Sakine Cansiz û rêhevalên xwe li Şengalê hatin bi bîr anîn
Di salvegera 9’emîn a komkujiya Parîsê de jinên Şengalê bi pêşengiya TAJÊ Sara Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn.
Şengal – Li Şengalê bi wesîleya salvegera komkujiya Parisê ji bo Sakîne Cansiz û rêhevalên wê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîm li şehîdgeha şehîd Berxwedan û şehîd Dilgeş hat lidarxistin. Di merasîmê de bi sedan endamên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û her wiha şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî amade bun. Di merasîma bîranîna şehîdan de li ser navê Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico û her wiha li ser navê şervanên YJŞ’ê jî Fermandara Giştî ya Hêzên YJŞ’ê û YBŞ’ê Viyan Hebabî axivî.
Di destpêka merasîmê de endama Koodînasyona TAJÊ Riham Hico axivî û bi van gotinan qala kesayetiya şehîd Sara û armanca komkujiyê kir: "Mixabin me destana qehremaniya şehît Sara piştî fermanê nas kir. Lê me di fermanê de şervanên şehîd Sara nas kir, rêhvalên şehîd Sara bi hewara me ve hatin. Şehîd Sara ji pêkhateya elewî ye ew jî xwedî dîrokek kevnar e weke me Êzidiyan li Dersimê jî li ser pêkhateya elewî ferman û qetliam hatine kirin. Ji bo wê em dizanin bingeha lehengiya jiyana hevala Sara bi dîroka wê ve girêdayî ye. Hevala Sara bi Rêber Apo re hevaltî kiriye û di girtîgehê de rastî îskenceyên gelek mezin hatiye.
“Dijmin jinên azad hedef digre”
Endama Kodinasyona TAJÊ Riham Hico di berdewamiya gotinên xwe de kala berhemên lehengiya şehîd Sara jî kir û wiha got: “Berxwedana hevala Sara û rêhevalên wê Tevgera Azadiyê gihandine vê astê. Bi keda hevala Sara îro em jinên Êzidî li ser lingan e, îro em jî riya jinên berxwedêr û qehreman dişopînin. Hevala Sara bû mînakek ji bo me tevahî jinan. Em jî wê heya dawiyê ji bo azadiya jinan û civakê têbikoşin. Em ê tola Sara û rêhevalên wê li erdê nehêlin ji ber ku komploya li ser hevala Sara ji qetliama Dêrsimê, ji komploya li ser Rêber Apo, ji fermana 74’an, ji peyman û listikên li ser gelên azadîxwaz qut nîn e ji ber ku dijminê me dixwaze hemû kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin tune bike. Dijmin xwest di şexsê hevala Sara de derbeyê li tevahî jinan û her wiha li civaka elewî bide. Di roja îro de jî li her deverê ku bi fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin dijmin dixwaze wê civakê tune bike.”
Fermandara giştî ya hêzên YBŞ û YJŞ’ê Viyan Hevabî jî bal kişand ser kesayet û tekoşîna şehîd Sara û wiha got: “Em bi boneya bîranîna şehîd Sara Rojbîn û Ronahî tevahî şehîdên doza azadiyê bi bîr tînin. Tevahî cîhan rûyê dewleta tirk dizanin em tev dizanin ku dewleta tirk ji bo civakan tune bike destpêkê pêşengên wê hedef digre. Di şexsê hevala Sara de dijmin vîna jinên azad hedef girt.”
“Sara sembola vîna jinên azad e”
Fermandara giştî ya hêzên YBŞ û YJŞ’ê Viyan Hevabî di berdewamiya gotinên xwe de qala têkoşîna Sara kir û wiha got: “Li beramberî pergala baviksalarî dest pêkê Rêber Apo têkoşînek kûr da meşandin, hevala Sara sembola vîna azad e hevala Sara jî di gavên destpêkê yên avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de hevaltiya vê bi Rêbertî re kir. Ji bo wê herî zêde li hemberî pergala mêr li hemberî fikra desthilatdaran hevala Sara xwedî vîneke mezin bû.”
“Em berhemên keda wan in”
Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê Suham Şengalî jî bi van gotinan nêrînên xwe anî ziman: “Bi saya tekoşîn û keda hevalên şehîd îro jinên Êzidî û tevahî jinên ku êş kişandine li ser lingên xwe ne û riya tekoşînê dizanin. Em xwe pir bi şans dibînin ji bo ku me ev riya azadiyê nas kiriye. Jinên Şengalê bi keda şehîdên xwe hatine ê astê ku di her qadê de hêza xwe çêbikin û em xwedî wê vînê ne ku nehêlin careke din ferman bi serê civaka me de bê”
Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê Suham Şengalî di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî jinan kir ku serê xwe li ber zordariyê netewînin û li hemberî pergala baviksalarî û desthilatdariya pergalê têbikoşin.