Jinan ji bo nîqaşa siberoja Sûriyê civiyan

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn li Sûriyeyê û nîqaşkirina tevlêbûna jinan di xêzkirina siberoja Sûriyeyê de, civîneke berfireh li dar xist.

Navenda Nûçeyan- 300 jin ji kantonên Reqa, Tebqayê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), tevger û rêxistinên jinan li hola Mişwar kom bûn.

Beriya civînê, endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif axivî û di şexsê rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbya şehîd Kerem El Hemed tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. şehîd Kerem El Hemed di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî karwana sivîlan a ku di 8ˋê Çileyê de berê xwe dabû Bendava Tişrînê de şehîd bû.

‘Divê rewşa heyî baş were analîzkirin’

Foza Yûsif behsa geşedanên siyasî û leşkerî kirin û got: "Em di pêvajoyeke nû re derbas dibin. Wê çarenûsa sûriyeyiyan diyar bibe. Divê em rewşê baş analîz bikin, ji bo ku xetereyan derbas bikin."

Foza Yûsif îşaret bi armancên destpêkirina Şoreşa 19ˋê Tîrmeha 2012ˋyan kir û got: "Dema şoreşê dest pê kir, armanca wê ew bû ku sûriyeyî bi rûmet bijîn û edaleta civakî û destmokrasî pêk bê, mafên pêkhateyan werin parastin û wekheviya zayendî çêbe."

Foza Yûsif diyar kir ku têkoşîna gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe re projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir ku ew jî azadiya jinê bingeha têkoşîna dijî zihniyeta dûrxistinê ya desthilatê esas digire.

Berdevka nivîsgeha têkiliyan a PYD`ê şaxê Reqayê Ewatif El Îsa jî got şoreşa jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî jinan re lêveger û mînak e.

‘Jin dixwazin di xêzkirina siberoja Sûriyê de rol bilîzin’

Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Helîme Eto diyar kir ku jin dixwazin di xêzkirina siberoja Sûriyeyê de rol bilîzin û tev li diyaloga nîştimanî bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku lidarxistina mîna van civînan li bajarên cuda yên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam e.