Serhildana li Îran û Rojhilat di roja 130’emîn de didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, tevî hemû hewldanên ji bo tepisandina serhildanê jî di roja xwe ya 130’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan - Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di roja xwe ya 130’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka serhildanê heta îro hewil dide serhildana şoreşgerî ya gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê biçavkirin, girtin, cezayên girtîgeh, pere û qetilkirine bitepisîne. Lê hemû çalakvan bi taybetî jî jinên pêşengiya vê serhildanê dikin rûxmê hemû êrişan jî li ber xwe didin.

Cezayê girtîgehê li Naghmeh Rajabifar hat birîn

Xwepêşander Naghmeh Rajabifar ku li Tahranê hat girtin, ji aliyê Şaxa 26’an ya Dadgeha Şoreşê ve bi sûcdariya hikûmeta Îranê ya “li dijî dewletê kombûn û lihevkirina veşartî” sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Her wiha du sal qedexeya derketina ji Îranê, du sal qedexekirina bikaranîna torên dijîtal û telefonên biaqîl û amadekirina lêkolînê li ser gendelî û tawanên ji aliyê rejîma Pehlewî ve hat mehkûmkirin.

Naghmeh Rajabifar xwepêşandereke hicaba mecbûrî ku roja 31’ê Îlonê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hatibû girtin û piştî binçavkirina 16 rojan bi kefalet hatibû berdan.

Rewşa Parvaneh Kadkhodamsarî nayê zanîn

Parvaneh Kadxodamsarî piştî hat girtin sewqî Girtîgeha Êvînê hat kirin û heta niha der barê rewşa wê de tu agahî nayên bidest xistin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, roja 15’ê Kanûnê hêzên ewlehiyê serde mala wê girtin û Parvaneh Kadxodamsarî girtin.

Hate ragihandin ku piştî hat girtin sewqî qawîşa 209’an a girtîgeha Êvînê hat kirin û piştî demekê der barê rewşa wê ya heyî û sûcên tên darizandin de tu agahî nayê dayîn.

Çalakvana jîngehê Shilan Rashîdzadeh bi kefalet hat berdan

Çalakvana jîngehê Shilan Rashîdzadeh ku li zanîngeha Payam-Noor Seqizê xwendevana muhasebêye û 3’ê Çileyê di xwepêşandanên seranserî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û sewqî girtîgeha Kanûn ya Sanehê hatibû kirin, piştî 20 rojan bi awayekî demkî heta dawî dozê bi kefalet hat berdan bi

Jîngehparêz, çalakvanek çandî Û enaema Civaka Xansat Hîwa ya bajarê Seqizê Shilan Rashîdzadeh, 3’ê Çileyê bêyî fermanek edlî li Pirtûkxaneya Jila Hosênî ya bajarê Seqizê hat girtin û sewqî girtîgeha Navenda Saneh û îslahê hat kirin.