Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê dan

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand di demekê ku Sûriye di rewşên aloz ên siyasî, aborî û civakî de dijî de kampanyayek didin destpêkirin.

Hesekê – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku zêdetirî 50 sazî û rêxistinên jinan dihewîne, starta çalakiyên 25’ê Mijdarê da. Platformê ragihand ku çalakiyên îsal bi dirûşmeya "Bi hev re em civatek demokratîk û komunal ava dikin da ku tundûtûjiyê bi dawî bikin" tê pêşwazîkirin.

Daxuyaniya ku li parka 4’ê Nîsanê hat dayîn, bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat xwendin. Bi zimanê Kurdî berdevka Kongra Star Rihan Loqo, bi zimanê Erebî Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Bûşra Mihemed, bi zimanê Sûryan endama Yekîtiya Jinên Suryan Semîra Gewro daxuyaniyê xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kampanya dê di 15’ê Mijdarê de destpê bike û heta 30’ê Mijdara 2025’an berdewam bike.

‘Dûrxistina jinan ji qada siyasî cureyek tundiyê  ye’

Platformê di daxuyaniya hevbeş de ragihand ku ev kampanya di demekê ku Sûriye di rewşên aloz ên siyasî, aborî û civakî de dijî de hatiye destpêkirin. Platformê diyar kir ku ev serdem rasterast bandorê li jiyana jinên Sûriyeyê kiriye û wiha got: “Jinên Sûriyeyê bi berdewamî bi cûrbecûr şêwazên tundûtûjî, bêparkirin û dûrxistinê re rû bi rû dimînin. Çi bi rêya hewldanên dûrxistina wan a ji qada siyasî be, çi jî bi rêya înkarkirina mafê wan ê beşdarbûna çalak a di avakirina pêşeroja welatê xwe de be.”

‘Jinan bi tekoşîna xwe hêza xwe ya çalak nîşan dan’

Platformê destnîşan kir ku jinên Sûriyeyê bi têkoşîna xwe ya dirêj nîşan dane ku ew hêzek çalak in ku nekarî bên dûrxistin û wiha pê de çû: “Ew dikarin bibin hevkarên berxwedan, ji nû ve avakirin û biryardayînê. Tundûtûjiya li ser jinan ne tenê bi îstîsmara fîzîkî an psîkolojîk ve sînordar e. Her wiha, hewldanek ji bo dûrxistina wan jî vedihewîne. Bêdengkirina dengê wan a di warên civakî û siyasî de, şêweyê herî mezin ê tundûtûjiya li dijî wan e. Ji ber vê yekê, em piştrast dikin ku hêzdarkirina jinan û vekirina rêya ji bo wan da ku rola xwe ya mafdar di hemû waran de bigirin, ber bi avakirina Sûriyeyek demokratîk û komunal ve rêya dadmend û rast e ku baweriya xwe bi edalet, wekhevî û azadiyê tîne.”

‘Şehîd çirayek ronîkirina rêya azadî û wekheviyê ne’

Platformê da zanîn ku ew her wiha piştrast dikin ku qurbaniyên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê wekî çirayek bimînin ku rêya azadî û wekheviyê ronî dikin. Di berdewama daxuyaniya platformê de wiha hat gotin: “Wan xwîna xwe ji bo parastina rûmeta mirovan û nirxên edaletê pêşkêş kirin û li dijî hemû cureyên zordarî û tundûtûjiyê di pêş de rawestiyan. Xwîna wan sozek e ku em pêbendî wê ne ku têkoşînê bidomînin, heya ku azadiya tevahî ji bo hemû jinan pêk were.”

‘Kampanya qêrînek hevgirtinê ya gerdûnî û mirovî ye’

Platformê kampanya wek ‘qêrînek hevgirtinê ya gerdûnî û mirovî’ binav kir û wiha got: “Qêrînek ji bo bidawîkirina hemû cureyên tundûtûjiyê li dijî jinan, li her deverê ku ew lê hene û ji bo avakirina prensîbên edaleta civakî û rûmeta mirovan e. Kampanya dê rêzeçalakî û bûyerên cihêreng li seranserê herêmên cuda di nav xwe de bigire. Ji semîner û rûniştinên diyalogê yên ku li ser rêbazên rûbirûbûna tundûtûjî û dûrxistinê nîqaş dikin bigre, heya kampanyayên medyayê û meydanê yên di bin dirûşmeya "Bi hev re ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê", heya pêşangehên hunerî û çandî yên ku têkoşîna jinan îfade dikin û şehîdan bi bîr tînin, heya nobedarî û meşên hevgirtinê yên ku yekîtiya jinan li hember tundûtûjî û cudakariyê nîşan didin.”

‘Ji bo cîhanek bê tundûtûjî û zordariyê têdikoşin’

Platforma Hevbeş a Çalakiyên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştrast kir ku ev kampanya ne tenê herêmî ye û wiha domand: “Beşek ji tevgereke femînîst a gerdûnî ye ku ji bo cîhanek bê tundûtûjî û zordariyê têdikoşe, cîhanek ku jin di hemû waran de cihê xwe yê mafdar digirin. Bi hev re ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê... Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeyek azad, demokratîk û komunal ku baweriya xwe bi wekhevî û edaletê ji bo jinên azad tîne, bi dilsoziya qurbaniyên şehîdên ku rêya azadiyê vekirine.”

Banga beşdariyek hevbeş a kampaniyayê

Platformê bang li hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li seranserê Sûriyeyê û cîhanê kir û wiha bidawî kir: “Em bang dikin ku bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên vê kampanyayê bibin. Her yek bi awayê xwe, da ku dengê jinên azad bilind bikin û soza xwe ya ji bo berdewamiya têkoşînê heta ku civakek wekhev, bê hemû cureyên tundûtûjî û cudakariya li dijî jinan were bidestxistin, nû bikin. Em bi vê yekê bernameya kampanyaya li dijî tundûtûjiya li dijî jinan radigihînin.”

Di daxuyaniya platformê de hat ragihandin ku kampanya di 30’ê Mijdara 2025’an de li bajarê Reqayê bidawî bibe û derbarê naveroka bernameyan de ev agahî dan:

* 25’ê Mijdara 2025’an: Meşek li seranserê parêzgehan
*29’ê Mijdara 2025’an: Platforma medyayê bi beşdariya çend jinan ji bo nîqaşkirin û nirxandina kampanyayê
* 30’ê Mijdara 2025’an: Foruma diyalogê li Bajarê Reqayê