Salvegera navenda jineolojî a Şehabyê

Bi boneya salvegera yekemîn a vekirina navenda Jineolojî Efrîn-Şehba û salvegera 9’emîn a komkujiya Parîsê li Şehbayê çalakî hate li darxistin.

Şehba- Bi pêşengtiya komîteya Jineolojî a Efrîn-Şehba çalakiyek bi boneya salvegerya 1’emîn a vekirina navenda Jineolojî Efrîn-Şehba û salvegera komkujiya Parîsê ya 9’emîn li navenda çand û hunera navçeya Ehdasa kantona Şehbayê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li darxistin. Di çalakiyê de nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar bûn. hola çalakiyê bi wêneyên pakrewanên jin hatibû xemilandin. piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê çalakî destpêkir.
Ji aliyê koma Ş. Berçem a Tevgera Hîlala zêrîna herêam Efrîn stranên gelêrî hate pêşkêşkirin, her wiha pişre ji aliyê komîteya Jineolojî Efrîn-Şehba sinivziyon di derbarê her sê lehengên kurdan Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan hate pêşandan. Di heman demê de pirtûka bi navê "Bingeha dîrokî û siberoja şoreşa jinê" ji aliyê endamên komîteya Jineolojî Şervîn Nûdem û Xelat Elyes ve ji beşdarvanan re hate şirovekirin ku tê behsa jiyana jinan, pêşengtî û berxwedana wan ji dîrokê heya roja îro, di nav de lêkolîn li ser cihên dîrokî yên ku hatine ji bîrkirin, dike.
"Navenda jineolojî bersiva dijmin e"
Endama navedna jineolojî Efrîn-Şehba Zehrîban Hisên salvegera navenda Jineolojî û komkujiya Parîsê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: "Îro salvegera yekmîn a navenda jineolojî ye di heman demê de salvegera komkujiya Parîsê ye ku her sê jinên pêşeng tê de hatin hedef girtin em wan bi bîr tînin. Salek tijî kar û xebat di nav de xwe perwerdekirin ji aliyê lêkolînan derbas bû. Vekirina navenda jineolojî di salvegera komkujiya Parîsê de wek bersiv ji dijmin û dagirkeriyê re ye. her çendî jin bên hedef girtin û mafê wan bê çewsandin jî dîsa wê dev ji berxwedan û tekoşînê bernedin. Em çalakiya ji bo her du bûyeran li dar dixin, di heman demê de pirtûkek bi navê "Bingeha dîrokî û siberoja şoreşa jinê" ya akadimiya Jineolojî hatiye çapkirin li sazî û dezgehên herêma Efrîn di çalakiyê de hate belavkirin ji bo ku bêhtir kûrahiya vê pirtûkê nas bikin."
Piştre ji aliyê endama komîteya Jineolojî Efrîn-Şehba Zehîda Mamo ve kar û xebata wan a salekê nirxand. Di dawiyê de pirtûka bi navê "Bingeha dîrokî û siberoja şoreşa jinê" ji aliyê navenda lêkolîna zanista jin û jiyan(Jineolojî) ve xelatê hemû saziyên beşdar kirin.,