Rojnameger Ayşegul Dogan dê ji nû de bê darizandin
Rojnameger Ayşegul Dogan ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Doza Dogan ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hat xerakirin û li ser vê yekê darizandina wê dîsa dest pê kir.
Navenda Nûçeyan – Danaşîna doza rojnamevan Ayşegul Doxan a koordînatora bernameyên ÎMC Tv bi biryarnameya Hukmê Qanunê (KHK) cardin destpê kir.
Ayşegul Dogan de bi îdiayên endamtiya rêxsitina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di dozê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Ayşe hatibû birîn. Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Amedê bi sedema “lêkolîna kêm hatiye kirin” biryar hate betal kirin û îro cardin derket pêşberî mehkemê.
Doz, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Ayşegul Dogan û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Ayşêgul Doxan di parastina xwe de diyar kir ku bi nasnameya xwe ya rojnamevantiyê beşdarî hemû bernameyan bûye û daxwaza beratkirina xwe kir. Di danaşînê de di heman demê de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê yê Berê Ferîdûn Çelîk weke şahid hate guhdarkirin.
Talep hat redkirin
Ji parêzerên Ayşegul Dogan, Elîf Atakturk Sevîmlî jî diyar kir ku miwekîla wê weke rojnameger tevlî civînan bûye lê belê dadgeh guh nade vê rastiyê û hewil dide ceza bide. Destnîşan kir ku miwekîla wê beşdarî ew 4 civînên ku emniyet behsa wê dike nebûye û di derbarê vê mijarê de ne wêne û ne jî video hene, beraeta muvekilê xwe xwest. Parêzeran bal kişand li ser nasnameya wê ya rojnamevantî û xwestin biryara qedexeya derketina derveyî welat were rakirin.
Dadgehê daxwaza parêzeran ya rakirina qedexeya derketina derve red kir û biryar da ku şahidên nehatine guhdarîkirin di rûniştina were de amade bin. Danişîn taloqî 25’ê Çileyê hate kirin.