‘Binpêkirinên li dijî sembolên Kurdî, gef li aştî û hevgirtina civakî dixwe’
Nûnertiya Rêveberiya Xweser, der barê binpêkirin û êrîşên li dijî sembolên Kurdî û wêneyên cangoriyan a li Hesekê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev kiryaran gef li jiyana bi hev re, aştî û yekîtiya civakî dixwe.
Silêmanî – Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Silêmaniyê, derbarê êrişên li ser sembolên Kurdî yên li Hesekê, bi amadebûna endamên Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava, PYD û Kongra Star daxuyaniyek da.
‘Armanca van kiryaran têkbirina pêkvejiyana neteweyî ye’
Di daxuyaniya ji aliyê Berfîn Şêxo ve hatî xwendin de, hate ragihandin ku di bin sîya guhertinên li Sûriyeyê de, belavbûna wêne û dîmenên êriş û destdirêjiya li ser sembolên Kurdî, al, wêneyên şehîdan û sembolên pîroz ên jinên Kurd li parêzgeha Hesekê, fikarên pir mezin çêkirine.
Berfîn Şêxo, diyar kir ku Nûnertiyên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê van kiryaran bi tundî şermezar dikin û wan wekî gefekê li ser jiyana hevbeş û belavkirina gotara kîn û nefretê dibînin.
Berfîn Şêxo, da zanîn ku ev kiryar ne tenê reftarên kesên takekesî ne, xeteriyekî têkbirina pêkvejiyana neteweyî ne û banga lêkolîn kirina bûyeran kir: “Ji ber vê yekê em bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan ên li navxweya Sûriye û yên navdewletî dikin ku lêkolînê li ser van bûyeran bikin. Herwiha daxwazê ji desthilatdarên Sûriyeyê dikin ku bi lez lêkolîneke şefaf bikin.”
‘Em hikûmeta Şamê di parastina hemwelatiyên Kurd, maf û sembolên wan de berpirsiyar dibînin’
Berfîn Şêxo, di berdewamiyê de wiha got: ‘‘Gelê Kurd pêkhateyeke resen û bingehîn a Sûriyeyê ye û xwedî mafên neteweyî, siyasî û çandî yên rewa ye û divê were parastin. Destdirêjiyên li ser sembolên jinan jî hewldaneke ji bo bêrûmetkirina wan, ji ber vê yekê em desthilatdarên hikûmeta Şamê di parastina hemwelatiyên Kurd, maf û sembolên wan de berpirsiyar dibînin.’’
‘Pêwîste em li dijî gotara kîn û nefretê bisekinin’
Berfîn Şêxo, di dawiyê de bang li partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê kir: “Pêwîste em bi eşkereyî van kiryaran şermezar bikin û li dijî gotara kîn û nefretê bisekinin. Pêşeroja Sûriyeyê bi dûrxistinê mîsoger nabe, bi naskirina mafên hevdu, rêzgirtina li sembol û nasnameya neteweyî, dadwerî û hevparîya rastîn ava dibe.”
'Êrîşên li ser sembolên Kurdî gef li aştiya civakî dixwe'
Endama Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Zehiyê Elî Reşîd, diyar kir bi geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û binpêkirinên li dijî sembol û nirxên neteweyî yên Kurdî li Hesekê, der barê parastina nasnameya Kurdî û domandina aştiya civakî de bûn sedema fikarên mezin û wiha pê de çû: “Bêrêziya li dijî ala Kurdistanê, wêneyên şehîdan û sembolên berxwedana jinên Kurd, tenê binpêkirineke asayî ya sembolên neteweyî ye. Kiyarên bivî awayî dikarin bibin sedema belavbûna gotinên nefretê û têkbirina baweriya ya di navbera pêkhateyên cuda yên civakê de.”
Zehiyê Elî Reşîd, tekez kir ku divê rayedarên li Sûriyeyê lêkolîneke şefaf pêk bînin û ji bo pêşîgirtina dubarebûna bûyerên bi vî rengî tedbîran bigirin û got: “Sembolên Kurdî beşeke neqetandî ya nasname, dîrok û têkoşîna gelê Kurd in. Heqaretkirina li van sembolan ne tenê êrîşeke li ser rûmeta gelekî ye, gefekê li ser hewldanên avakirina Sûriyeyeke demokratîk û hevpar e.”
‘Rêzgirtina li maf û rûmeta jinan hemû beşên civakê, yekane rêya bidestxistina edaletê ye’
Zehiyê Elî Reşîd, destnîşan kir ku parastina maf û azadiyan, rêzgirtina li sembolên neteweyî û darizandina kesên ku van binpêkirinan pêk tînin, ji bo xurtkirina aştî û jiyana bi hev re hemanên bingehîn in û anî ziman ku têkoşîn û berxwedana jinên Kurd bi hewldanên biçûkxistin an jî dûrxistinê nayê bêqîmetkirin.
Zehiyê Elî Reşîd, di dawiya axaftina xwe de got ku rêzgirtina li maf û rûmeta jinan hemû beşên civakê, yekane rêya bidestxistina edalet û hevkariyeke civakî ya rasteqîn e.