Rojnemevan Dilîşan Îbiş li Kobanê hat bibîranîn

Li Kobanê bi dehan rojnemevan û xebatkarên çapemeniyê, rojnemevan Dilîşan Îbiş di 9’emîn salvegera wê de bi malbata wê re bibîr anîn.

Kobanê – Di 12’ê Cotmeha 2017’an de dema ku nûçegîhan û xebatkarên ajansa Nûçeyan a Hawarê   Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed, her wiha rojnemevan Rizgar Denîz hemleya rizgarkirina Dêrezorê ya ji çeteyên DAIŞ’ê dişopandin, ji aliyê çeteyan ve hatin hedefgirtin ku di encamê de tevlî karwana nemiran  bûn.

Bi vê wesîleyê îro Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) û Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), bi amedebûna bi dehan rojnemevanan, Meclîsa Malbatên Şehîdan, hevrê û malbata Dilîşan Îbiş, merasîma bîranînê lidar xistin. Di merasîmê bîranînê de kedkarên çapemaniyê yên ku di dem û salên cuda de di meha Cotmehê de hatine qetilkirin, jî hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê ku li Goristana Şehîd Dicle pêk hat, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê li gel sloganên “Şehîd Namirin” axaftin hatin kirin.

Endama Meclîsa YRJ’ê Sîlva Ibrahîm a ku bal kişand ser armancgirtina rojnemevanan a di pêvajoyên şer de, wiha got: “Rojnamegeriya Kurdî xwedî mîrateyeke dirêj û dewlemend e, ji bo vê jî her tim rûbirûyî êrîşên dijwar hatiye û di vê riyê de bi dehan hevalên me şehîd bûne. Dilîşan Îbiş jî yek ji şehîdên vê dozê ye ku ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemîne canê xwe feda kir. Em jî weke Yekîtiya Ragihandina Jin berpirsyariya şopandin û domandina riya şehîdan digrin ser xwe. Emê bi biryardarî û îsrar her tim riya heqîqetê ronî bikin.”

‘Me weke rojnemevan pêvajoyên gelek dijwar jiyan kiriye’

Her wiha endamê meclîsa YRA’yê Mihemed Mustefa ku îsrara dewamkirina têkoşînê bilêv kir, wiha got: “Rojnemevanên me yên di vê qadê de ji bo ku rastiya gelê xwe raghînin, jiyana xwe her tim xistin nav xeteriyê ku gelek ji wan jî şehîd bûn. Pîvan û îsrara raghandina Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ji bo dijmin jî her tim cihê metirsiyê bû. Ji bo vê jî em dibînin ku heta niha jî di her derfetê de êrîş li ser raghandina me pêk tê. Me weke rojnemevan pêvajoyên gelek dijwar jiyan kiriye, ji bo vê jî emê têkoşîna xwe bi rih û sozên ku em li gel gorên hevalên xwe didin, dewam bikin.”

Paşê li gel berzkirina sloganan gul li ser gora Dilîşan Îbiş hatin çandin û herî dawî jî merasîma bîranînê bi serdana gora nûçegîhanê televezyona Ronahî Tv Mustefa Mihemed bi dawî bû.