Îsraîlê 497 caran agirbest binpê kir: 342 Filistînî hatin kuştin
Tevî agirbestê jî di êrîşên Îsraîlê de bi sedan Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Hikumeta Xezayê, ragihand ku artêşa Îsraîlê agirbesta 10’ê Cotmehê ketiye meriyetê heta niha 497 caran binpê kiriye. Da zanîn ku di encama van binpêkirinan de 342 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî Ofîsa Medyayê ya girêdayî Hikumetê, tenê di 27 êrîşên ku Îsraîl roja Şemî pêk anî de 24 kes hatine kuştin, 87 kes birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji dema lihevkirinê ve heta niha bi giştî 342 kes mirine, 875 kes birîndar bûne û 35 Filistînî hatine binçavkirin.
Binpêkirin, 142 bûyerên gulebaranê rasterast li dijî sivîl, mal û kampên konan, 21 hewldananên ketina ‘xeta zer’, 228 êrîşên bejahî, hewayî û topan û bi teqemeniyê hilweşîna 100 avahiyên sivîlan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi van êrîşên hovane hiqûqa mirovî ya navneteweyî û peymana Cenevreyê hatiye binpêkirin.