Îdiayên dersînorkirin û nêzîkatiyên xirab li hember Greta Thunberg

Piştî nûçeya ku dê aktivîst Greta Tuhnberg a ji ber beşdarî ‘Fîloya berxwedana cîhanî’ bûye hatî binçavkirin û rastî nêzîkatiyên xirab hatiye ji Îsraîlê dersînorê Yewnenistanê bike belav bû, rastî bertekên navnetewî hat.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Yewnan, ragihand ku wê aktivîsta Îsveçê Greta Thunberg ku ji Îsraîlê dersînorî Atîna bike, qebul bikin. Greta Thunberg îro di saetên nîvro de li gel 165 endamên ‘Fîloya berxwedana cîhanî’ ku ji aliyê Îsraîlê ve hatin binçavkirin wê bi firînek taybet vegerînin.

Ev biryar piştî raporên derbarê Greta Thunberg ku di binçav de rastî nêzîkatiyên xirab hatiye  pêla hêrsa navnetewî rabû, hat girtin. Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Greta Thunberg ji rayedarên Sefîrên Swêdê re gotiye ku: “Di hucreyek tije dar de em hatin girtin, gelek kêm xwarin û av dan me û ji ber vê jî em bê av man, sûretê me qalik davêje.”

Di girtîgehê de şahidiyên sosret

Aktivîstên di Fîloyê de diyar kirin ku leşkerên Îsraîlê porê Greta girtine û ew kişkandine, lê xistine û li ber çavê hemûyan zorî lê kiriye ku ala Îsraîlê maç bike. Tiştên hatî jiyîn, wek çavtirsandina girtiyên din binav kirin.

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergard bi gotina: “Ger ev îdea rast bin, rewş gelek xeternak e” fikara xwe anî ziman û da zanîn ku divê rêz li kesên dibin çavan de mafên mirovî û sefîrî bê girtin.

Firîna ku hikûmeta Yewnan fînanse dike, wê ji balefirgeha Ramon a li başûrê Îsraîlê rabe. Ji derveyî Greta Thunberg, bi dehan aktivîstên ji gelên cûda ku di fîloya ku hewl dide dorpêça Xeza bişkîne de cih digirtin (Yewnan, Fransa û Îtalyan jî di nav de), bi vê firinê wê bighînin Atînayê.