Rojnamegerên jin hatin sirgûnkirin

Rojnameger Gulîstan Dursun, Pinar Gayip û Serpîl Unal ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ne, bêyî ku agahî bidin malbatên wan sirgûnî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan- Ji bo rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 21’ê Kanûnê de dema nûçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, li Qada Şîşhane ya Beyoglû ya Stenbolê çalakiyek hate lidarxistin. Rojnameger û parêzvanên mafên mirovan ên ji bo şermezarkirina êrîşê hatin cem hev hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 7 rojnameger û 2 welatî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Rojnamegerên jin ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî, Gulîstan Dursun, Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip û Nûçegihana  Mucadele Bîrlîyî Gastesî Serpîl Unal ên ji bo bibin nexweşxaneyê ji qawîşê hatin derxistin û bêyî ku agahî bidin malbatên wan sirgûnî Girtîgeha Marmarayê kirin.