Rojnamegerên jin destkeftiyên şoreşa Rojava diparêzin
Rojnamegerên jin ên li Rojava bi pênûs û dengê xwe hewl didin rastiya civakê, destkeftiyên şoreşê û êrîşan ji hemû cîhanê re ragihînin. Rojnameger soza meşa li ser rêya heqîqetê dubare dikin.
Qamişlo – Jinên ku pêşengiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, di pêvajoya avakirinê de jî li gelek qadan dixebitin. Bi perwerdeya ku distînin jî xwe pêş dixin. Jinên ku rojnamegerî hilbijart, destkeftiyên şoreşê û tecrubeyên jinan ji hemû cîhanê re ragihandin.
Jinên ku li Rojava zanîngeha rojnamegeriyê qedandine pênûsên xwe ji bo hişyarkirina civakê, guhertina civakê û bi hêzkirina jinan bikar tînin. Yek ji van jinan Bêrîvan Qasim e. Bêrîvan Qasim a ku ji Zanîngeha Rojava derçû, diyar kir ku di dema perwerdehiya xwe de ji nivîsandina nûçeyan heta kişandina wêneyan di gelek waran de hatine xebitandin û wiha got: “Min dixwest di qada çapemeniyê de bixebitim da ku xwe zêdetir pêş bixim û di vî warî de ezmûnek têr bidest bixin."
‘Erka me rastiya ragihandin e’
Bêrîvan Qasim a li Amûdê dijî lê ji bo bêhtir ezmûn bidest bixe diçe Qamişlo got: "Min dest bi xwendina peymangeha Ragihandinê li zanîngeha Rojava di sala 2021an de kir. Min 3 salan xwend. Ez di sala 2024an de derçûm. Ragihandin xwedî dîrokeke kûr e. gelek mijarên girîng di ragihandinê de hene. Ji çawaniya bikaranîna kamereyê pêşkêşî û nivîsandina nûçeyan heta dîroka ragihandinê û hemû hûrgiliyên din. Bi destpêkirina sala duyem ji zanîngehê min biryar da ez di warê ragihandinê de kar bikim ji bo ez xwe hîn zêdetir li pêş bixim û ez hîn zêdetir di vî warî de pispor bibim. Min dest bi kar weke nûçegihan li Rojava Tv li Qamişlo kir. Min beşa ragihandinê hilbijart ji bo ez nameyekê ji civaka xwe bighînim hemû cîhanê û ez bibim pênûsek dîrokê ji hemû aliyî ve diniivisîne. Civaka me di gelek zehmetiyan re derbas bû. Erka me ye em tişta çêdibe bikşînin û binvîsin ji bo cîhan bi tevahî rastiyê bibîne."
‘Jin ji mêran zêdetir di beşa ragihandinê de hebûn’
Bêrîvan Qasim di dewama axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Em weke derçûyên zanîngeha Rojava erk e li ser milê me em kar ji bo derxistina rastiyê bikin û çîrokên jinan binvîsin û şoreşa jinê li Rojava biser bixin. Beşa ez jê derçûm jin ji mêran zêdetir bûn, ev yek belge ye ku jin di rewşa berxwedana pêşketinê de ye ji bo xwe û civaka xwe pêş bixe. Jinan dikarîbûn xwe bi riya şoreşa Rojava isbat bikin û şoreşê birêve bibin û li cîhanê tevahî belav bikin. Piştî tişta şoreşa jinê û gel ji me re pêşkêş kirin, Em dixwazin dîroka xwe bi destê xwe binvîsin. Em jinên ji peymangeha bilind a ragihandinê derçûne me dikarîbû sînorê civakê li pêşiya jinan danîbû bişkînin û ji cîhanê re isbat bikin ku jin dikarin di hemû waran de bixebitin."
Bêrîvan Qasim ev yek jî vegot: "Îro roj bi saya şehîdên canê xwe ji bo welat feda kirin em bi zimanê xwe dixwînin û ji zanîngehên kurdî derdiçin. Her wiha bi saya wan em parastina destkeftiyên şoreşê digrin ser milên xwe. Em ê li ser xeta wan bimeşin û xewnên wan pêk bînin. Em derçûna xwe li şehîdan pîroz dikin bi taybet li şehîdên çapemeniya azad pîroz dikin. Ez serbilind im ji zanîngeheke kurdî derçûme û ez ê kedeke mezin bidim ji bo dengê civakê û jinan bi taybet bighînim."
‘Min bersiva pirsên xwe di ragihandinê de dît’
Ji aliyê xwe ve nûçegihana Rojava Tv û derçûya peymangeha bilind a ragihandinê ji zanîngeha Rojava Lîlav Elî ku bi xwe ji koçberên Efrîna dagirkirî ye jî got: "Dema ez zarok bûn malbata min behsa Kurdistanê dikirin lê belê her dem pirsek di serê min de hebû. Min ji xwe re digot çima em behsa Kurdistanê dikin û çima ew dabeşkirî û dagirkirî ye? Daxwaza naskirina rastiya kurdan û Kurdistanê hiştin ez li bersivan bigerim. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re dema em li Efrînê bûn welatiyan xwe birêxistin kirin û me dest bi xwendina zimanê Kurdî kir. Wê demê min xwendina xwe bi zimanê Kurdî heta refa 6’an berdewam kir. Em fêrî zimanê xwe yê dayîkê bûn û ev jî xewna dapîr û bapîrên me bûn. Ez di xwendina xwe de gihîştim refa 9’an me dest bi xwendina dîroka Kurdistanê şer û azarên hatin kişandin kir her wiha me rola ragihandinê xwend. Min wê demê nas kir ku ez dikarim bersiva pirsên xwe bibînim. Ji vî mantiqî min dest bi karê di ragihandina jinê de kir û min xwendina xwe pêre berdewam dikir."
Lîlav Elî wiha berdewam kir: "Karê min di ragihandinê de mijareke nû li ser malbata min bû ji ber wê destpêkê qebûl nedikirin, civak jî wisa bû. Qebûl nedikir jin di ragihandinê de kar bike lê belê ez her dem bi israr bûm bersivan werbigrim û xwe di civakê de isbat bikim ji ber wê min li pêşiya malbat û civakê li ber xwe dida. Piştî salekê di karê min di ragihandinê de şer li Efrînê destpêkir. Tevî astengiyên li pêşiya kar û xwendina min û pênûsa min ranewestiya û min çîrokên jinan û tişta li Efrînê diqewime dinivîsandin ji bo ji cîhanê re rewşê ragihînim."
‘Êriş li dijî destkeftiyên me ne’
Lîlav Elî ji ber dagirkirina bajarê xwe Efrînê nikarîbû xwendina xwe temam bike û neçar ma bi malbata xwe re koçberî Şehbayê bibe. Lîlav dibêje: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî destkeftiyên şoreşa me ne û me ji ziman bîranîn û bajarên me mehrûm kirin. Lê belê tevî hemû zehmetiyan me berxwedaniyeke mezin li Şehbayê raber kir û min kar û xwendina xwe berdewam kir. Ez hatim kantona Cizîrê ji bo xwendina xwe li zanîngeha Rojava berdewam bikim. Îro roj ez destkeftiyên xwe li ser rûyê erdê dibînim. Ez piştî gelek zehmetiyan derçûm. Ez niha li Rojava Tv kar dikim û di her rojê de em soza xwe ya berdewamkirina xeta şehîdan nû dikin û rastiya civakê bi pênûsên xwe dinivîsin. Em weke jin û jinên ciwan kar ji bo pêkanîna azadiya hemû jinan û parastina destkeftiyên şoreşa jinan dikin."