Sema Bektaş: Jinên cîhanê hêvî û moralê xwe ji şoreşa jinan girtin

Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Bektaş foruma şoreşa jinan wiha nirxand: “Foruma me ew du rojan hatiye destpêkirin û dirûşma me armanca forumê dide diyarkirin ku em şoreşa jinan biparêzin û bi pêş bixin.”

Qamişlo-Kongreya Star bi boneya 10 saliya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan û bi aramanca danasîna destkeftiyên jinan di qada şoreşê de bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” Foruma Jinên Rojhilata Navîn li dar dixe. Foruma jinan bi komîteya amadekar a 7 rêxistinên jin ên Komîteya Zenûbiya, Meclisa Jinên Suryan, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Jineolojî, Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dest pê kiriye. Foruma şoreşa jinan di roja xwe ya duyem de berdewam dike. Têkildarî forumê berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Bektaş nêrîna xwe anî ziman.

“Şoreşa jinan biparêzin”

Sema Bektaş 10 saliya şoreşa jinan li tevahî jinan pîroz kir û got: “Em di serî de 10 saliya şoreşa jinan li tevahî jinên têkoşer û bi taybetî jî jinên xebatkarên ragihandinê pîroz dikin, ji ber ku ragihandinê jî şoreşek ava kir. Ragihandin dikaribû bi mîkrofona xwe dengê jinên di çeperê de bigihîjîne raya giştî. Foruma me du roj in hatiye destpêkirin û dirûşma me armanca forumê dide diyarkirin ku em ê şoreşa jinan biparêzin û bi pêş bixin. Tevlibûn li ser asta Sûriyeyê tevahî çêbû, hewldan hebûn ku li ser asta Rojhilata Navîn jî jin beşdar bibin lê ji ber zirûfan pêk nehat. Bi peyamên xwe diyar kirin ku divê şoreşa jinan were parastin û dan zanîn ku ew şoreşa jinan weke şoreşa xwe dibînin. Hemû jinên Rojhilata Navîn xwe di nava ezmûna ku li Rojava pêk hatiye de dibînin.”

“Mijarên girîng hatin nirxandin”

Sema Bektaş nirxandinên ku di forumê de hatine kirin wiha anî ziman: “Di destpêka nîqaşa forumê de rewşa siyasî hat nirxandin. Li ser gef û êrîşên dagirkeran hat rawestîn. Di panelên ku hatine dayîn de rewşa jinan di destpêka şoreşê de çawa bû hatin destgirtin. Di nava 10 salan de têkoşîna hatiye meşandin hat nirxandin. Destkeftiyên ku bi dest ketine çi ne? Îro jî çi astengî li pêşiya jinan hene û çi tehdît li ser destkeftiyên jinan hene hatin nîqaşkirin.”

“Bi şoreşa jinan dikaribûn xwe bigihîjînin hemû jinan”

Sema Bektaş rewşa yekitiya jinên Rojhilata Navîn û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha parve dike: “Şoreşa me bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat lê jinên Kurd şoreşê tenê ji bo xwe nedîtin bi hemû jinan re parve kirin. Îro jinên Kurd û Ereb bi hevgirtina xwe pêşengiya xwe nîşan dane. Îro çi pêkhate li vir hene yekitiya xwe ava kirin. Îro hemû pêkhateyan rêxistinbûna xwe li vir ava kirine û li ser asta Sûriyeyê jî meclis hatine avakirin. Beriya demek konferansa jinên Rojhilata Navîn çêbû û di wê konferansê de hevgirtina jinan derket holê û hat xwestin ku destkeftiyên jinan bên parastin. Em dikarin bibêjin ku ji bo yekitiya jinan hewldan her dem hene. Em îro li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digihîjin hemû jinan ku gelek kar û xebat bi riya komîteyan tên kirin. Îro dîplomasiya Kongreya Star tifaqa jinan û rêxistina jinan ava dike. Jinên siyasetmedar jî hewl didin bi hemû jinên ku karên siyasî didin meşandin re tifaqan bikin. Armanc ji vê yekê ew e ku em destkeftiyên jinan ên 10 salan biparêzin. Di nava 10 salan de bedelên gelek giranbuha hatin dayîn, ruxmê wê jî em dikaribûn xwe bigihîjînin hemû jinan. Îro misogeriya van destkeftiyan ew e ku hemû jin xwe xwedî van destkeftiyan bibînin.”

“Di nava şoreşa jinan de bi dehan şoreş pêk hatin”

Sema Bektaş bal kişand ser destkeftiyên jinan û wiha domand: “Pirsgirêka jinan pirsgirêkeke cîhanî ye ku bandora siyasetê, perçekirin, tunekirin û biryara tevlibûna wê nebû, ev hemû me wek jinên Kurd jiya. Di hundirê Sûriyeyê de jî jin nikaribûn doza azadî û mafên xwe bikin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Kongreya Star dikaribû rêxistinbûna jinan xurtir bike û jinan hînî azadî û mafên wan dikirin. Hebûna jinan di gelek şoreşan de hebû lê ew jin nikaribûn mafên xwe bistînin û bibin dengê jinan. Ji bo ku em nekevin wan şaşîtiyan divê em xwedî li mîrasê xwe derkevin. Divê em di şoreşê de mafê xwe bi dest bixin û şoreşa jinan bikin malê tevahî jinan. Îro hebûna jinan di Rêveberiya Xweser, aborî, ragihandin, siyasî, dîplomasî, ciwan û bi dehan rêxistinên jinan vê peyamê didin ku jin dikarin di vê şoreşê de bi dehan şoreşan pêk bînin. Me dikaribû aliyê xwe yê parastinê û leşkerî bi pêş bixin ku bandor li tevahî cîhanê kir. Hemû jinan hêvî û morelê xwe ji şoreşa jinan girtin. Em dikarin destkeftiyên xwe bi hevgirtina tevahî jinan misoger bikin. Em dixwazin şoreşa jinan, bi her jinê bidin naskirin ku her jinek pêwîstiya xwe bi şoreşê bibîne.”

“Em bi rêxistinbûna xwe dikarin tehdîtên dewleta tirk vala derxin”

Sema Bektaş êrîşên dewleta tirk li dijî destkeftiyên jinan wiha anî ziman: “Ev 10 sal in em pêşwaziya şoreşa xwe dikin, li kêleka wê gef û tehdîtên dewleta tirk li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Bi vê hêvî û baweriyê em dikarin tehdîta dewleta tirk bişkînin. Em dikarin asta têkoşînê bilind bikin û bi parastin û rêxistinê pêşî li hemû gefan bigirin. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî tecrube ne. Em dikaribûn bi rêxistinbûna gel bandorê li deverên din jî bikin. Em ê bi hêvî û baweriyê bikaribin tehdîtên dewleta tirk vala derbixin.”

“Şoreşa Rojava li me hemûyan pîroz be”

Sema Bektaş herî dawî peyama xwe wiha parve kir: “10 saliya şoreşê pêvajoyek nû ye. Em şoreşa Rojava û şoreşa jinan li tevahî jinan pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku van destkeftiyan biparêzin û bixin para tevahî jinan. Em dikaribûn têkoşîna xwe di aliyê siyasî û dîplomasî de jî bi bandor bikin ku îro temsîliyeta jinan di pêvajoya çareserkirina Sûriyeyê de hebe. Jin şoreşê bi rê ve dibin, îro xwedî hêza çareseriya li Sûriyeyê ne. Em dibêjin 19’ê Tîrmehê li tevahî jinan pîroz be.”