Sabiha Sebrî: Em pêkhateyên Şengalê rê nadin fermanek nû

Berdevka TAJÊ Sabiha Sebrî ji bo beşdarbûna meşa sibê ya li hemberî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de tê lêkirin banga beşdariyê li her kesê kir û got: “Divê weke pêkhateyên Şengalê em rê nedin pilanên fermanek nû.”

Şengal - Ev demek a rtêşa Îraqê ji bo ku Şengal û Rojavayê Kurdistanjê ji hev qut bike, weke berdewamiya peymana 9’ê Cotmehê diwanên beton lêdike. Li bermberî wê gelê Şengalê bi her awayî bertekê xwe nişandan. Sibê jî têkildarî heman mijarê wê meşek girseyî bê lidarxistin. Dê welatî li ser rêya dinavbera Xanesor û Sînunê li ber benda kontrolê ya Zîra ya Sînunê li hev kom bibin û heya baregeha Tirbika ya Artêşa Iraqê bimeşin. Li ser mijarê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabiha Seberî bag li tevahî pêkhateyên Şengalê kir ku beşdarî meşê bibin.

Sabiha Seberî di derbarê meşa sibê li hemberî lêkirina dîwar bê lidarxistin de ev agahî da: “Li beramberî diwarê di navbera me û Rojavayê Kurdistanê de tê lêkirin weke civaka Êzidî û civaka Ereb ji roja despêkê heya niha me bertekên xwe nîşand dane. Em dibînin ku bê rawestan artêşa Îraqê çêkirina diwar dewan dike. Em jî weke civaka Êzidî û Ereb ên ku li ser vê axê dijîn bê goman em temaşevan û bêdeg namînin, heya ku em diwarên nava xwe û Rojavayê Kurdistanê hilneweşînin. Ji bo wê em ê sibê di demjimêr 1’an de li ser rêya navbera Xanesor û Sînunê li ber benda kontrole ya Sînunê li hev kom bibin û heya baregeha Tirbika ya Artêşa Iraqê bimeşin.”

“Rêyên xilasiyê li ser welatiyan dibirin”

 Sabiha Seberî da zanîn ku ew weke jinên Şengalê li hemberî pilanên ser Şengalê tên meşandin bi fikarin û dê li hemberî hemû cure pilanan li ber xwe bidin. Sabiha Sebrî daxwaz ji her kesê kir ku li hemberî êrîşên ser Şengalê piştevaniya wan bikin û wiha domand: “Dixwazin tevahî siyaseta xwe ya qirêj li Şengalê bidin meşandin. Dibin navê em ji bo parastina gel vî dîwarî lêdikin rêyên gel yên xilasiyê digirin. Bila baş bizanin ku gelê Şengalê ne gelê berê ye wê heya dawiyê li bermberî van listokan derkevin.”

“Fikarên fermanek nû didin çêkirin”

Sabiha Seberî bi van gotinan bal kişand li ser bertekên welatiyan: “Gelê Şengalê di ferqa wê yekê dene ku ev diwar ne ji bo xêra civakê ye û dibêjin ku ev diwar ji bo berdewamiya fermanê ye. Bertekên gel di asteke jor deye. Ji bo ku ev diwar neyê lêkirin jî dê gel amadekariya tekoşînê bike.” 

Sabiha Seberî li hemberî lîstokên ser Şengalê banga baldariyê li her kesê kir û wiha berdewam kir: “Em tevahî gelê xwe vedixwînin vê meşê. Ji ber ku ev meş ji bo me tevan xwedî giringiyeke mezine. Divê weke pêkhateyên Şengalê em rê nedin pilanên fermanek nû. Ji bo wê divê em li beramberî her cure êrîş û hewildana tunekirina vîna gel li ber xwe bidin.”