Roja 561’emîn: Edalet nebe aramî jî nîne!

Malbata Şenyaşar di roja 561’emîn a Nobeta Edaletê de ev parvekirin kir: “Ger edalet nebe aramî jî nîne.”

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 561’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibehê de hat ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir.

“Edalet tune ye”

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê ev peyam parve kir: “Qeyrana aborî roj bi roj kûrtir dibe. Sedema kûrbûna vê krîza aborî, nebûna edaletê ye. Ger edalet nebe, mimkin nîne ku civakek bikare xwe li ser pêyan bigre. Ger em bixwazin pariyekî nan bibin malên xwe, divê em daxwaza edaletê bikin. Ger edalet nebe, nan jî tune ye. Ger edalet nebe aramî jî nîne!”