarî di heman demê de dihat wateya dûrbûna ji xizmetên bijîşkî jî. Veguhestina wê ne ji ber xemsariyê, ji ber hilweşîna binesaziya ku di dema şer de gihîştina dermanan mîsoger dikir, bi derengî ket. Di xwepêşandanên Çileya 2026’an de, ji ber kêmbûna dermanan çend caran kemoterapî hate qutkirin û nexweşiya wê pêşve çû. Ew di teqînekê de nemir, lê ji "qutbûna dermankirinê" jiyana xwe ji dest da.

Astengkirina dermankirinê mirina bêdeng e

Şerê ku niha di meha xwe ya duyemîn de ye, di tebeqeyên veşartî de tê meşandin; di nav laşên nexweşan de, di hucreyên ku hewceyî dermankirina domdar in û di pergalên tenduristiyê de ku hêdî hêdî hildiweşin. Tiştê ku diqewime ne tenê krîzeke ewlehiyê ye, her wiha krîzeke kûr a "bijîşkî-siyasî" ye jî.

Ji bo Sîma, ev krîz tê wateya derengxistina çerxên kemoterapîyê ku divê di navberên diyarkirî de (wek her 21 rojan carekê) werin dayîn da ku bandora wan were mîsogerkirin. Her derengketinek şaneyek dide şaneyên penceşêrê ku mezin bibin û potansiyel berxwedana dermanan bipêş bixin.

Biryarên siyasî diyar dikin ka kî dijî û kî dimre

Ji bo Xatûnê pirsgirêk ne tenê pençeşêr e, di heman demê de ji enfeksiyonê xilasbûn e jî. Bêyî sipileke saxlem, ew hewceyê vakslêdanan, antîbiyotîkên pêşîlêgirtinê û lênêrîna pir baldar e, lê ev sîstema piştgiriyê di dema şer de hilweşiya.

Şilêr di vê nuqteyê de ket, ku siyaseta mezin rasterast vediguhere mirina takekesan. Li vir têgeha "biyopolîtîk" derdikeve holê, ku biryarên siyasî diyar dikin ka kî dijî û kî dimre. Êdî ne tenê meseleya dermankirinê ye; tenduristî bûye qadeke desthilatdariyê, ku kesên desthilatdar bandora xwe bi rêya rêvebirin an jî paşguhkirina binesaziya tenduristiyê pêk tînin.

Têkçûna zincîra dermankirinê; penceşêr bi qutbûnê re rûbirû ye

Di bijîşkiya nûjen de, dermankirina penceşêrê li ser bingeha berdewamiyê ye. Kemoterapî, tîrêjterapî û terapiyên hedefgirtî plansaziyek demê ya baldar hewce dikin. Her navberdanek dikare bibe sedema belavbûna nexweşiyê.

Bijîşka Sîma dibêje ku derengxistina dermankirinê dikare enfeksiyoneke rûvî ya sînorkirî veguherîne metastazên berfireh di kezeb an pişikê de. Di rewşa Xatûnê de derengxistin dikare bibe sedema kêmbûna bandora dermankirinê û zêdebûna xetera enfeksiyoneke kujer.

Malbatên wan neçar mane ku dermanan ji bazara reş û buha bikirin

Dermankirin bi dermanên bingehîn ve sînordar nîne; dermanên destekê, yên wek dermanên dijî-dilxelandinê, faktorên mezinbûnê ji bo pêşîgirtina li jimara xirokên spî yên xwînê yên kêm û antîbiyotîk jî pêwîst in. Bêyî wan, dermankirin netemam dibe. Ji ber vê malbatên nexweşan neçar mane ku dermanan ji bazara reş bi bihayên pir zêde bikirin.

Di van şert û mercan de, karmendên bijîşkî neçar in ku biryarên trajîk bidin: Kî pêşî derman digire? Ev tiştê ku jê re "ehlaqa awarte" tê gotin e, ku barê biryardanê ji siyasetan ber bi bijîşkan ve tê veguhestin.

