‘Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû destpêkek nû’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya kantona Firatê di 10’emîn salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê yê li ser bajarê Kobanê daxuyanî da û got: “Serkeftina li Kobanê bû çirûsk û despêkek nû ji bo gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê.”

Kobanê – Bi boneya 10’emîn salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê ku di 15’ê Îlona 2014’an de destpê kir û bi saya berxwedana ku pêkhat serkeftin di 26’ê Çileya 2015’an de tacîdar bû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya kantona Firatê a herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê hevseroka buroya Kar û Barên Rêveberiyê a Rêveberiya Xweser Necah Mişî ve hat xwendin, bi dehan hevserok û endamên encûmen û desteyên Rêveberiya Xweser amede bûn.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dema ku aloziya Sûriyê di 2011’an destpê kir, gelê Kurd yê li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku mafê xwe û hemû pêkhateyên di Sûriyê de dijîn misoger bikin, bi rengekî stratejîk tevgeriyan. Lewra modeleke jiyana demokratîk ya azad ku di nava xwe de hemû pêkhateyên herêmê hembêz bike, avakirin. Ev yek ji bo hemû hêzên navnetewî û bi taybet  dewleta tirk ku ji despêka şoreşê de bi riya piştgiriya bi hêz û komên teror e, hedefgirtina sivîl, gund û bajarên wan hewil daye vê pirojeyê tune bike, zelal bû.

Ji dema ku şoreşa 19’ê Tîrmehê di 2012’an de li bajarê Kobanê destpê kir, ji bo dewleta tirk metirsî ava kir ku Tirkiyê hewil da bi rêxistinkirina komên teror û pêşkêşkirina hemû derfetan ji bo wan, meşa azadiyê ya ji Kobanê destpê kir rawestîne.

‘Serkeftina Kobanê bû destpêkek nû’

Çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de bi piştgiriya dewleta tirk ya li pêşiya hemû cîhanê, êrişî Sûriyê û Îraqê kirin ku gelek komkujiyên hov li Şengalê pêkanîn da ku weke peyam ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin. Di 15’ê Îlona heman salê de û bi perspektîfa dewleta tirk, çeteyên DAIŞ Kobanê dorpêç kirin û dest bi êrişên bi çekên giran kirin. Dewleta tirk û bi pêşengiya serokê wê Erdogan bazarên xwe li ser Kobanê kirin ku her li benda serkeftina DAIŞ’ê bûn. Yekîneyên Parastina Jin û Gel bi çekên xwe yên sivîk li dijî hêzên tarî liberxwe dan û dikarbûn di dirêjiya 134 rojên berxwedana evsûnî, êrişa DAIŞ di Kobanê de bişkînin. Ev serkeftin bû çirûsk û despêkek nû ji bo gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku hemû kantonên weke Reqa, Minbic û heta dawiyê li Baxozê ji terora DAIŞ’ê werin paqij û rizgarkirin.

Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya kantona Firatê 10’emîn salvegera êrişa teror ya li ser gelê xwe û qehremaniya şervanên YPJ/YPG’ê ya li dijî ev hêzên tarî têkoşiyan û şehîd bûn bibîr tînin. Em bang li li civaka navdewletî  û hemû hêzên garantor dikin ku li dijî kiryarên dewleta tirk rawestin da ku bûyer û komkûjiyên bi vî rengî dûbare nebin. Her wiha em soz didin gelê xwe ku emê li gel şervanên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk bin û li dijî hemû hêzên ku hilweşîna pergal, îstqrar û ewlehiya ku em li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijîn, rawestin.

Baweriya me heye ku dê dîrok xwe dûbare neke û wê Rêveberiya Xweser bibe nimûneya hevgirtinê û modela çareseriya li ser bingehê Sûriyeke ne navendî. Em di vê rojê de hemû şehîdên xwe ku canê xwe ji bo azadî û rûmeta gelê xwe kirin feda bibîr tînin û qehremanên ku niha ji bo parastina hebûn û destkeftiyên me li ber xwe didin silav dikin.”