Salek li ser hilweşîna Baasê derbas bû: Peymana 10’ê Adarê deriyê çareseriyê ye
Cîgera Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulîstan Elî têkildarî rewşa Sûriyeyê ya salekî axivî, got “Di bin navê Îslama siyasî de hemû rengên terorê derbasî Sûriyeyê kirin” û anî ziman ku peymana 10’ê Adarê deriyê çareseriyê ye.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Rewşa îro li Sûriyeyê ji dema hilweşîna rejîma Baasê û bi hatina çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ve, welêt qonaxek aloz derbas dike. Sozên reformên bi binpêkirinên zêde bûyî û guherîna hevsengiya hêzên li ser erdê ve girêdayî ne, bicih nehatin anîn. Di nav pêşketinên erênî yên sînorkirî û dijwariyên zêde dibin de, Rêveberiya Xweser girîngiya nirxandina guhertinên rastîn ên hem erênî û hem jî neyînî û bandora wan a li ser pêşeroja Sûriyan tekez dike.
Cîgera Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulîstan Elî ji ajansa me re derbarê rewşa Suriyeyê ya piştî hilweşîna Rejîma Baasê û bi hatina Rêveberiya demkî de axivî.
‘Zêdeyî 60 salan îradeya gelê Sûriyeyê hatibû tunekirin’
Gulîstan Elî da zanîn ku di 8’ê Kanûna 2024’an de Rejîma Baasê hatiye hilweşandin û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Hilweşîna Rejîma Baasê, ji bo tevahî gelê Sûriyeyê bûyerekî dîrokî bû. Tiştên ku hatin qewimandin 14 salan gelê Sûriyeyê ji bo wê tekoşîn kir, gelê Sûriyeyê hemû rengên penaberiyê jiyan kirin, dagirkirin ji xaka Sûriyeyê re çêbû, ev hemû sedemên wê Sîstema desthilatdar a Rejîma Baasê bû, ku gelê Sûriyeyê birêve dibir. Zêdeyî 60 salan îradeya gelê Sûriyeyê hatibû tunekirin.”
‘Gelên Sûriyeyê digotin êdî em gihîştin xewn û xeyalên xwe’
Gulîstan Elî anî ziman ku gelê Sûriyeyê roja hilweşîna Rêjîma Baas bi kêf û coş pêşwazî kiriye û wiha got: “Dema ku Rêjîma Baasê hat hilweşandin, gelê Sûriyeyê ev bûyer bi kêfxweşiyekî pir mezin pêşwazî kir. Gelên Sûriyeyê digotin êdî em gihîştin xewn û xeyalên xwe û em derketin kolanan û me zarokên xwe feda kirin ji bo ku vê rojê bibînin. Lê mixabin hatina Rêveberiya Demkî, sarbûnek xist ser kêfa gelên Sûriyeyê. Xwesteka gelên Sûriyeyê, dewletek demokratîk ku hemû pêkhate bi şekil, ziman û çanda xwe werin qebûl kirin bû, ji ber ku Suriye pir reng e.”
‘Ev bû sedem ku bêbaweriyek û xemgîniyek çêbibe’
Gulîstan Elî destnîşan kir ku di nav Kongra Netewî ya ku Rêveberiya Demkî li dar xist, pêkhateyên Sûriyeyê tunebûne û got ku gelên Sûriyeyê dixwestin ew siyaseta ku dihat meşandin, were guhertin. Gulîstan da zanîn ku ji despêka hatina Rêveberiya Demkî ve, hinek tişt yek rengî dane û wiha pê de çû: “Dema ku Kongra Netewî hat lidarxistin, carek din yek şikil, yek alî û yek reng dan, pêkhateyên Sûriyeyê beşdar nebûn. Ev bû sedem ku bê baweriyek û xemgîniyek çêbibe li gel tevahî gelê Sûriyeyê, ku ev dewleta yek rengî nema tê gebûl kirin û pêwîst e nema dubare bibe.”
