“Jin li dijî polîtîkayên qirkirinê têdikoşin”
Jinên ji gundewarên rojhilatê Dêrezorê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li dijî jinan şermezar kirin û gotin ku li hemberî van êrişan divê jin bi hev re li ber xwe bidin û rola xwe di civakê de xurt bikin.
ZEYNEB XELÎF
Dêrezor – Bakur û Rojhilatê Sûrî bi pergala netewa demokratîk di hemu qadên jiyanê de pergala xwe ava kiriye. Jin jî weke pêşengên vê şoreşê di nav pergala demokratîk de herî li pêş cihê xwe digrin, ji siyasetê heyanî çandê di hemu qadan de bi erka xwe ya pêşengiyê radibe. Dewleta Tirk a dagirker a ku vê pergalê ji xwe re mîna xeteriyek dibîne, hewl dibe bi hedefgirtina jinan Şoreşa Jinê tune bike. Li hemberî vê yekê jinên ku afirînerên vê şoreşê ne ku bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bilind bû, li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk di nav têkoşînek mezin de ne.
Jinên ji Dêrezorê yên der barê mijarê de ji ajansa me re axifîn li hemberî êrişan bêdengiya navnetewî şermezar kirin û banga yekîtiya jinan kirin.
“Yekîtî rêya têkbirina van polîtîkayan e”
Rêvebera Komîteya Jinan a Meclîsa Herêma Rojhilatê Dêrezorê Eyşe Mûdhî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk ên li heremê nirxand û wiha got: “Li herêmên me gelek binpêkirinên li dijî jinan ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve tên kirin, çi jinên sivîl û çi jî yên leşkerî yên li herêmên dagirkirî. Em van pêkanînan weke delîlên lawazbûna dagirkeriya Tirk a li pêşberî ramana azadiya jinê dinirxînin. Ev kiryarên sûc berdewamiya şer û qirkirina faşîzma Tirk a li dijî gelên herêmê ye û Rêveberiya Xweser a ji bo xizmeta gelên herêmê, aramî û ewlekariya wan dike, hedef digire. Dagirkeriya Tirk polîtîkaya tirsandinê dimeşîne û hewl dide herêmê ji şêniyên wê vala bike. Yekîtî rêya têkbirina van polîtîkayan e.”
“Cîhan li hemberî van komkujiyan bêdeng e”
Hevseroka Şaredariya Gel a Hecînê Ehed El-Merkez da xuyakirin ku her ku pêngava azadiya jinê û beşdarbûna wê ya xebatên xizmetkirina civakê de zêde dibe, êrişên li ser wê jî zêde didin. Ehed El-Merkez li hemberî van êrişan bêdengiya navnetewî şermezar kir û got: “Gelo ev bêdengî ne bes e? Divê civaka navneteweyî û rêxistinên ku îdîaya mirovahiyê dikin, ji bo rawestandina sûcên li dijî jinan bixebitin. Dagirkeriya Tirk bi hedefgirtina projeya me ya ku em bi rêya wê dixwazin azadiya hemû gelên herêmê bi taybet jinan pêk bînin, hemû xetên sor derbas kiriye.”
Rêvebera Komîteya Aştiyê ya Kombûna Jinan a Zenobî ya li Hecînê Mona El-Oweyd jî got, "Em ê li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin û weke jin em ê li hemberî hemû hewldanên wan ên têkbirina îradeya gelan bibin bend.”
Mona El-Oweyd diyar kir ku jin li dijî polîtîkayên qirkirinê têkoşîna xwe didomînin û got, “Divê jin bi hev re li ber xwe bidin û rola xwe di civakê de xurt bikin.”