Aboriya mirinê û bazara dermanan

Yek ji aliyên herî aloz ên krîzê, meseleya dermanan e. Tevî ku behsa "kêmasiyên nû" nayê kirin jî, dermanên girîng kêm bûne. Ji bo Sîma, ev tê wateya kêmtir şansên kontrolkirina nexweşiyê. Ji bo Xatûnê, ev dikare bibe sedema rawestandina tevahî ya dermankirinê. Zêdebûna lêçûnan krîzê girantir kiriye. Malbat di navbera dabînkirina dermankirinê û dabînkirina pêdiviyên bingehîn de asê mane. Li vir "aboriya mirinê" derdikeve holê, ku şiyana darayî dibe faktorek diyarker ji bo jiyanê.

Di demên krîzê de, bazara narkotîkê vediguhere bazarek reş ku ji aliyê torên nefermî ve tê kontrolkirin û gihîştina dermankirinê li ser bingeha pere û têkiliyan dibe, ne li ser bingeha pêdiviya bijîşkî.

Dermanên ku divê bighîjin Sîma û Xatûnê di rêyên têkçûyî de asê mane

Têkçûna Tengava Hurmuzê êdî ne tenê meseleya enerjiyê ye, her wiha meseleya jiyan û mirinê ye jî. Dermanên kîmyageriyê, bi taybetî yên biyolojîk, zincîrên dabînkirinê yên rast û bilez hewce dikin. Niha, dermanên ku divê bighîjin Sîma û Xatûnê di rêyên têkçûyî de asê mane. Li vir, jeopolîtîk rasterast bi derman ve girêdayî ye. Rêyên barkirinê, ceza û pevçûn bi awayekî nerasterast bandorê li şaneyên nexweşan dikin. Di vê dinyayê de, erdnîgarî dibe çarenûsek biyolojîk.

Şerê derûnî; xemgînî wek faktorek patolojîk e

Di heman odeyê de, Sîma di tirsa pêşveçûna nexweşiyê de dijî û Xatûn jî di tirsa enfeksiyonê de dijî. Stresa kronîk pergala parastinê qels dike, toleransa dermankirinê kêm dike û başbûnê hêdî dike. Li vir, "şerê derûnî" xwe nîşan dide, dibe rewşek daîmî, xêzên di navbera nexweşiya laşî û psîkolojîk de di çerxek xerab de nezelal dike ku her yek ji wan di nav ya din de ye. Tevî daxuyaniyên medyaya fermî yên li ser "berdewamiya xizmetan" rastî cûda ye, nexweşan ber bi bazara reş ve dibe û dibe sedema krîzek kûr a baweriyê.

Kêliya mirinê ya bê şîrove

Lê tiştek kêliya mirina Şilêr rave nake. Sîma û Xatûn mirinê tenê li nivînekê dûr dîtin. Makîneyek rawestiya, bêdengî şûna bêhnvedanê girt û nihêrînên bêbersiv li çavên wan ketin. Ji wê gavê pê ve, şer ne tenê li derveyî nexweşxaneyê bû, her wiha di nav çavên wan de jî bû. Her nivînek vala ev pirs derxist holê: Dora kê ye?

Êdî ne li benda dermankirinê bû, ji bo jiyanê jî bû. Her derengketin, her kêmasî, her sozek nehatî bicihanîn mirinê gavek nêzîktir dikir.

Dîsa jî, Sîma û Xatûn hê jî sax in. Ew hê jî li bendê ne, hê jî bi hêviya dermanê ku dibe ku were, şansek ku dibe ku were dayîn, rojek ku dibe ku şer biqede.

Sîma keça xwe difikire û Xatûn jî li ser zarokên xwe, lê bîranîna Şilêr ji her tiştî girantir e. Li vir, "mirina bêdeng" derdikeve holê; mirinek ku di giyan de berî laş dest pê dike.

Lê dîsa jî wan biryar da ku li ber xwe bidin

Berxwedana wan berxwedanek e li hember jiyanê bi xwe, li hember hilweşînê, li hember jibîrkirinê, li hember bûyîna hejmareke sade di îstatîstîkeke netemam de.

Belkî çîrok dikare di dîmenekê de were kurtkirin: du jin li kêleka nivînek vala, li benda derman, dem û jiyanê ne. Piştî ku mirin dîtine, hebûna wê hîs kirine, lê dîsa jî şerkirinê hildibijêrin.

Bi hêviya saxmayîn û başbûna her Sîma û Xatûnê ku di nav vî şerî de bi pençeşêrê re şer dikin.