Serhildanên ji bo Jîna Emînî her ku diçe belav dibe

Li Îranê çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina (Mehsa) Jîna Emînî ya ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve berdewam dikin, li welat bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên ku piştî qetilkirina Mahsa Emînî li Îranê dest pê kiribûn roja 10’emîn li pey xwe hişt. Bi hezaran kes li bajaran daketin qadan û rejima Îranê şermezar kirin.

Her çend rayedarên Îranê hejmara kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane 41 eşkere kir jî, daxuyaniyên ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji ya hatiye ragihandin zêdetir e. Çavkaniyên muxalîf hejmara kesên li welat jiyana xwe ji dest dane wek 140 radigihîne. Koma Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku bi navenda Norwêçê, diyar kir ku şeva Yekşema vir ve herî kêm 57 kes di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyê din ve tê diyarkirin ku ji ber astengkirina înternet a li welat piştrastkirina hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane her ku diçe dijwartir dibe.

Bi hezaran çalakvan di bin çavan de ne

Hate tomarkirin ku li hin bajarên welat ji bo tepesandina xwepêşandanan, yekîneyeke taybet a polîsan hatiye erkdar kirin. Bi hezaran kesên beşdarî xwepêşandanan bûn hatin binçavkirin û rastî tundiyê hatin. Di nava kesên hatin binçavkirin de rojnameger jî hene. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îsna ya aîdê Hikûmeta Îranê ya li ser daxuyaniya Fermandariya Polîsê ya Giyalanê, li Giyalanê di nava 3 rojan de 60 jê jin 740 kes hatine binçavkirin. Li gorî hin çavkaniyan jî hejmara binçavkirinan 5 hezar e.

Parvekirinên Înternetê bi tevahî hat astengkirin

Dema li Îranê înternet asta ku nayê bikaranîn hat hedî kirin, platformên wekî WhatsApp, Instagram û Skype jî hatin astengkirin. Welat; Facebook, Twitter, TikTok û Telegram berê asteng kiribû.

Çalakî bi belavbûnê berdewam dikin

Li bajarên Rojhilat û Îranê yên Tahranê Welîesîr, Ekbatan, Setarxan, Sadiqiye, Aryaşehîr û Saedet Abadî çalakiyên şermezarkirinê berdewam dike. Dirûşma çalakvanan ya “Jin, jiyan, azadî” ku ji bajarê Sinê destpêkir, li hemû bajarên din belav bû. Li gorî çavkaniyên muhalîf ên Îranî, çalakiyan li 31 eyaleyan herî kêm 139 bajaran belav bûn. Çavkaniyên muhalîf diyar dikin ku 21 cihên Tahranê û li bajarên cuda di navbera muhafîzên Şoreşê, erkdarên îstixbaratê yên bi cil û bergên sivîl û milîsên Besîc û ciwanan de şer û pevçûn tê jiyîn.

Ji cenazeyan re destûr nayê dayîn

Her wiha li welat cenazeyên kesên di xwepêşandanên jiyana xwe ji dest dane jî radestî malbatên wan tê kirin. Tê diyar kirin ku cenaze li hemberî merasîm neyên kirin de radestî malbatê wan tê kirin.