‘Êrîş li ser gelek deverên Sûriyeyê hat kirin’
Gulîstan Elî anî ziman ku salvegera hilweşandina rêjîma Baasê nêz dibe û diyar kir ku di nava vê salê de gelek zor û zehmetî derketine, êrîş li ser gelek deverên Sûriyeyê hatine kirin. Gulîstan destnîşan kir ku li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hinek destdirêjî hatiye kirin û milê Reqa, Tebqa û Dêr EL-Hafir mînak nîşan da. Gulîstan wiha got: “Dewletên cîran jî wekî dewleta Tirkiyeyê rolên wan di vê xirabkirinê de hebû. Bi hatina Rêveberiya Demkî re tiştên erênî û neyînî jî çêbûn. Tiştên neyînî ew bûn; hinek grûpên girêdayî Emin EL-Am ên ku di nav Rêveberiya Demkî de cih digrin, gelek binpêkirinên mirovî kirin, qetilkirin û destdirêjî jî hat kirin.”
Peymana 10’ê Adarê
Gulîstan Elî da zanîn ku Peymana 10’ê Adarê erênî bû û wiha got: “Binpêkirinên ku li ser Peravê û Suweydayê hatin kirin, gelek hewildan hebû ku li ser Kurdan û Herêm Rêveberiya Xweser were kirin, lê bi rêxistinbûna heyî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derfet neda ew dewletên ku dixwazin xerab bûnê bikin li wê derê. Tiştên erênî jî ku Peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera Rêveberiya Demkî û Fermandarê giştî yê QSD’ê birêz Mazlûm Ebdî de hat çêkirin, eger ev peyman wekî xalên ku di navbera xwe de dihewîne were pêkanîn, wê kirîza Sûriyeyê bidawî bibe.”
‘Ew peyman deriyê vekirina çareseriya Sûriyeyê ye’
Gulîstan Elî diyar kir ku hewldanên Rêveberiya Xweser hene ji bo ku Peymana 10’ê Adarê pêk were û wiha got: “Ew peyman deriyê vekirina çareseriya Sûriyeyê ye û bidawîbûna krîza 14 salan e. Hewildanên Rêveberiya Xweser hene ji bo ku ew peyman pêk were, li ser wê kar û xebat tê meşandin, da ku bikaribin bendên hundirê wê xal bi xal bi awayekî berfireh pêk bînin û çareseriyek ji van pirsgirêkan re were dayîn. Em dikarin hêviyên xwe qut nekin, ku ihtîmalekî pir mezin heye ku Sûriye ber bi çareseriyekî siyasî ve here. Di heman demê de eger girtina fikra qalib bimîne, eger Sûriye bi awayî navendî û ne qebûl kirina mafên pêkhateyan bimîne û guhertina destûrê neyê qebûlkirin, wê rewşa Sûriyeyê ber bi xirabbûnê ve biçe.”
‘Xewn û xeyalên me çûyîna ber bi çareseriyek siyasî ve ne’
Gulîstan Elî derbarê komkujiyên ku li Siweydayê û Peravê hat kirin axivî û wiha pê de çû: “Çi pêkhate xwe di aliyê fikir de birêxistin neke, di pêşxistin û rol dayîna jinê de, pêşxistina ciwanan li ser rihê xwe parastinê de, ev hemû sedem bûn ku wekî gavekî hesan bû, ku ew grup derbasî wan deverên Sûriyeyê bibin, komkujî û qetlîam li ser sivîlan, jinan û zarokan pêk bînîn. Piştî hilweşandina Rejîma Baasê gerek gelê Sûriyeyê nema rastî van buyeran bihata, ji ber xewn û xeyalên me ew bûn ku em ber bi çareseriyekî siyasî ve biçin, bi aramî jiyan bikin û em Sûriyeyek nû ava bikin.”
