Rojnamegera Misrî Amal Makawî jiyana xwe jidest da

Rojnamegera Misrî Amal Makawî ku wek damezrênera bernameyên televizyonê yên perwerdeyî ji bo rû birûbûna dersên taybet dihat binavkirin, jiynan xwe jidest da.

Navenda Nûçeyan - Rojnamevan Amal Makawî di 17'ê çile de jiynan xwe jidest da. Ragihandina vê yekê, di nava civaka ragihandinê ya Misrê de xemgîniyek çêkir.
Pêşkêşvan û rojnamevan Amal Makawî ya zanîngeha maf qedandiye di heman demê de rêvebira kanala yekê ya televizyona Misrê bû. Bawernameya diplom a peymangeha ragihandinê û derhêneriyê girt û bi wê nasnamê di ragihandinê de dest bi xebatê kiriye.
Beriya niha Amal Makawî di hevdîtinek xwe de li ser hilbijartina bernameyê perwerdahiyê gotibû ku rêhevalên wê ji bo pêşkêşkirina bernameyekî navdar pêşbazî dikin ji ber ku ew li peyî navûdeng digeriyan lê wê ji bo xwe riyek herî dijwar hilbijart ku kar û bar ji her malê li Misrê re peyda bike û pirsgirêkên dersên taybet çareser bikebû.