Kuştina rojnamevanên jin: Rêbaza birandina deng û rastiyê ye

Di meha Nîsanê de, li gelemperî dinyayê li herêmên şer û rageşî, hedefgirtina rojnamevanên jin zêde bûye. Raporên destpêkê, belge dikin ku hinek xebatkarên medyayê yên jin ji ber pîşeyên xwe hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Li herêmên şer, kuştina jinên rojnamevan êdî ne tenê ‘xeteriyeke pîşeyî’ ku li îstatîstîkên şer werin zêdekirin e. Ji mehên destpêka 2026’an ve, bi taybetî li Xeza û Lubnanê jinên ku di qada medyayê de dixebitin zêdetir dibin hedef. Ev rewş tê wateya ‘bêdengkirina deng. Hewl didin hem pêşî li ragihandina rastiyê hem jî dengê jinan bibirin.’

Zoriyên mezin ku jinên rojnamevan bi wan re rûbirû ne, bi taybetî di qadên bê aram de didomin. Dane nîşan didin ku xebatkarên jin ên medyayê, ji du aliyan ve di bin xeterê de ne; li aliyekê xeterên çavkaniya xwe ji xwezaya xebatên rojnamevaniyê digrin, li aliyê din hedefgirtina ku xwe dispêre zayendê.

Jinên rojnamevan tenê bi ragihandina nûçeyan ne sînordar nîn in, gelek deman çîrokên nehatine vegotin, çîrokên dayîkên ku hatine jibîrkirin dikin rojev. Dema ew tên kuştin ne tenê kesek, bi tamamî qada alternatîf tê bêdengkirin. Ev ne tenê azadiya çapemeniyê ye, di heman demê de di aliyê edaleta agahiyan de windahiyek e.

Di mehên destpêkê yên sala 2026’an de pirsa bingehîn ne ‘çend jinên rojnamevan hatine kuştin?’ bû ‘kesê ku wan vebêje ji ber najîn, çend çîrok nehatine vegotin?’ bû.

Di êrîşên Îsraîlê de jinên rojnamevan dibin hedef

Hê daneyek rast û rojane ku hemû bûyerên der barê kuştina rojnamevanên jin de digre nava xwe nîn e. Ev cureyên agahiyan gelemperî, xwe dispêrin raporên saziyên weke Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî û Rojnamevanên Sînornenas û dibe ku pêvajoyên piştrastkirinê dirêj bin. 

Lê belê li gorî daneyên Nîsana 2026’an ku hatine belgekirin, di aliyê tundiya li Rojhilata Navîn zêde dibe de, bi taybetî êrîşên Îsraîlê li dijî Lubnanê didomin de, hinek rojnamevanên jin jiyana xwe ji dest dane. Yek ji vana, xebatkara Radyoya Sawt e-Farah, Gade Dayeh ku di êrîşa 7’ê Nîsanê li dijî avahiya Başûrê Lubnanê lê dima de jiyana xwe ji dest dabû ye. Dîsa xebatkara heman kenalî Suzan Halîlî, di 8’ê Nîsanê de di êrîşa hewayî ya li dijî Başûrê Lubnanê de jiyana xwe ji dest da. 

Di 22’ê Nîsanê de xebatkara rojnameya Al -Exbar Amal Xelîl, di dema ku li qada bajarokê Tayrî nûçe dişopand, di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da. Mirina wê ji ber îdiayên ‘cote êrîş’ ku xebatên rizgariyê asteng dike, di asta berfireh de hat şermezarkirin û nîqaşên hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin bi xwe re anî. Ev rewş,

pirsa ku rojnamevan bi zanabûna hatine hedefgirtin an na anî rojevê.

Kuştina rojnamevanan didome

Qadên şer ên berfireh bûne, ji bo jinan bûne cihên herî bi xeter. Rojnamevana Lubnanî Fatîme Fettunî ku di kenala Al- Mayadeen de dixebitî, di 28’ê Adarê de di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Başûrê Lubnanê de jiyana xwe ji dest da.

Ev hejmar wek daneyek bê alî nayê xwendin. Kuştina rojnamevanek jin ne tenê bêdengkirina rojnamevanekê ye, di heman demê de hedefgirtina qadek ku ji dîrokê ve weke serweriya mêr tê dîtin e.

Rojnamevanên jin, tenê agahiyan ranagihînin, vegotinê ji nû ve ava dike, di çûyîna qadên wek çeperên şer, gorên komî de cihê xwe digrin. Ji ber vê hebûna wan bi serê xwe çalakiya berxwedanê ye. Dema tên kuştin ne tenê beden, aliyekî rastiyê û vegotina alternatîf tune dike.

Xaleke din a balkêş, gelek jinên rojnemavan ên tên kuştin, ne di saziyên mezin ên medyayê yên navnteweyî de, di medyayên xwecihî de dixebitin e. Ev jî nîşan dide ku ew zêdetir nêzî çîrokên biçûk ên gelek deman wan digihîjin gel û dikin manşetên gerdûnî, ji ber vê windabûna wan girantir e.

Tundiya ji du alî ve

Rojnamevanên jin, beriya werin kuştin, rastî gelek zextên wek kampanyayên reşkirinê, biçûkxistina pîşeyî û ji ber di raya giştî de tên dîtin tên hedefgirtin. Ev rewş, nîşan dide ku tundiya rastî tên ne tenê ji ber rojnamevan in, di heman demê de ji ber ‘jin di cihê ku di têkiliyên hêzê de nayên qebûlkirin in.’

Li gorî daneyên navnetweyî, di salên dawî de hejmara rojnamevanên li gelemperî dinyayê hatine kuştin gihîştiye asta rekorê û kiryar di asteke mezin de bê ceza hatine hiştin. Lê belê di nava vê hejmarê de, her çendî hejmara jinan kêmtir be jî di aliyê parastin û belgekirinê de di asta zêde de ne.

Ev rastî hemû nîşan didin ku ji bo bihêzkirina mekanîzmayên parastinê ji bo rojnamevanan, divê hesabdayîna bersûcan û qadek bi ewle ya xebatê ku rastiyê bê tirs ragihînin were avakirin. Ji bo rojnamevanên jin ên hatine kuştin edalet, ne tenê cezakirina kiryaran e, di heman demê de lêpirsîna şertên dubarebûn û gengazkirina hedefgirtina jinan e û tê wateya avêtina gavên ku van pargalan ji holê rake.