‘DAIŞ ji hemû hêlên dinyayê hat birêxistinkirin’
Gulîstan Elî destnîşan kir ku DAIŞ ji aliyê hemû hêlên dinyayê ve hatiye birêxistinkirin û wiha got: “Çend hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Demkî re çêbûn û heta niha encamên dawî derneketine. Doz û xeyalên gelê Sûriyeyê û xwesteka wan, di Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mînaka wê rû da ye. Di navbera şerê DAIŞ’ê de êrîşa herî mezin ya ku cîhan ket xeteriya tunebûna sîstemên xwe de, DAIŞ ji hemû hêlên dunyayê hat birêxistin kirin. Dewleta Tirkiyeyê destek da DAIŞ’ê û êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser vê Herêmê nehatin rawestandin. Lê digel wê, Rêveberiya Xweser ev herêm parast û civak bi êxistin kir. Me gelek zehmetî jiyan kirin, qurbanî gelek bûn û heta niha fedakarî berdewam e.”
‘Ji gelê vê herêmê xwe bi rêxistinkirin derket’
Gulîstan Elî diyar kir ku Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne û wiha pêde çû: “Girûpên berbelav ên xwedî fikrên radîkal in, xwestin xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bikin, da ku qirkirina pêkhateyan bînin. Lê ji gelê vê herêmê xwe birêxistinkirinek derket. Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne. Tiştên ku hat serê gelê Durzî û Elewî, beriya wê li ser Êzîdiyan jî hat kirin. Ji ber xwe birêxistinkirina gelan girîng e. Em tu carê hêviyên xwe navêjin ser hikûmetên desthilatdar, ku bi şeklê yek reng û yek ziman, van gelan winda dike. Eger gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin nekiriba, wê wekî fermana ku li Şengalê hat kirin wê çêbiba.”
‘Rewşa jinê ji rewşa civakê ne qut e’
Gulîstan Elî da zanîn ku rewşa jinê ne qut e ji rewşa civakê ve û wiha got: “Gelek kesên ku piştgir in ji hinek siyasetên dijberî Sûriyeyê re propagandayek reşkirinê dikin, di navbera Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Demkî de. Di navbera pêkhateyan de, ev pêwîst e civak hişyar be ji van mijaran re. Rewşa jinê ji rewşa civakê ne qut e. Despêka ku Kongra netewî hat lidarxistin û destûra ku hat ragihanidin, ji bo jinan binpêkirinek bû, ji bo mafên jinan. Dema ku me şeklê Sûriyeyê dît, piştî van salên demdirêj, bi wê sekna hemû mêran tenê jinek cihê xwe temsîl dike, ji ber wê ew tenê temsîla hemû jinan nake di navbera sedan ji mêran de.”
‘Jinan pêşengiya şoreşê kirin’
Gulîstan Elî anî ziman ku sîstema desthilatdar mafê jinan tune kir û wiha got: “Di sîstemên desthilatdar de her tiştî li gorî zîhniyeta desthilatdar didin pêş, li gorî xwe maf dan mêran û ji jinan qut kirin. Yanî dibêjin tenê mêr siyasetê bi rêve bibe. Lê em dizanin ku jinan pêşengtiya şoreşê kirin û şoreş li ser navê xwe rakirin û bûn sembol ji vê şoreşê re. Bi hezaran şehîdên jin çêbûne, heta îro jin di çeperên şer de hazir ku parastina vê civakê bikin. Jinan ji bo mafên xwe çek rakirin. Armanca wan ew e ku nema desthilatdariya mêr ya ku ser tê meşandin nema tê qebûlkirin. Şansê herî mezin ku di dema me de bû ev şoreş, me êş û azarên wê jiyan kir, lê di heman demê de serkeftina ku me bidest jî xist, me jiyan kir.”
