Sazî û tevgerên jinan ji bo çareserkirina tundiyê kedeke mezin didin

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina civakeke demokratik, sazî û tevgerên jinan pêngavên hişyarkirinê dane destpêkirin û ji bo çareseriya tundiya li dijî jinan lêkolînan dike.

SÎBLIYA ÎBRAHÎM

Reqa- Jin li tevahî cîhanê rastî tundiyeke derûnî siyasî civakî û aborî tên. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê saziyên jinan bi hêza avakirina şoreşa jinê re gelek gavavêtinên ji bo hişyarkirina civakê û hevjiyanek azad ya di navbera jin û mêr de kar didin meşandin. Sazî û tevgerên jinan bi xebatên xwe hewldidin li dijî tundiya li dijî jinê û cûdahiya zayendî  çareseriyên mayende bibînin.

Endama navenda lêkolînên Jineolojiyê li kantona Tebqayê Wîsan El-Şemalî û Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya li kantona Reqayê Meyada El-Ehmed derbarê xebatên hişyariyê yê ku li herêmên rizgarkirî didin meşandin ji ajansa me re axivîn.

Navenda Jineolojî ji bo çareseriya dozên jinan lêkolînan dike

Endama navenda lêkolînên Jineolojiyê li kantona Tebqayê Wîsan El-Şemalî got: "Di civaka me de hê êşa cûdahiya zayendî û zihniyeta mêrsalarî ku ji beriya 5 hezar sal ve hebûna xwe diparêze. Yek ji sedemên rûbirûbûna jinan ya tundiyê, destdayîna ser ked û enerjiya wê ye, her wiha dema kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê ya herêmê bandorek neyînî li jin û karînên wan kir ku gelek kirîzên derûnî û fîzîkî derket holê.”

‘Em bi rêxistinkirinê dikarin li beramberî her cûrê tundiyê rawestin’

Wîsan El-Şemalî derbarê awayên sekinandina li beramberî tundiya li dijî jinan got ku: “Em dikarin li beramberî tundiyê bi riya birêxistinkirina jinan û têkoşîna li hember zihniyeta desthilatdar û hişyarkirina jinan bisekinin, her wiha li ser girîngiya hevjiyana azad û çawaniya avakirina malbat û civakeke azad û karê hevbeş di saziyan de em dikarin li ser perwerdekirina jinan û mêran bisekinin. Em wek navend van zihniyetan û bandora wan li ser jinan û civakê bi giştî analîz dikin û lêkolînan derbarê pirsgirêkên bi jinan re derdikevin dikin.”

Kombûna jinan a Zanûbya li hember diyardeyên neyînî derkeve

Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya li kantona Reqayê Meyada El-Ehmed got: “Ya herî girîng ku em di kombûnê de bi riya pêngava hişyarkirinê panel û civînên dewrî balê dikşînin ser hişyarkirina civak û jinan, ew jî bi armanca gihîştina civakeke demokratîk û azad e. Di dema niha de gihîştin ne hêsan bû, hemû bi encama têkoşîneke mezin hatiye kirin, tevî hemû zehmetiyên di civakê de bi wan re derbas bûn jî adat û teqalîdên kevin û gelek mijarên din, wan hewil dan bi riya pêngavên hişyarkirinê hinekî civakê biguherin û bighêjin civakeke demokrat ku têde wekhevî û edalet hebe.”