Dayikên Şemiyê: Ji bo dîtina windayên xwe emê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin

Kurê karmend Abdullah Canan ê di bin çavan de hat windakirin Tayyup Canan ê xwest faîlên bavê wî bên dîtin, bang li dozgeran kir û got: “Peyîwira xwe bi cîh bînin. Lêpirsînên bibandor bikin û dawiyê li bêcezabûnê bûnin.”

Stenbol – Dayikên Şemiyê yên her hefte bi daxwaza winda bên dîtin û kiriyar bên darezandin çalakiyê lidardixin, çalakiya xwe ya hefteya 877’an jî li ser online pêkanîn. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku faîlên karmend Abdullah Canan ê 17’ê Çileya 1996’an li Geverê hatî binçavkirin û êdî agahî jê nehatî girtin bên darezandin. 
“Cenazê wî avêtin binê menfesek a nêzî qereqolê”
Kurê Abdullah Canan Tayyup Canan da zanîn ku bavê wî 17’ê Çileya 1996’an dema ji Geverê diçu Colemêrgê di rê de hat girtin û wiha domand: “Fermandarê Tabûrê Mehmet Emin Yurdakul,  Serbaz Nîhat Yîgîter û îtîrafkar Kahraman Bilgiç bavê min binçav kirin. Kesên bavê min binçavkirin, 45 roj şûnde bavê min winda kirin. Piştî îşkenceya giran li bavê min kirin, roja cejnê li nêzî qereqola cendirmeyan cenazeyê wî avêtin tenişta rê. 
“Em edaletê dixwazin”
Tayyup Canan, xwest pêkanînên demboriya dosyayan bi dawî bibe û wiha got: “Em dixwazin dema dosyayên dozê derbas nebe. Em edaletê dixwazin. Windakirina bi zorê, pêkanînên hêzên dewletê yên herî hovane ye. Dewlet kesên ku wan winda dike, aqûbeta wan vedişêre û naxwaze ronî bibe. Dixwaze sûcê wan veşêre. An înkar dike an jî dixwaze di nava demê de bê ji bîr kirin.”  
 “Derbasbûna demê ji bo faîlan efoyek veşartiye”
Tayyup Canan, da zanîn ku dozger lêpirsînek baş nekiriye û wiha axivî: “Dem di ser lêpirsînê re derbas kirine û bi gotina “Di ser lêpirsinê re dem boriye” dixwazin ser bûyerê veşêrin.” Tayyup Canan da zanîn ku dewlet ji wan re dibêje ‘Dema we xelas bû. Windayên xwe ji bîr bikin’ û wiha got: “Em ê windayên xwe ji bîr nekin. Em ê heta dawî li pêy edalet û heqîqetê bin. Em bang li rêveberên dewletê dikin. Ji ber hiqûqa gerdûnî erka dewletê ewe ku sûcê li dijî mirovahiyê ceza bikin. Vê erka xwe pêk bînin. Em bang li dozgeran dikin. Erka xwe pêk bînin. Dawî li bêcezakirinê bînin. Heqîqetê ronî bikin. Demboriya dosyayên dozê ji bo failan efûya veşarî ye.” 
“Pergala darazê, pêkanînên rejîmê yên li dijî mafê mirovan rewa dike”
Vê hefteyê li ser navê xizmên windayan Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Sîbel Çapraz xwend. Sîbel Çapraz, anî ziman ku 877 hefte nin, dibêjin “Hêzên serdestan bi rêya darazê edalet û hiqûqê pûç dike” û wiha got: “Pergala darazê, pêkanînên rejîmê yên li dijî mafê mirovan rewa dike. Ji ber vê yekê em nagêjin mirovên xwe yên winda. Abdullah Canan li Geverê karkerek bû. Gelek caran mafê Abdullah Canan hat binpêkirin. Abdullah Canan ji ber mafê wî hat binpêkirin giliyê Fermandarê Tabûra Komando ya Geverê Mehmet Emin Yurdakul kir. Ji ber vê yekê Yurdakul gef li Abdullah Canan xwar û ew binçav kirin. Dema Abdullah Canan binçav kirin gelek caran malbat çûn Fermandariyê. Lê her tim binçavkirina Canan înkar kirin. Di 21’ê Sibata 1996’an de bedena Canan a îşkence lê hatibû kirin hat dîtin. Malbata Canan serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dan û anîn ziman ku Fermandarê Komandoyê Yurdakul berpirsiyarê kuştina Abdullah Canan e. Malbatê di 1’ê kanûna 1997’an de serî li DMME’yê da. DMME’yê têkildarî kuştina Abdullah Canan Tirkiye mehkum kir. Yên ku Abdullah Canan qetil kirin diyar in. 178 hefte ne Qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Lê em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê bernedin.”