‘Hêza YPJ’ê ya ku bi rastî jî temsîla hemû jinan dike heye’
Gulîstan Elî da zanîn ku îro jin bûye xwedî biryar û wiha got: “Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di cihê biryarê herî bilind de jin e, kota ji sedî 50 jin e. Îro di cihê dîplomasî û siyasî yê herî xwedî bandor de, jin pêşengtiyê dike. Di heman demê de, di aliyê leşkerî de Hêza YPJ’ê ya ku bi rastî jî temsîla hemû jinan dike heye. Tiştên ku di van 14 salên şoreşê de, tişên ku rojane dihat jiyankirin, ji bo jinan dîrok bû. Emê xwedî li wê xetê derkevin da ku em mafê jinan mîsoger bikin.”
‘Pêwîst e hemû pêkhate di vê destûrê de cih bigrin’
Gulîstan Elî diyar ku pêwîst e hemû pêkhate di vê destûrê de cih bigrin û cihê xwe temsîl bikin û wiha got: “Destûra ku hat ragihandin, tu guhertin tê de tunebû ji ya rejîma Baasê de. Destûrek ku mafê pêkhateyan tê de tunebe, ku temsîla jinan neke û kotaya jinan bi awayekî demokratîk neyê zelalkirin, ev ji aliyê gelê Sûriyeyê bi tevahî ve wekî tirsek çêkir. Eger ev destûr bi hazirbûna dewletên mîsoger yên ji pêvajoya veguhêz ya Sûriyeyê berpirsyar in ve neyê guhertin, Sûriye dê ber bi krîzek mezintir ve biçe. Xeteriyên pir mezin li pêşiya Sûriyeyê ne, eger ev destûr neyê guhertin. Pêwîst e hemû pêkhate di vê destûrê de cih bigrin û cihê xwe temsîl bikin, ji bo ku em Sûriyeyek nû û demokratîk ava bikin.”
‘Bandora vê demokrasiyê bê guman li Tirkiyeyê bibe‘
Gulîstan Elî destnîşan kir ku Rêveberiya Demkî projeya demokrasiyê qebûl nake û wiha got: “Di diruşmeyên hemû dewletan de her dem demokrasî li pêş e, Rojhilata Navîn golek mezin a ji demokrasiyê qut e. Ji ber ku girêdayî sîstemên dewletên deshilatdar e, dema ku sîstem navendî be, yek alî be û yek reng be, tu carî demokrasî lê bipêş nakeve. Rêveberiya Demkî, projeya demokrasiyê qebûl nake, wekî hemû dewletên desthilatdar ên ku sîstema navendî didin meşandin. Eger demokrasî li Sûriyeyê hat avakirin, pêwîst e dewletên cîran ên wê jî lê were pêkanîn. Ji ber vê, wê bandora vê demokrasiyê bê guman li Tirkiyeyê bibe, wê gelê Tirkiyeyê doz bikin û wê gelê Îraqê jî doz bikin. Ji dewletên desthilatdar ên ku demokrasî jiyan nekirine wê ew gel li hember van desthilatdariyan carek dinê daxwazên xwe mezin bikin. Şerê demokrasiyê dema tê kirin, sedema wê ya sereke, tirsa dewletên desthilatdar ku sîstema sermîyandar ya kapîtalîst tune bibe. Xeteriya demokrasiyê dawiya sîstema desthilatdar e.”
‘Ger ew peman pêk were, pirsgirêkên Sûriyeyê bi dawî dibin’
Gulîstan Elî diyar ku Rêveberiya Demkî bi awayekî fermî nebûye xwedî biryar û rola ku bibe xwedî biryar, hîn nelîstiye. Gulîstan Elî da zanîn ku dewletên navnetewî li gorî berjewendiyên xwe Rêveberiya Demkî didin meşandin, ji ber wê Rêveberiya Demkî pêkanîna Peymana 10’ê Adarê bi derengî dixe û wiha pê de çû: “Destên dewleta Tirkiyeyê di vê derengxistinê de heye. Ji ber ku tiştên ku di wê peymanê de hene, daxwazên gelê Sûriyeyê ne, eger ew peman pêk were, pirsgirêkên Sûriyeyê bi dawî dibin. Ji bo gelek dewletan ev peyman ne tiştekî baş e. Ji bo vê, her û her destên xwe davêjin biryarekî ku were rawestandin.”
