DKY'ê ji bo Elîzabeth a ku hat qetilkirin daxuyanî da

Meşa Jinan a Cîhanê ya ku der barê qetilkirina parêzvana mafên jinan, aştî, jîngeh û axê Elîzabeth Îbrahîm Ekaru de daxuyaniyek da, xwest der barê berpirsyaran de lêpirsîn bê vekirin.

Navenda Nûçeyan- Elîzabeth Îbrahîm Ekaru, parêzvana mafên jinan, aştî û mafên jîngeh û axê ku li herêma Isiolo ya Kenyayê dijî, di 3'ê Çile de ji aliyê cîrana xwe ve hat qetilkirin. Meşa Jinan a Cîhanê (World March of Women) di derbarê qetilkirina Elîzabeth Îbrahîm Ekaru de li ser hesabên xwe yên medyayê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“#Justice4Elizabeth Elizabeth Ibrahim Ekaru, 3’ê Çileyê 2022 roja Duşemê li #Kenyayê hate kuştin. Cînayeta ku tê îdiakirin di dema parastina mafên axê de pêkhatiye, şahidiyek rastîn e ji xeter û êrîşên ku jin û parêzvanên mafên mirovan rû bi rû dimînin e. Ew di mafên civakî, hawirdor, aborî, çandî û siyasî yên ku di Destûra Bingehîn a Kenyayê ya 2010’an de cih digre de têkoşerek bû. Em wek WMW’ê, bi jinên Kenyayî re di nav hevgirtinê de ne û ji bo berpirsiyaran edaletê dixwazin! #Justice4Elizabeth.”