Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz diyar bûn

Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz diyar bûn û xelat wê di 8’ê Cotmehê de bi merasîmek bên dayîn.

Navenda Nûçeyan – Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku îsal ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve hat organîzekirin, eşkere bûn. Xelat dê bi merasîmekê di 8’ê Cotmehê saet di 19:00’an de li Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç), bên dayîn.

Beşa kurdî

Hebûna beşa nûçeyên Kurdî, hîn watedar e. Her serlêdanên ji bo beşa nûçeyên Kurdî pir hêja ye. Di heman demê de naveroka van nûçeyaa li ser têkoşîn, zehmetî û êşên jin û zarokan bû. Her nûçe bi awayekî cuda hêja bûn. Ji bo nivîsandina nûçeyan a bi zimanê dayîkê, girîng bûn. Di nava serlêdanên hatin kirin de nûçeya bi sernavê “Kiryarê ku destdirêjî li 12 zarokan kir, tiryakê ji ku peyda dike?” ya Rojda Aydin û Dîlan Babat ji aliyê juriyên Nûçeyên Kurdî Semîha Alankûş, Hatice Kamer û Hesna Muhammed ve, hêjayî xelata yekemîn hat dîtin. Rojda Aydin û Dîlan Babat di vê nûçeyê de bal kişandine ser têkoşîna jinekê, dayîkekê ya derxistina holê ya destdirêjiya li hemberî zarokan.

Beşa tirkî

Di beşa Nûçeyên Tirkî de, ji aliyê endamên lijneya juriyê Gultan Kişanak, Tugçe Tatarî, Pinar Ogunç û Pinar Ûral ve nûçeya, Zeynep Dûrgût a ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya bi navê “Li Şirnexê şerê taybet: “Çeteyek Fihûşê' ya ku Çawişên Pispor jî di nav de ne" hêjayî xelata yekem hat dîtin. Juriyê diyar kir ku Zeynep Dûrgût ji ber nûçeyên xwe yên bi bandor, eşkerekirina polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan û lêgerîna xwe ya bênavber a nûçeyan a tevî gefan, hêjayî xelata yekem hatiye dîtin.

Xelata taybet 

Di beşa Nûçeyên Tirkî de, juriyê "Xelata Taybet a Juriyê" da nûçeyên du jinên rojnamevanan. Endamên juriyê diyar kirin, "Yeşim Orûç ji bo dosyaya nûçeya xwe ya bi navê “Rastiyên ku nayên dîtin, bersûcên nayên dîtin” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin. Yeşîm Orûç di vê dosyaya xwe ya nûçeyan de lêkolîna ka çima kuştinên jinan nayên astengkirin kiribû û ev yek kiribû rojeva raya giştî. Necla Demîr Arvas ji bo nûçeya xwe ya bi navê “Rojnamevanek girtî ruhê 8’ê Adarê rave dike” Xelata Taybet a Juriyê wergirt. Endamên juriyê diyar kirin ku Necla Demîr Arvas di vê nûçeya xwe de nîşan da ku jin di her şert û mercî de bi coş têkoşîna xwe didomînin û her wiha bi vê nûçeyê bal kişand ser rastiya rojnamevanên girtî.

Beşa Vîdeo

Di beşa nûçeyên video-bi dîmen ku rojnamevan Nezahat Dogan, Halime Parlak û Heval Arslan wekî endamên juriyê kar dikirin de, Derya Ren a ji JINNEWS’ê bi nûçeya xwe ya bi navê "Şîdeta dewletê ya bi dîmen a li Silopyayê" xelata yekem wergirt. Juriyê ev nirxandin li ser xelatê kir: “Nûçe şîdeta dewletê li Silopyayê bi rêya dîmen belge dike. Dîmen şîdeta bêhevseng, tevî kaşkirin û lêdanên cendermeyan radixe ber çavan. Dayîkên Aştiyê dema ku nobeta ‘Ji şer re na, niha aştî’ destpê kiribûn û xwestibûn pankartê vekin bi tundiyê rû bi rû mabûn. Derya Ren, bê ku kameraya xwe bigire, di bin şert û mercên dijwar û dorpêçkirinê de, erkên xwe yên rojnamegeriyê pêk anî da ku rastiyê bi her hûrguliyê wê ve ji raya giştî re ragihîne. Di dema êrîşê de, tevî Derya Ren rojnameger û siyasetmedar bi tevahî 22 kes hatin binçavkirin. Em hevkara xwe ya nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren pîroz dikin da ku bi tomarkirina dîmenê şîdetê ev bûyer di hafizayan de hişt.

Beşa Wêneyan 

Wêneyê bi navê “Hafizaya bêdawî” yê Fatoş Sarikaya ya ji Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) ji aliyê endamên lijneya juriyê Laura Domenech, Nişmiye Guler, Reyhan Hacioglu û Bêrîtan Canozer ve hêjayî xelatê hat dîtin. Juriyê ji bo wêneyê ku xelata yekem girt ev şîrove kir: “Wekî Juriya Wêneyan a yekem Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gûrbetellî Ersoz, em dixwazin sipasiyê ji hemî rojnamevanên ku beşdar bûn spas bikin. Em fêm dikin ku wêneyek dikare nivîsek berfireh di nava we de vehewîne û ew hem ji hêla teknîkî û hem jî ji hêla peyamê ve girîng e. Bi vê yekê, me hemû wêneyên hatibûn şandin, hem ji hêla teknîkî ve û hem jî ji hêla peyama wan ve, nîqaş kirin û bi yekdengî me xelata yekemîn da wêneyê bi navê “Bîra bêdawî” ya Fatoş Sarikaya. Wêne nîşan dide ku yek ji dosyayên herî êşdar ên vî welatî Komkujiya Sêwazê çawa ketiye ber demboriyê. Divê di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî tunebe. Bi vê wateyê ve girêdayî divê peywira rojnamegerekê ne tenê kişandina bûyerek be di heman demê de nîşeyek di dîrokê de bihêle û hafizayekê ava bike.”

Ji bo beşa wêneyan xelata taybet 

Xelata Taybet a Juriyê ya Beşa Wêneyan bi wêneyê “Li taxan bi milyonan Aric” Sonay Odun girt, girt. Juriyê ev xelat ji bo teşwîqê da û ev nirxandin kir:” Wekî Juriya Wêneyan, em guncaw dibînin ku Xelata Taybet a Juriyê bidin wêneyê hevala me ya rojnamevan a ciwan Sonay Odungit ê bi navê ‘Li taxan bi milyonan Aric’. Her çend dibe ku pirsgirêkên teknîkî di wêneyê de hebin jî, çîroka li pişt wê pir bandorker bû. Bi vê xelatê, em dixwazin wê teşwîq bikin ku hîn bêtir pêşde biçe. Em bawer dikin ku ev xelat dê di rêwîtiya wê de gaveke girîng ê berbiçav be.

Xelata rûmetê ji bo Dayîkên Aştiyê 

Em wekî MKG’ê Dayîkên Aştiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê tevî hemû zextan qet navber nedane têkoşîna xwe, hêjayî Xelata Rûmetê ya Rojnamegeriya Jinan a Gûrbetellî Ersoz, dibînin û têkoşîna wan silav dikin.”