Sê pêşengên jinên Kurd li Mexmûrê hatin bibîr anîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi pêşengiya Meclîsa Îştar salvegera 13’emîn a qetlîama Parîsê ya 9’ê çile yê ku sê pêşengên jinên Kurd hatibûn qetil kirin bi semînerek hatin bîbîr anîn.
Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), bi pêşengiya Meclîsa Îştar 13’emîn salvegera xwe de sê pêşengên jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez ên ku 9’ê çile yê de li Parîsê hatibûn qetil kirin bi semînerek hatin bibîr anîn. Semînerê de endamên saziyan û şêniyên wargehê amadebûn.
Semîner li saziya Meclîsa Malbatên Şehîdan de hate dayîn. Beriya dest bi semînerê bê kirin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê mamoste Zozan Bîlen semîner pêşkêşkir.
‘Heta edalet pêk were emê li pey doza xwe bin’
Zozan Bîlên di destpêka semînerê de li ser qetlîama 9’ê çile yê axivî û wiha got: “Em di 13’emîn salvegera qetlîama Parîsê de ne. Li Parîsê 3 jinên pêşeng ên Kurd bi awayekî hovane hatin qetil kirin. Ew dewletên ku tiliya wan di nava vê komkujiyê de em wana jî şermezar dikin û heta edalet pêk were emê li pey ronîkirina doza xwe bin.”
‘Heval Sara pêşengeka jîr û bi têkoşîna xwe girêdayî bû’
Zozan Bîlen li ser kesayeta Sara(Sakîne Cansiz) axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heval Sara pêşengeka jîr û heta dawiyê bi têkoşîna xwe girêdayî bû. Cihê xwe di dilê her Kurdekî de çêkiri bû ku keseke wisa leheng nayê jibîr kirin û hertim dê dil û mejiyê me de jiyan bike. Ev qetlîame li Parîsê çêbû û em dizanin ku destê vê dewletê jî di vê qetlîamê de heye. Ji ber ku dewleta Fransa yê tu nerazîbûn nîşan neda û ev jî nîşan dide ku ev devlete jî şirîkê vî sucî ye.”
Semîner bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû.