“Mafên jinan ên xwe gihandina edaletê tê sînordarkirin”

Endama Hinkariyê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê Dr. Asuman Aytekîn Înceoglû diyar kir ku jin ji ber qalibên heyî yên darazê, ji mafên xwe bêpar in û nikarin tu mafên xwe yên qanûnî bikar bînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Parêzerên baro û rêxistinên jinan ên di çarçoveya “Projeya Piştevaniya Xwe Gihandina Jinan a Mafê Edaletê ya li Tirkiyeyê” ya ku ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê ve tê destekkirin, li Amedê li hev civiyan û der barê mexdûriyeta ku jinan dijîn de li ser pêşniyarên çareseriyê nîqaş kirin. Endama Hinkariyê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê Dr. Asuman Aytekîn Înceoglû ya  der barê projeyê de de em pê re axivîn, diyar kir ku jinên li Tirkiyeyê ji ber kêmasiyên ku di mevzûat û pêkanînan de tê jiyîn, ji mafên xwe bê agahdar ne.

"Jin di warê xwe gihandina edaletê de gelek pirsgirêkan dijîn”

Asuman Aytekîn Înceoglû da zanîn pirsgirêkên ku jin di warê xwe gihandina edaletê de dijîn gelek in û got ku jin di pêvajoya darazê de bi mexdûriyetan re rû bi rû dimînin. Asuman Aytekîn Înceoglû der barê vê pêvajoyê de van agahiyan parve kir:

“Divê koordînasyonek mijata gotinê be, endamên darazê, dozger û dezgehên hiqûqê yên li ser vê mijarê dixebitin, bi STK’ê an jî baroyan re di nava hevkariyê de be. Ger hewce bike ku em behsa astengiyên li pêşiya gihandina edaletê ya jinan bikin, bi rastî  jî em dikarin newekheviya zayendî weke astengiya hejmara yekem binirxînin. Ji ber ku mafê darizandina adilanê bi temamî pêk nayê û jin derbarê mafên xwe de nayên agahdarkirin û ji ber ew agahdarkirin nîne destpêke di gava yekem de winda dikin. Piştre di mekanîzmaya edaletê de hin pêkanînên ku mexdûriyeta duyemîn ava dije, hene.”

“Divê navendekê ku jin mafê xwe ji yek destê bigrin, hebe”

Asuman Aytekîn Înceoglû, da zanîn ku ji bo astengiyên bi vî rengî yên li pêşiya jinan bên rakirin, divê beriya her tiştî qalibên darazê ku di darazê de cih digrin hene bên guhertin û wiha got: “Qalibên darazê ku di darazê de cih digrin hene divê pêşî ev qalib bên guhertin. Ji xeynî vê, mexdûr ji carekê zêdetir tê pêşberê dadgehê û li ber çavên jî kesekî zêdetir heman çîrokê vedibêje. Em vê pirsgirêke di jinên mexdûrên tundiya zayendî de dijî û ev jî mexdûriyeta duyemîn avadike. Kêmasiya stargehan an jî nêrîna hîn mêranîtir û pirsgirêkên nêzîkbûna jinan hinek ji wan in. Divê navendek yekane ku jin bêyî ku rastî van hemû mexdûriyêtan bên ji destê yekem û bi tevahî mafên xwe bi dest bixin, hebe.”