‘Ji bo meha pêş me hewldan hene’
Gulîstan Elî anî ziman ku Serokê Emrîkayê tekez kir ku Peymana 10’ê Adarê pêk were û wiha got: “Ziyareta dawî ku li Waşîngtonê di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed EL- Şaree û Serokê Emêrîka Tramp de çêbû, bendekî esasî ku tê de hat nîqaş kirin, Peymana 10’ê Adarê bû, ku bi çi rengî tê meşandin. Bi awayekî erênî ji aliyê Ehmed EL-Şaree ve bersiv hat dayîn, ku em hewl didin bi ser bixin. Tramp tekez kir ku pêwîst e ev peyman biserkeve. Hewldan hene ji aliyê Rêveberiya Demkî û Rêveberiya Xweser ve, ku di vê meha li pêşiya me de ji bo hinek lihevkirinan gavên cidî bavêjin.”
‘Rêxistinên civaka sivîl dê hebin’
Gulîstan Elî tekez kir ku li gelek deverên Sûriyeyê daxwaza Rêveberiya Xweser dikin û wiha got: “Eger me li ser Sûriyekî ne navendî lihev kir, wê rêxistinên civaka sivîl hebin, wê ciwan birêxistin kirina mafên xwe û mafê civaka xwe, bidin pêş. Di heman demê de wê rêxistinên jinan bipêş bikevin, rola jinan di cihê biryarê û siyasetê de ku bi awayekî aktîf çawa rol bilîze, wê derkeve pêş. Eger Sûriye navendî be, tu carî dewletên navendî mafên pêkhateyan, gelan, jinan û ciwanan nedaye wan.”
‘Gerek her kes bi ol, ziman û çanda xwe werin qebûlkirin’
Gulîstan Elî diyar kir ku pêwîst e cudakirina desthilatê ji olê hebe û wiha got: “Em ji bo gelê Sûriyeyê û ji bo Rêveberiya Demkî wê dozê dikin ku diyalog wê her tiştî bi dawî bike, lihevanîn pêwîst e siyasî be. Pêwîst e cudakirina deshilatê ji olê hebe. Ev li hemû dewletên ku azadî û demokrasî jiyan kirine heye. Pêwîst e desthilata dadwerî serbixwe be û mafên mirovan tê de mîsoger bike, desthilata bikaranînî û ya yasadaner jî her yek serbixwe kar bikin. Pêwîst e bi vî awayî Sûriyeya nû were qebûlkirin û birêxistin kirin, ji bo kes nikaribe tiştekî li ser tu kesî ferz bike. Gerek her kes bi ol, ziman û çanda xwe werin qebûlkirin. Dewletên herêmî Îslama siyasî dimeşandin, ku li dijî Sûriyeyê bû. Di bin navê Îslama siyasî de hemû rengên terorê derbasî Sûriyeyê kirin.”
‘Ji mafên hemû jinan e ku kota û hebûna xwe bixwazin’
Gulîstan Elî tekez kir ku ji mafê hemû jina ye ku di biryarên siyasî de kota û hebûna xwe bixwazin û wiha bi dawî kir: “Em hemû jin wekî hev in. Ti cudakirina me ji hev tuneye. Em mafên jinan li her deverî mîsoger dibînin. Îro ji mafê hemû jina ye ku di biryarên siyasî de kota û hebûna xwe bixwazin. Heta dawî em destek didin ku mafê hemû jinan li her deverî werin dozkirin. Di sedsala 21’an de me şopa tiliya berxwedana jinan da. Rêveberiya Xweser hewl dide ku ji bo tevahiya Sûriyeyê, ku Peymana 10’ê Adarê pêk bîne, di rêya diyalogan de van pirsgirêkên heyî bi dawî bike, destura ku hatibû dayîn were guhertin. Em bi hêvî ne jî ku bi azad, wekhev û demokratîk hemû pêkhate bi hev re jiyan bikin.”