RJAK: Kuştina jinan kuştina civakê ye
RJAK’ê derbarê kuştina jinan û tundiya li ser jinan tê meşandin de daxuyanî da û da diyarkirin ku di bin navê namûs û milkdarî de li ser jinan zext tê kirin û weke amurekê li jinê tê temaşekirin.
Navenda Nuçeyan - Dûh danê êvarê Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) derbarê kuştina jinan û tundûtujiya li ser jinan tê kirin bi dirûşma “Em bi hev re li dijî kuştina jinan radiwestin” li Parka Qelay Şêrwan a Kelarê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Endama RJAK’ê Suham Germiyan ve hat xwendin.
“Hêz û dîroka jinê tê înkarkirin”
Di daxûyaniyê de bal li ser polîtîkayên desthilatê hat kişandin ku xizmeta jin, xak û niştimaniyê nake û wiha hat gotin: “Di bin navê namusê de zilm li jinan tê kirin, jin tên kuştin û wek milk lê tê temaşekirin. Hêz û dîroka jinê tê înkarkirin. Di qonaxa ku niha em jin têde derbas dibin, qonaxa herî metirsîdare ji bo jinan. Ji berku kuştina jinan kuştina civakê ye. Ziyan bi xak û nîştiman gihandine. Em daxwaz ji desthilatê dikin dawî li vê siyaseta ku ne di xizmeta jin, xak û nîştiman de ye, bînin.”