Save the Children: Herî kêm 1300 zarokên Êzidî hê winda ne

Save the Children beriya salvegera fermana 74’an ya li ser Êzidiyan ji bo zarokên Êzidî bang li hikumeta Iraqê kir. Rêxistinê diyarkir ku hîna jî aqûbeta bi sedan zarokên ku di destê DAÎŞ’ê de esîrin nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan- Di salvegera fermana 74’a ya 3’ê Tebaxê li ser civaka Êzidî, Save the Children raporek weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku ji sala 2014’an heta niha hê 1300 zarokên Êzidî winda ne.

Save the Children da zanîn ku hê ji nêzî 2 hezar û 700 Êzidiyan xeber nayê girtin, bal kişand ku ev kesane 1300 jê zarokên ku hatine esîrgirtin in. 

Li gora hinek daneyan DAÎŞ di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ketî Şengalê û heta 2017’an herêmên ku hatin paqijkirin, nêzî 10 hezar Êzidî qetil kir. Nifûsa Êzidiyên ku li Şengal û  cîhanê ji sedan 71’ê Êzidiyan bi temamî ji cihên xwe bûne. Save the Children îşaret bi wê yekê kir ku piştî 10 salan jî bi hezaran Êzidî hê koçberin, piraniya wan di kon û hînek jî di nava kavilan de jiyan dikin.

‘Ji bo ji min negrin min qîr kir’

Save the Children di rapora xwe de cih da nêrînên hînek zarokên Êzidî. Behat ê ku 17 salî, anî ziman ku hê li dayîk, bav û xwîşk û birayên xwe digere û got: “Min destê birayê xwe şidand û min da ber qîran min got ji min negrin. Heta ronidikên min barî, cardin ew ji me girtin. Ew girtin êdî ne anîn. Min êdî ew nedît. Min derbarê dayîk û bavê xwe tu agahî ne dît. Tişta ku ez dixwazim derbarê wan de tiştek bibinim e… ji bo yekî ev 10, 11 sale dayîk û bavê xwe nedîtî rûyê wan di bira xwe de girtin gelek zore.”

‘Ev trajedî û komkujî nehat ji bîrkirin’

Viyan a 15 salî ku ji Şengalê reviya, ev nêzî 10 salane li kampek ya Iraqê di konan de jiyan dike. Viyan tiştên ku jiyan kirî wiha anî ziman: “Di konên germ de jiyan kirin gelek zehmet e. Zivistanê ji ber barana dijwar kon şil dibe…cihek ku zarok lê bilîzin nîne, tije lawirên bê xwedîne, li kolanan di lîzin… ji ber qirêjiyê nexweşî derbazî zarokan dibe. Ên ku di dema têgihiştinê de , zarokên keç ên ji temenê 10 salî kêmtir her dibêjin ‘xwezî em bi miriyan me ev jiyan, jiyan nekiriya.’ Ev trajediya ku hatî serê gelê Êzidî û komkujî nehate ji bîrkirin… niha jî dema em diçin Şengalê, em dibînin ku hestî nehatine komkirin.”

Hate esîr girtin

Athaab a 26 salî vegeriyaye Şengalê û di maleke hê beşek wê kavil de li gel zarokên xwe jiyan dike û da zanîn ku hê ji zarokê mezin yê malbata xwe tu agahî negirtiye û wiha got: “Ez jî li gel tevahî malbata xwe em hatin esîr girtin. Zilm li me kirin. Dema ez ji wan reviyan hatim, min malbata xwe nedît. Niha kesek min tune ye. Piştî ku ez vegeriyan mala xwe li vêderê jî me gelek zehmetî kêşa. Li vê derê li Şengalê em ji gelek tiştan bê parin. Dibîstan û nexweşxane kêmin. Li Şengalê nexweşxaneyek heye, lê belê li gundên derdor nîne. Ya giring ewe ku avahî ji nûve werin avakirin. Ger çatiyek ku mirov serê xwe bixê nebe mirov ne vegerin.”

‘Ez rehine hatim girtim û min malbata xwe winda kir’

Di heman demê de di raporê de cih hat dayîna Ajwan ya 39 salî ku hê li malbata xwe digere û Ajwan ev tişt got:

“Ez rehîne hatim girtim û min malbata xwe winda kir…ez li gel hevjîn, kur û keça min birim…sê zarokên min ji min qut kirin… gelek zehmet bû.

Gelek pêwîstiyên me hene, lê belê li Şengalê tu xizmetek ji mere nayê dayîn. Dû keçên min ji bo biçin dibîstanê diçin cadeya navendî… dibîstan gelek dûre li kolana ji ber peyare nîne jiyana wan di xeteriyê deye.

Îro di aliyê zîhnî de ez ne başim, êşên bedenî yên min hene, niha ez nexweşim… divê ez biçin bizîjk yan jî psîkiyatrî. Divê ez biçin cihekê ku ez êşên xwe ji bîr bikim, lê belê cihek wisa tune. Tevî em ji DAÎŞ rizgar bûne hê rihê me baş nebûye.”

Bang li civaka navnetewî

Dîrektorê Îraq yê Save the Children Sarra Ghazî di raporê de bi gotina: “Mafê zarokên Êzidî jî weke hemû zarokên din li cihê bi ewle jiyan bikin û perwerde bigrin heye.” Banga piştevaniyê li rêveberiya Bexda û civaka navnetewî kir.