Sebah El-Xelîl: Peyama Rêber Ocalan hêza tekoşînê da me jinan

Endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Sebah El-Xelîl, diyar kir ku peyama Ocalan a 27’ê Sibatê, motîvasyon û hêza herî mezin daye wan ku li hember dijwariyên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.

NUR AL-EHMED

Reqa –  'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bi rêya Heyeta Îmraliyê ji raya giştî re ragihand, li gelek deverên cîhanê deng veda. Hat diyarkirin ku ev bangawazî bi bertekên erênî hatiye pêşwazîkirin, ji bo pirsgirêkên sedsalê û ji bo demokrasiyê jî derfetekî girîng afirandiye. Piştî bangawaziyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Civaka Êzidî, jinan û ciwanan re jî peyam şand û banga rêxistinbûnê li wan kir.

Peyama ji bo jinan

Peyama ku Abdullah Ocalan ji bo jinan şand, di qadên 8'ê adarê de hat xwendin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de got “Ez di ferqa vê yekê de me ku li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî, min tu caran dev ji jiyana bi we re berneda. Ev jiyana bi vî halî, bû rista bingehîn ku min li ser piyan digre.”

Sebah El-Xelîl a ku endama Akademiya Zanistên Civakî a Abdullah Ocalan e, peyama ku Ocalan di roja 8'ê Adarê de ji bo jinan şand, ji ajansa me re nirxand.

Sebah El-Xelîl diyar kir ku banga Ocalan a ji bo  'Aştî û Civaka Demokratîk' di heman demê de ji bo jinan jî ‘ronesans’ e. Sebah El-Xelîl anî ziman ku peyam ji bo gelên bindest hêviya aştî û demokrasiyê ye, ji bo jinên ku li dijî rejîmên otorîter şer dikin jî motîvasyonekî girîng ava kiriye.

‘Fikrê Rêber Ocalan li dijî berjewendiyên hêzên desthilatdar e'

Sebah El-Xelîl destnîşan kir ku Abdullah Ocalan nêzî 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û wiha berdewam kir: “Lê her tim fikrên xwe ji raya giştî re radigihîne. Peyama Rêber Ocalan a ji bo jinan peyameke bilind e ku aştî, demokrasî û wekheviya zayendî vedihewîne. Di van demên dawî de cîhan û welatên Rojhilata Navîn bûn şahidê nakokî, qeyranên siyasî û şeran. Dema ku em parêzname û pirtûkên Rêber Ocalan lêkolîn bikin, emê sedemên derketina van qeyran û nakokiyên navxweyî bibînin. Rêber Ocalan di pirtûkên xwe de bingeha şer, pevçûn û qeyranan, sedemên dijwarbûna wan û refleksên neyînî yên li ser welatên cîran û cîhanê analîz dike. Dema analîz dike, çareseriyan jî datîne holê. Lê belê çareseriyên ku Rêber Ocalan dibêje, ji ber ku li dijî berjewendiyên hêzên otoriter e, nayên pêkanîn. Her wiha ji bo astengkirina fikrên Ocalan komployeke navneteweyî pêk anîn.”

‘Ger gav neyê avêtin dê pirsgirêka li Suriyeyê kûrtir bibe'

Sebah El-Xelîl pêvajoya Sûriyê ya piştî rûxandina rejîma Baasê jî nirxand û got ku piştî rûxandina rejîma Baasê, koma cîhadîst Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ji bo rêveberiya demî ya Sûriyeyê hat erkdarkirin. Sebah wiha got: “HTŞ li dijî gelê Elewî yên li peravên Sûriyeyê dijîn êrîş û komkujiyan pêk tîne. Ev hemû binpêkirina eşkere ya mafên mirovan qirkirineke hovane ya li dijî pêkhateyên heremê tê dîtin. Ji ber vê yekê ger sîstem û rêberiyeke adil û demokratîk a ku maf û hebûna gelan diparêze neyê qebûlkirin, ev pêvajo wê hîn kûrtir bibe. Ger li Sûriyeyê mafên kêmnetewan neyên dayîn û hawirdoreke demokratîk û aştiyane neyê dabînkirin, wê rijandina xwînê berdewam bike. Divê hemû gelên Sûriyeyê, ji kîjan nîjad û olê dibe bila bibe, divê li dijî provokasyonên welatên derve bi yek dengî biaxivin. Divê gelên Sûriyeyê baweriya xwe bi projeya Netewa Demokratîk a Rêber Ocalan bînin û bi pêkanîna vê projeyê re edalet û wekheviyê pêk bînin.”

‘Di şexsê HTŞ'ê de heman dîmen tê dubarekirin'

Sebah El-Xelîl destnîşan kir ku HTŞ hewl dide jinan dûr bixe û rola wan biçûk bixe û wiha got: “Rejîma Baasê li Sûriyeyê nîv sedsal serdest ma. Bi salan polîtikiyên zordar ji bo rê li ber avakirina tevgerên jinan bigre, meşandin. Rejîma Baasê hilweşiya, lê îro heman dîmen di şexsê HTŞ'ê de tê dûbarekirin. Em dibînin ku jin di her du pergalan de jî cîh nagirin. Rêber Ocalan diyar kir ku divê jin di vê qonaxa hestiyar û girîng de cihên biryardayînê de cîh bigirin û modela Şoreşa Jinê ya Rojava, Sûriyeyê û cîhanê belav dibe. Rêber Ocalan destnîşan dike ku heta jin azad nebe, behsa civakeke azad û aştiyane nayê kirin.”

‘Abdullah Ocalan bu piştevanê herî mezin ê jinan'

Sebah El-Xelîl diyar kir ku ew weke jinên Sûriyeyê û bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi peyama Abdullah Ocalan serbilind in û wiha got: “Rêber Ocalan her tim piştevanê herî mezin ê jinê ye. Li dijî sîstem û desthilatdariya serdest a mêr ku jinê dike kole, nasname û rola wê biçûk dixe. Me bi kelecanek mezin peyama Rêber Ocalan pêşwazî kir. Peyam, hêz û motîvasyon da me ku em bikaribin li hember zehmetiyên ku rê û têkoşîna jinê asteng dikin, tekoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”

‘Jinan di şerê Sûriyeyê de bedêlên giran dan’

Sebah anî ziman ku Abdullah Ocalan destnîşan dike ku divê jin ji bo tekoşîna azadiyê û ji holê rakirina koletî û tundiyê xwedî îradeyek xurt bin û wiha berdewam kir: “Dibêje ku bi biryar, fikra azad û wêrekiyê têkoşîna xwe bidomînin. Jinan bedêlên giran di şerê Sûriyeyê de dan. Bi şoreşa Rojava re ku bi pêşengtiya jinên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir, jin di her qadê de, di leşkerî siyasî û aborî de cîh girtin û destkeftiyên girîng bi dest xistin. Bi avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi şoreşê re, li hember çeteyên DAIŞ'ê ku tirs li cîhanê afirandibû, serkeftinên girîng hatin bidestxistin. Jinên Rojava di her qadê de xwe nîşan dane. Peyama Rêber Ocalan weke agirê di dilê her jinek de ku bi dehan sal in li dijî tecrîd û neheqiyê rû bi rû maye şewitî. Peyama Rêber Ocalan ji bo hilhatina rojeke nû û ronahiya azadiyê bû hêvî.”