‘Divê Rêber Apo pêvajoyê li derve bi xwe birêve bibe’
Jinên bajarê Til Temirê gotin ku ancax Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danûstandinan bi partî û hêzên siyasî û gelan re rû bi rû bike û pêvajoyê bi xwe birêve bibe, aramî dê pêk bê.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Ev 27 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Girtîgeha Îmraliyê, di tecrîdeke giran de ye. Her çiqas beriya salekê Banga Aştî û Civaka Demokratîk ragihandibe jî, tevî gav hatibin avêtin jî heta niha di girtîgehê de ye û şert û mercên guncaw ji bo wî nayên avakirin da ku pêvajoyê birêve bibe.
Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê derbarê vê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
‘Pêvajo hewcedarê danûstandinên Ocalan ên rûbirû ye’
Elmaz Emîn got ku jinên ji fikr û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûd wergirtine, pêşengî ji serkeftina Şoreşa Rojava re kirine û wiha got: “Pêwîst e ku Rêbertiya me were berdan, çimkî danûstandinên ku li Sûriye û Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê çêdibe, bêyî Ocalan naghêje encamek. Ji ber ku di bin zextekê de ev hevdîtin çêdibin. Daxwaza me ji sazî û rêxistinên navneteweyî ew e ku rê bidin ku Abdullah Ocalan, rû bi rû bi partiyên siyasî û hêzên leşkerî re danûstandin bike. Ji bo ku rêya şer were girtin û deriyê aştiya rastîn vebe, divê destpêkê azadiya fîzîkî ya Rêberê me were bidestxistin.”
‘Heta Ocalan girtî be ewê li benda aramiyek taloq û çênabe bin’
Elmaz da zanîn ku heta Rêberê wan girtî be wê deriyên çareseriyan venebin û wiha pêl da gotina xwe: “Dewletên navneteweyî tevî Tirkiyê jî, naxwazin Ocalan azad bibe. Ne wisa ba wê heta niha fîlozofek wek Ocalan ne girtî ba û azadiya xwe bijiya. Lê heta Ocalan girtî be wê cîhan li benda aramiyek çênabe bin. Azadiya Rêber Apo xilasiya ji serdema xwînî û şer a Kurdistanê, tevî Sûriyeyê û Tirkiyeyê her wiha tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Ji lewra roj bi roj wê hevdîtinên Ocalan bi netewan re li ser bingeha çareseriyê bipêş bikeve, gava ku azadiya xwe ya fîzîkî jî bidest bixe. Ji ber pêvajoya em dijîn, destê gelek dewletên cîhanê di nav de ye. Yê ku herêmê xilas bike jî dîsa Ocalan e.”
‘Jiyana bêyî Ocalan tijî tundî û kuştin e’
Evîn Ehmed jî got ku jiyanek azad bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne pêkan e û wiha pê de çû: “Gel bi hebûna Rêber Apo hêzdar dibe û girêdanek wan a mezin pê re heye. Jiyana ku niha bê hebûna fîzîkî ya Rêbertî dibe, jiyanek tijî tundî, xiyanet, zordarî û kuştin e û ya herî zêde pê re rû bi rû dimîne jî, jin e. Vegera Rêber Apo li nav gel û jinan wê azadiyek watedar bi xwe re bîne. Ji lewra jiyanek bi Rêbertiya xwe re, daxwaza me hemû jinan û gelên hezkiriyên wî ne.”
‘Hemû cîhan hewcedarê hebûn û ramana Ocalan e’
Evîn di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku mayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di girtîgehê de ne yasayî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hêz û rêxistinên navneteweyî dengê me bibhîzin û Rêber Apo azad bikin da ku vegere nav gelê xwe. Hemû cîhan hewcedarê hebûn û ramana Ocalan e.”